Lombard
Lombard an jî longobard eşîreke germanî bû, di Skandînavyayê derketin dîrokê û bi koçberiyê hatin bakurê Îtalyayê niştecih bûn.
Etîmolojî
biguhêreHer çiqas wateya navê wan " bi rihen dirêj" be jî sê çar versîyonên din yên çîrok û mîtên navê wan heye. Çîroka herî tê qebûlkirin di demên kevnar de mêrên wan red dikirin ku rihen xwe qut bikin, ji ber vê yekê jî wan re ev nav dane wan. Di Mîtolojiya germanî de jî derheqê vê awayê da mîtek heye.[1]
Dîrok
biguhêreAgahiyên derheqê qewmê Lombardan cara ewil di nivîsên nivîskarên Romayî tê dîtin. Di sala 9ê p.z. Velleius Paterculus, sala 20ê p.z. Strabo, sala 98ê Tacitus derbarê wan de nivîsandiye.
Navdarbûn an jî nasîna wan ji hêla dinyayê di demên Koça Qewman de çêdibe. Ew jî di nav Germaniyên din de beşdarî vê koça mezin bûn. Lombardan ji welatê xwe yên ewil, -di demê îroyîn de ji hêla bakurê rojavayê Elmanyayê dimîne- dest bi meşê kirin heta ke Awrûpaya navîn hatin. Axa ku ew hatine di demê îroyîn de ji hêla Awûstûryayê dimîne. Li wir hin caran germenên din wek Vandalan re hin caran jî Romayîyan re ketin nav şeran.
Di sala 546ê p.z. keyaniya yekem yên Lombardan ji hêla Audoinê hat avakirin. Êdî ne wek êlekî wek împeratorîyekî hatin rêxistîkirin. Bi awaya sazbûn û hiyerarşîyê împaratoriyan ji xwe re kirin mînak bi wî şeklê hêdî hêdî pêş ketin.[2] Li ser axên xwe li hemberî Gepîdan têkoşîn dan û ser ketin.
Di wan salan de li ser axa Îtalyayê Împeratoriya Bîzansê û Gotan şerekî dijwar girtibû, di dawiya şerê de Bîzans bi fermandarîya Belîsariosê ser ket. Keyaniyên Gotan têk çûbûn, Lombardan vê yekê wek firsetek dîtin, di sala 568ê ji çiyayên Alpê derbas bûn û ketin axa bakurê Îtalyayê qet berxwedanekê nedîtin ji ber ku Got têk çûbûn, Bîzans jî zehf dûr bû. Bi fermandarîya kurê Audoinê Alboinê piraniya bakurê Îtalyayê bi dest xistin.
Di demekê şûnda Key Alboin mir û kurê wî Cleph bû key. Bi awayekî pir dijwar desthilatdarî kir, di demekê nêz da ew jî mir. Keyaniya Lombardan ma bê key. Di deh salan her bajêr pê desthilatdarîya feodalekî hay rê ve birin. Di vê deh salan de kaos ket navbera Lombardan û xetereya dagirkirina Frankan peyda bû. Lombardan kurê key Clephê Authariyê kirin key. Lê Frankan ji Bîzansê ra hevalbendî kirin û bajarên Lombardan dagirkirin. Autharî hêj nekarî dest bi têkoşîna li dijî dagirkerîya bike mir.
Keyê nû mirovê Authariyê heman demê de dûkê Torînoyê Agilulf bû. Ew di demên xwe de li hemberî dagirkirinê karên baş kir. Bajarên ji hêla Frankan hatibûn dagirkirin ji wan dîsa stand.
Keyanî di demekê şûnda hêdî hêdî ser xwe ve hat. Rêxistinbûna wî pêk hat. Di sedsala 7em de ji mezheba Aryanizmê, derbasî mezheba ortodoksê bûn.
Di salen 700 û 712an de keyê zalim Aripet IIem desthilatdarî kir,piştê wî xanedan guherî. Liudprand di salên 712 û 744 de desthilatdarî kir. Ew keyên herî mezin yên Lombardiyayê bû. Destpêkê da pirsgirêkên keyaniyên navîn qedand, pişt re êrîş li ser axên Bîzansê yên Îtalyayê kir. Gelek ax ji Bîzansê stand.
Dagirkirina axên papatiyê ji hêla keyên Aistulf (749–756) û Desiderius (756–774 ) dewam kir. Papa Adrian I neçar kir ku alîkariyê ji keyê Frank Karlê Mezin bixwaze. Frank di 773 de ketin Îtalyayê, û piştî dorpêçkirina salekê Paviayê peytexta Lombardan ket destê artêşên wan. Desiderius hate girtin, û Karlê Mezin bû keyê Lombardan û hem jî ya Frankan. Bi vî awayî desthilatdariya Lombardan li temamê Îtalyayê bi dawî bû.