Mîtolojiya Mezopotamyayê

Mîtolojiya Mezopotamyayê, navekî hevparî ya mîtolojiyên şaristaniyên Mezopotamyaya berî şaristaniyên gelên îranî ye ku di dema sumer, akad, asûrî û Babîlê ya de hatiye dayîn.[1]

Cinewirê Xaos û Xwedayê Rojê
Parçeyek ji Destana Gilgamêş li Muzexaneya Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê, Îraq

Sumeriyan, bi baweriya dîneke bi pirraniya xwedayan, cin û giyanên ku nûnertiya hêzên xwezayî yan jî hebûnên li cîhanê dikin, bawer kirine. Di baweriyên xwe de wan aniye ziman ku xwedayan di destpêkê de mirov afirandine ku bibin xizmetkarên wan. Gelek çîrokên di ola Sumeran de beriya çîrokên bi heman rengî di olên Rojhilata Navîn de hene. Xwedayên sumeran, di çandên akadî, kenanî û çandên din ên Rojhilata Nêzîk de baweriyên wek hev hene. Hinek çîrok û xwedawendan sumeriya jî paralelên wan ên yewnanî hene; mînak, daketina annanna ya binê erdê Irkalla dişibe çîroka Persefonê

Xwedavendiyên sumer û semîtîk biguhêre

Di nav mîtolojiya Mezopotamyayê de di navbera xwedayên sumer û semîtîk de dabeşkirinek eşkere nayê kirin. Bi kêmanî çar kozmogonî hene: ya Eridu, ya Şurupak, ya Nipur û ya Uruk.

Di zimanê sumerî de, nin tê wateya "xanim" an "xwedê" û en "xwedan", "mezin". Ji aliyê din ve, ki "erd" e û lil "hewa" ye.

Efsaneyên sumerî biguhêre

Gelek vegotinên cihêreng ên afirandina Cîhanê li herêma Mezopotamyayê hene. Ev ji ber gelek çandên cihêreng ên li deverê û guheztina vegotinên ku ji ber pêbaweriya wan bi devkî ji bo veguheztina çîrokan di çandên kevnar de hevpar in. Ev efsane dikarin mijarên têkildar parve bikin, lê kronolojiya bûyeran li gorî dem an cîhê ku çîrok hatiye nivîsandin diguhere.

Arta Hasis biguhêre

Atra-Hasis, yek ji efsaneyên Mezopotamyayê ku li ser afirandina cîhanê balê dikişîne û karakterê bingehînê wê efsaneyê vedibêje.[2] Li gorî guhertoyek perçebûyî ku di pirtûkxaneya Ashusbanipal de ye hatiye dîtin, dibe ku efsane xwedî ramaneke asûrî ye. Her çend werger bi guman bimînin jî guhertoya wê ya herî mayî bi zimanê akadî hatiye tomarkirin. Di efsaneyê de tê diyarkirin ku mirov ji aliyê xwedawenda sereke mamî ve hatiye afirandin ku barê xwedawendan sivik bike.[2]

Wî mirovan ji tevliheviyek ax, goşt û xwînê ya xwedayek kuştî çêkirî ye. Pişt re li gorî heman çîrokê, xwedawend Enlîl, hewlên bi awayên cihêreng ku di nav de birçîbûn, hişkesalî, û di dawiyê de, lehiyek mezin heye pirjimara mirovan kontrol bike. Xwedavend Enkî ji bo lehiyê hişyar kir û keştiyek çêkir ku ji avê bireve. Di dawiyê de xwedavend Atrahasis, Xwedawendan bi qurbanan da sekinandin û bi keştiyê mirovahiyê xilaskirin.[2]

Destpêkirina Eridu biguhêre

Destpêkirina Eridu, çîroka vî efsaneyê mîna efsaneya Akadî, Atra-Hasis yek e. Tabletên ku li ser çîrokê hatiye tomar kirin zêde xirabûne bi awayekî nediyar zore ku meriv bibêje ka di Destpêkirina Eridu de çi qewimiye. Her çend lehengê ku di Destpêka Eridu de sax dimîne li cihê Artahasis, jê re Zi-ud-sura bê gotin jî lê her du çîrok lehiyê wekî bûyera sereke parve dikin. Çîroka Destpêkirina Eridu û Atra-Hasis di heman demê de hatine tomarkirin.

