Mawerdî

korde badene

Mawerdî, (erebî: الماوردي) an bi navê giştî Ebûl Hesen Elî bin Muhemmed bin Hebîb el-Besrî el-Mawerdî (jdb. 974, Besre - m. 27ê gulana 1058an, Bexda) nivîskarê bi eslê xwe kurd kurd ê dadweriya Îslamê ye.[1][2] Fiqihnas û hedîsvanê bi nav û deng e. Perwerdehiya xwe pêşî li Besreyê kiriye û piştî wê li Bexdayê berdewam kiriye. Tê gotin ku bavê wî karê ava gulan dikir, loma bi navê Mawerdî hatiye naskirin.[3][4][5]

Mawerdî
Navê rastî
Abu al-Hasan Ali ibn Muḥammad ibn Habib al-Basri al-Mawardi
Jidayikbûn972
Mirin27ê gulana 1058an
Xanedana Ebasiyan
HevwelatîXanedana Ebasiyan
Pîşe
Xebat
  • al-Ahkam al-Sultaniyya w'al-Wilayat al-Diniyya (Fermana Hikûmetê)
  • Qanun al-Wazarah (Zagona Wezîran)
  • Kitab Nasihat al-Mulk (Şîretên jidil ji rêveberan re)
  • Kitab Aadab al-Dunya w'al-Din (Sincâ dîn û vê cîhanê)
  • Personas of the Prophethood "Kesîtîyê Pêxembertîyê"
  • al-Nukat wa’l-ʿuyūn fī tafsīr al-Qurʾān
Bandorbar
BandorkerÎbn Xeldûn
Meqam
  • Dadwerê Bilind ê Ebasi (1000-1058)
  • Balyozîyâ Ebasi (1031, 1037, 1042, 1043)
DînÎslam (Şafiî)
ZarokHasen
Dê û bav
  • Mihemed ibn Hebîb (bav)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî

biguhêre

Jidayikbûn û Perwerde

biguhêre

Mawerdî di 974ê de, li Besrayê, ku wê demê beşê Mîrektiya Biweyhiyan bû, jidayikbû. Ji malbatêk Kurd de tê.[1] Wî li cem gelek alim xwendiye û yek ji mamostayên wî yên navdar Ebû Îshaq El-Îsfarayînî ye ku wî fêrî fiqh, regeza fiqhê, hedîs û teolojî kiriye.

Xelîfeyê Ebasî, piştî Mawerdî xwendina xwe qedand, wî wek nûnerê xwe destnîşan kir û ji bo çend welatan wek balyoz şand. Wî di nûvdekirina 'yekitiya misilmanan' de, danûstandina di navberâ mîrên Biweyhî û Sultanên Selçûqî de roleke girîng lîst. Ew ji aliyê piraniya sultan û mîrên wê demê ve bi gelek xelat û bexşên mezin hate xelat kirin.[4]

Ji ber zanîna wî ya mezin di mijarên fiqhê, zanista siyasî û edebiyatê de; ew di meqamê herî bilind de hat tayînkirin û bû Dadwerê Bilind ê Xanedana Ebasiyan. Wî bi xelîfeyên El-Qadir (r.  991–1031) û El-Qaîm (ç.  1031–1075) re têkiliyên xwe yên nêzîk didomand.[4]

Mawerdî di gulana 1058an (30 Rebîa 450/27) de li Bexdayê, di temenekî pîr de wefat kir.[6]

Tevkarîya Wî yâ Zanistiya Siyasî û Civaknasîyê

biguhêre

Beşdariya Mawerdî bi gelek pirtûkên girîng ên ku ji hêla wî ve hatine nivîsandin de bandorek giran li her du qadan kir, yên herî navdar Kitab al-Ahkam al-Sultania, Qanun al Wezarah û Kitab Nasihat al-Mulk bûn. Di van pirtûkan de prensîbên zanistiya siyasî bi referansa taybet û wezîran, têkiliyên di navbera gel û rêveberiyê de, û hem jî hesabên ji bo bihêzkirina hukûmetê û misogerkirina serkeftinek di pevçûnan de, nîqaş dikin.[4]

Mawerdî, di zanista siyasî de nivîskar û parêzvanê 'doktrînê pêwîst' bû. Ew alîgirê hikûmeteke bihêz bû û li dijî desthilatên bêsînor ên ku ji parêzgaran re tê dayîn bû. Li gorî texmîna wî; van desthilaten, dikaribû tevlihevî û kaosê çêbike. Ji aliyekî din ve, wî prensîbên zelal ji bo hilbijartina mîrên Xelîfe û pîvanên dengdêran derxisti bû holê. Di nav van de, destketiyâ herî giring, zerengiyâ rewşenbîr û her wiha sincâ karakter bû. Li ser mijara "Ehlaqê", pirtûkek bi navê Kitaab adaab al-dunya we al-din nivîsî, ku di vê mijarê de pir navdar bû û îro jî li gelek welatên îslamî tê xwendin.[4]

Mawerdî, di zanista siyasî ya serdema navîn a dîroka Îslamê de yek ji ramanwerên herî bi navûdeng tê hesibandin. Xebata wî ya orîjînal bandor li pêşdebirina vê mijarê, ligel zanista civaknasiyê kir, ku piştre ji hêla Ibn Xeldûn ve hate pêşve xistin û berfireh kirin.[4]

Hiqûqnasî

biguhêre

Li gor Wafaa H. Wehaba, "Ji bo el-Mawerdî, xelîfetî sembola sîstemeke siyasî-dînî ya tevayî ye ku jiyana mirovan di civateke misilman de heta bi hûrgilî bi rê ve dibe. Di Rêznameyan de, li ser wesf, desthilatî û vatinîyan ku derbareye meqamâ taybetî yâ hikumetê hatiye sekinîn.. Ev nêzîkatiya li ser vê mijarê de, ravekirina rêkeftina xebatê ya ku di dawiyê de ji aliyê Biweyhîyan û Xelîfên Ebasî ve, piştre jî ji aliyê Selcûqiyên bikêrhatî ve hat peyde kirin, ku bi vê yekê artêş desthilatdariya rastîn digirt û heman demê de jî Xelîfe wek serokê herî bilind ê hikûmetê dihat naskirin û ji wî îtîrafê bi desthilatdariya wan a dinyayî werdigirt."[7]

Mawerdî di pirtûka xwe ya al-Ahkam al-Sultania w'al-Wilayat al-Diniye de destnîşan kir ku, li gorî hukmê Şafiî, 'erdek bêdaxwazname' dikare bi serbestî ji hêla hukûmeta Îslamî ve were dayîn ji kesek taybetî re ku ji bo pêvajoyê çandina nû bê dest pê kirin û ew erd bibe erdek berhemdar. Mawerdî ev hukmê xwe li ser wê yekê datîne ku Pêxember Muhemmed, ji Zubeyr bin el-Ewamê re milkek 'Iqta' (erdê bi bac girêdayi), ku el-Ewam vî milkê wek perwerdehiya siwarbûnê çêkir, daye.[8] Wehbah el-Zuheylî jî, alimê Şafiî yê sedsala 20an, li vî nerînâ beşdar dibi û destnîşan diki ku milkiyeta Zubeyr li gorî hukmê Şafiî qanûnî ye.[9]

Xebatên Wî yên Girîng

biguhêre
  • al-Ahkam al-Sultaniyya w'al-Wilayat al-Diniyya (Fermana Hikûmetê)
  • Qanun al-Wazarah (Zagona Wezîran)
  • Kitab Nasihat al-Mulk (Şîretên jidil ji rêveberan re)
  • Kitab Aadab al-Dunya w'al-Din (Sincâ dîn û vê cîhanê)
  • Personas of the Prophethood [1] "Kesîtîyê Pêxembertîyê"
  • al-Nukat wa’l-ʿuyūn fī tafsīr al-Qurʾān

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b Abul-Fazl Ezzati, The Spread of Islam: The Contributing Factors, ICAS Press (2002), r. 384
  2. ^ MÂVERDÎ[girêdan daimî miriye] TDV islam ansiklopedisi (tirkî)
  3. ^ Meri, Josef W. (2006). Medieval Islamic Civilization: L-Z, index (bi îngilîzî). Routledge. r. 486.
  4. ^ a b c d e f Ayub, Zulfiqar (2 gulan 2015). THE BIOGRAPHIES OF THE ELITE LIVES OF THE SCHOLARS, IMAMS & HADITH MASTERS Biographies of The Imams & Scholars (bi îngilîzî). Zulfiqar Ayub Publications. r. 200.
  5. ^ "About the Author". Kitaabun.
  6. ^ Brockleman, Carl. Encyclopedia of Islam 2 (bi îngilîzî). Cild 6. r. 869.
  7. ^ Introduction to "The Ordinances of Government". trans. Wafaa H. Wahaba. Garnet Publishing. 1996.{{cite book}}: CS1 maint: others (lînk)
  8. ^ "Mujahidin". 2017.
  9. ^ "Al-Zuhayili". 2021.