Lombardia (bi îtalî: Lombardia, bi lombardî: Lumbardia) yek ji 20 herêmên Îtalyayê ye. Herêm, di navbera çiyayên Alpê û geliyê çemê Poyê de ye û li bakurê rojavayê Îtalyayê de cih digire. Lombardiya, yek ji herêmên Îtalyayê ye ku bi Qanûna Bingehîn a Îtalyayê ya sala 1948an, de mafê xweseriya qismî bi dest xistiye. Paytexta herêmê, bajarê herî mezin a bakurê Îtalyayê, bajarê Mîlanoyê ye.[1]
Li gorî daneyên sala 2010an; Bajarên li herêma Lombardya, parêzgehên herêmê, nifûsa di nav tixûbên komunê û bajarên metropol di navnîşa jêrîn de têne diyar kirin.