Ebdurehman Paşayê Babanî

Mîrê baban

Ebdurehman Paşa, li bajarê Silêmaniyeyê hatiye dinyayê. Kurê mîrê Baban Muhemmed Paşa ye. Piştî bavê xwe mîrîtiyê dike. Di dema wî de, dewleta Osmanî dixwest ku mîrîtiyên kurdan ji hole rake. Pêşêngê Serhildana Ebdurehman Paşaye mamê Ehmed Paşayê Babanîye

Ebdurehman Paşa, îdara xwe ya li Silêmaniyê xurt kir û di sala 1804ê de cara yekemîn tevgera netewî da dest pêkirin. Li hember êrîşên osmaniyan, Silêmanî terk kir. Di sala 1806ê de, hêzên osmaniyan bi bin xist û carek din paytextê mîrîtiyê bajarê Silêmaniyê zeft kir. Osmaniyan, di sala 1808ê de, carek din êrîş birin ser Ebdurehman Paşa. Mîr, piştî xiyaneta Mehmûd Paşayê Kurd, tevî hin hêzên xwe derbasî Îranê bû. Demek şûn de jî li wira çû ser dilovaniya xwe.

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre