Baban (1649-1850) mîrgeheke (îmareteke) kurdî bû, navê wê ji navê malbata Baban hatiye. Yekemîn serdarê mîrgeha Baban Ehmedê Feqî bû. Piştî wî Baba Silêman hat- mîrê Şehrezûr. Baba Silêman sînorên mîrnişîna xwe fereh kir û gihande Kerkûkê. Piştî wî Silêman Paşa hat û sînor ferehtir kirin û gihande Koyê, Xaneqînê, Hewlêrê û Herîrê, Altûn Koprî û Bedrê û heta çend navçeyên Rojhilata Kurdistanê (Kurdistana Îranê). Rêvebiriya Baban di wê demê de ji navçeya Qele Çiwalan dibû. Di 1781'a de, bajarê Silêmaniyê nû ava bûbû û paytext bi seroketiya Mihemed Paşa Baban çû wir. Baban gelek berberî kişand bi mîrnişînên kurdî yên dorûbera xwe re, weke bi Soran re, Erdelan re, Behdînan û Botan re û herweha berxwedan li dijî desthilatiya împeratoriya Osmanî kir. Baban li ser destê Osmaniyan roxiya di dema Ehmed Paşa de di şerê dawîn de nêzikî Koyê di sala 1847'a. Di sala 1850'ê de, Mîrê Baban ê dawîn Ebdullah Paşa dev ji Silêmaniyê berda û çû.

Omer Axa, Mehmûd Paşa zabitekî Babanî bû 1820.

Serdarên Mîrgeha Baban

biguhêre
  1. Feqî Ehmed, 1649-1670
  2. Baba Silêman, 1670-1703
  3. Xana Muhemmed Paşa, 1721-1731
  4. Xalid Paşa, 1732-1742
  5. Salim Paşa, 1742-1754
  6. Silêman Paşa, 1754-1765
  7. Muhemmed Paşa, 1765-1775
  8. Ebdella Paşa, 1775-1777
  9. Ehmed Paşa, 1777-1780
  10. Mehmûd Paşa, 1780-1782
  11. Ibrahîm Paşa, 1782-1803
  12. Abdurrehman Paşa, 1803-1813
  13. Mehmûd Paşa, 1813-1834
  14. Silêman Paşa, 1834-1838
  15. Ehmed Paşa, 1838-1847
  16. Ebdella Paşa, 1847-1850