Enuma Elish biguhêre

Efsaneya Enuma Elis (bi navê Enuma Elish jî tê nivîsandin) efsaneyek afirîdeya babîlî ye ku heta serdema bronzê dirêj be jî lê bi berhevokek ne diyar e. Wusa dixuye ku ev perçe di pîrozbahiyek merasîma sala nû ya babîlî de tê xwendin. Di efsaneyê de tê diyarkirin ku sedema afirandina cîhan û mirov ev e ku ji xwedayan re xizmet bikin û barê karê wan sivik bikin.[2] Nîqaşa vegotinê li ser pesnê Marduk, xwedayê parastina Babîlê ye, ku cîhan, salname û mirovahiyê diafirîne.[2]

Efsaneyên lehengî biguhêre

Çîrokên bi vî awayî meyldar e ku balê dikşîne li ser lehengên mezin, li pêy re bal dikişîne li ser rêwîtiya wan di ceribandinan de yan jî tenê bûyerên girîng ên jiyana wan de. Çîrokên bi vî rengî dikarin di gelek çandên cihêreng ên li çaraliyê cîhanê de werin dîtin û bi gelemperî nirxên wan civakan didin zanîn. Mînak, di çandeke ku lehengekî ku ji xwedayan re dilsoz bû yan jî ji bav û kalê xwe re hurmetê digirt, pîroz kir, dikare were destnîşankirin ku civakê qîmetê dide wan taybetmendiyan.

Efsaneya Gilgamêş biguhêre

Efsaneya Gilgamêş, yek ji efsaneyên Mezopotamyayê herî naskirî ye û bi gelemperî wekî wêjeya herî kevnar a cîhanê tê pejirandin. Çîrok di destpêkê de hejmarek kurteçîrokên kesane bû û heta sedsala 18ê b.z.ê di yek efsaneyek hevgirtî de nehatibû berhev kirin.[3] Çîrok padîşahê Sumeran Gilgamêş, ku bi gelemperî wekî kesayetiyek dîrokî hatiye pejirandin û hevalê wî yê baş Enkîdu di nav serpêhatî û lêgerînên cihêreng de dişopîne ku di dawiyê de dibe sedema mirina Enkîdu. Dema ku ew li nemiriyê digere, di nîvê duyemîn a çîrokê de bi Gilgamêş re, ji ber mirina hevalê xwe û mirina wî ya nêzîk re xemgîn dibe. Di dawiyê ji ber neçariyê têk diçe, lê ew bi wê yekê tê ku ew di dawiyê de bimire û wekî padîşahekî jîrtir vedigere bajarê xwe Urukê.[4]

Efsaneya Adapa biguhêre

Tomara herî nêzîk a efsaneya Adapa di sedsala 14ê b.z.ê de ye. Adapa hemwelatiyekî Sumerî bû ku ji aliyê xwedawend Enkî ve bi jîrekiyek bêpîvan wek kesek pîroz hatiye diyarkirin. Rojekê Adapa ji ber bayê başûr dikeve deryayl û Adapa bi hêrseke mezin baskên bayê başûr dişkîne ku êdî bayê başûr êdî nekarî tofan rake. Adapa ji aliyê An ve jibo ku wî hişyar bike hate gazîkirin ku were darizandin. Berî ku ew derkeve Enkî wî hişyar kir ku tiştên jê re tê pêşkêş kirin nexwe. Ev çîrok ji bo mirina mirovî wek ravek tê bikaranîn.[3]

Mijarên hevpar biguhêre

Di destanên Mezopotamyayê de nemirî armanca berdewam a karakteran e. Çi guhertoya çîrokê be jî, mirovê ku ji lehiyê rizgar dibe, çi Atrahasis, Zi-ud-sura, yan Utnapishtim be, ji aliyê xwedawenda ve bêmirinî jê re tê dayîn. Piştre re ev karakter di Destana Gilgamêş de ji nû ve derdikeve holê, dema ku Gilgamêş piştî ku ji mirinê ditirse û ji cîhana jêr ditirse piştî ku çîrokên hevalê xwe Enkîdu dibihîze li ser tiştên ku piştî mirinê li benda mirovahiyê ne, digere. Enkîdu dibêje:

Di ketina Mala Tozê de, li her derê ku min lê nêrî, tacên padîşah li hev kom bûbûn, her cihê ku min lê guhdarî kir, ew hilgirên tacên yê ku di demên berê de serweriya welat dikir, lê yê ku niha ji Anu û Enlil re goştên pijyayî xizmet kir, konfeksîyon pêşkêş kir û ava hênik ji çermên avê rijand.[5]

Dema ku Gilgamêş dibihîze ku pozîsyona wî ya di jiyanê de di cîhana jêr de ne girîng e, ditirse û li Utnapishtim digere, yê ku ji lehiya ku ji hêla xwedayan ve ji bo tunekirina mirovahiyê şandiye xilas bûye, gihîştiye nemiriyê. Nemirî di efsaneya Adapa de jî tê behskirin. Ne pejirîna tesadufî ya Adapa ji bo xwarina nemiriyê ya ku ji hêla xwedayan ve jê re tê pêşkêş kirin, wekî ravekirina rastiya ku mirov dimirin tê bikar anîn.

Di efsaneyên Mezopotamyayê de jî têgîna ku ji nû ve dûbare dûbare diqewime têne ziman ku armanca mirovahiyê xizmetkirina jibo xwedayan e. Di hemî efsaneyên afirandinê de, mirov tenê ji hêla xwedayan ve têne çêkirin ku jibo çandinên zeviyan bibin alîkar yan jî qurbanan bidin. Gava ku ew pir zêde dibin, bi dengekî bilind, yan wekî din aciz dibin, xweda hewl didin ku nifûsê bi felaketek, ziwabûn û ya herî navdar, lehiya mezin kontrol bikin. Ev guhnedana jiyana mirovan, hiyerarşiya ku di hişmendiya Mezopotamyayê de hebû, bi mirovên heyî re wek îradeya xwedawendan radixe pêş çavan.

Xwedavend û karakterên mîtolojîk biguhêre

  • Adapa: padîşahê yekem
  • Anat: xwedawenda zayîn û şer
  • Anshar: bavê ezmên
  • Anu: xwedayê asîmanê herî bilind
  • Antu: xwedawenda afirîner
  • Apsu: serwerê xwedayan û okyanûsên binerd.
  • Assur (mîtolojî): xwedayê neteweyî yê asûriyan
  • Atrahasis: Protagonîstê helbesta epîk a bi heman navî
  • Baal: xwedayek ji yên din bilindtir û xwedayê sereke yê Keldanî-Asûriyan e
  • Damkina: xwedawenda dayika axê
  • Dumuzi: dios de la vegetación
  • Ea: xwedayê nebatê
  • Emesh: xwedayê nebatê
  • Enbilulu: xwedavenda berpirsê Firat û Dîcle
  • Enmesarraa: xwedayê qanûnan
  • Endursaga: Xwedayê heraldîkî yê Sumer
  • Enkimdu: xwedayê çem û qenala
  • Enlil: xwedayê hewa û bahozan
  • Enten: cotkarê xwedê
  • Enurta: Xwedayê cengê
  • Ereškigal: xwedawenda jêrzemînê
  • Erra: xwedayê şer, serhildan û serhildanan
  • Gilgamêş: lehengê destana mezin a Gilgameş piştî tofanê
  • Geshtu-E: xwedayê biçûk yê zîrekiyê
  • Gugalanna: Hevjîna Ereshkigal
  • Gula: xwedawenda dermankirinê
  • Hadad: xwedawenda hewayê
  • Huwawa: parêzvanê daristana cedrî ya dilan
  • Inanna: xwedawenda evîn, şer û parêzvanê Urukê
  • Îştar: xwedawenda evînê
  • Isimud: xwedavenda qasîdê
  • Iskur: xwedayê bahoz û baranan
  • Kabta: xwedawenda berpirsê hîle, şepal û qalibên kerpîçê.
  • Kingu: Mêrê Tîamat
  • Kishar: bavê erdê
  • Lahar: xwedawenda dewaran
  • Marduk: xwedayê neteweyî yê Babîliyan
  • Murdock: xwedayê edaletê
  • Mummu: xwedayê mijê
  • Mushdamma: berpirsê xanî û avahiyan ku ji aliyê xwedawendan ve hatiye erkdar kirin.
  • Mušḫuššu: heywanê mîtolojîk
  • Nabu: xwedayê hunerên nivîsandinê
  • Namtar: xulamê xwedê ya binê erdê de
  • Nannar: Xwedayê heyvê

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Mesopotamian religion | Facts, Names, Gods, Temples, & Practices". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 îlon 2021.
  2. ^ a b c d e Dalley, Stephanie (1989). Myths from Mesopotamia: Creation, the Flood, Gilgamesh, and Others (bi îngilîziya brîtanî). Oxford University Press. ISBN 0-19-814397-4. OCLC 19325158.
  3. ^ a b "Mesopotamian religion | Facts, Names, Gods, Temples, & Practices | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 hezîran 2022.
  4. ^ Coogan, Michael David (2013). A reader of ancient Near Eastern texts : sources for the study of the Old Testament. New York: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-532492-1. OCLC 796081940.
  5. ^ Jackson, Danny P (1997). The epic of Gilgamesh (bi îngilîzî). Wauconda, Ill., USA: Bolchazy-Carducci Publishers. ISBN 978-0-86516-352-2. OCLC 37157754.

Girêdanên derve biguhêre