Lezgîn Evdirehman Çalî (di 22ê çiriya pêşîn a 1969ê de ji dayik bûye) bijîşk û nivîskarekî kurd e. Rêveberê Giştî yê Plandanan û Fêrkirina Saxlemiyê li Wezareta Saxlemî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Sernivîskarê kovara Tendirustî û Komel û sernivîskarê zincîreka kitêbên pizişkî bi zimanê kurdî ye.

Lezgînê Çalî
Lezgînê Çalî
Jidayikbûn22ê Çirya Pêşîn a 1969ê
Gundê Qesrê
EsilKurd
PîşeBijîşk û nivîsînkar
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgar

biguhêre

Li heyama Şoreşa Îlonê bi rêberî ya Mela Mistefa yê Barzanî, çend heyvan berî Beyana 11ê adarê, li deverên azadkirî li gundê Qesrê li Balekayetiyê li Kurdistana Başûr hat dinyayê. Ew zaroyê yekê yê malbata xwe bû. Bavê wî melayekê xwenda bû, bapîrê wî jî.

Berî şkestina Şoreşê, li payîza sala 1974an koçberî Îranê bûn. Li destpêkê çend heyvekan li gundê Peswê li şehristan a Xanê (Pîranşehir) li Kurdistana Rojhilat akincî bûn. Paşî ji bo heyama çend heyvan li bajêrê Nexedeyê di bin xîvetan (çadiran) da man. Piştî hingî ji bo heyama çar salan li bajêrê Sawe li başûrê Tehran akincîbûn. Dibistana xwe li Saweyî destpêkir û dema Şoreşa Îslamî ya Îranê bi serkevtî ew li pola çarê bû. Payîza sala 1979an ji bo cara paşîn li Saweyî hatin û li Zêweya Mirgewerê akincîbûn. Pola pêncê ji dibistana destpêkê li gundê Mensûrabadê bi nîverûyî xwînd. Zivistana sala 1979an befreka stûr barî û her roj ew û çend xurtekên dî yên Kurd ji Ordîgeha Zêweyê ji bo xwîndinê diçûn gudên derdorê, ji ber ko hijmar penaberên kurd li Ordîgehê ewqas zêde bûbû ko dibistanên wê têra hemî zaroan nedikir.

Newroza 1980î çûn Xanê (Pîranşehrê) û li Imbara Şoreşê û Zergetenê man. Heta pola duyê dibistana berhevî li wêderê xwînd. Ji ber zora Şerê Îran-Îraqê û bombarana hema bibêje herrojî ya Xanê ji aliyê firokeyên Îraqî ve ji Xanê jî barkir û çûn bajêrê Şinoyê. Sala dûmahiya dibistana berhevî, ko li Îranê çar sal in, li Şinoyê xwînd û wekî kesê yekê di dîroka Şinoyê da li Zanîngeha Zanistên Pizişkî ya Şîrazê li xwîndina pizişkiyê hat wergirtin. Heft salên xwîndina xwe li Şîraz qedandin.[1]

Li heyama xwîndina xwe li zanîngehê, pardarî gelek çalakiyan bû. Ji bo jiyara xwe ders dida xwîndinkarên dî û di her biyaveka hizirkirî da kitêb dixwîndin. Li heyama Revîna Tevane ya Kurdên Kurdistana Başûr li piştî Serhildana Bihara 1991ê, tevî hindek hevalan û bi arîkariya Koma Heyvika Sor ya Îranê û hindek aliyên mîna Mizgefta El-Heseneyn bi pêşnivêjî ya rehmetî Dr. Elî Muzefferiyan arîkarî ji bo kurdên ko ji Îraqê revîbûn kom dikirin. Yek ji çalakiyên dî yên wî jî ew bû ko bi arîkariya hindek hevalên kurd li zanîngehê şeveka hozan (şî'r) û edeb û dîroka kurdî rêkêxist (organîzekir).

Li sala 1997an vegeriya Kurdistana Başûr û li Mesîf Selahedîn anko Pîrmam akincî bû. Wekî pizişkekî du salan li Nexweşxaneya Rizgarî li Hevlêra paytexta Herêma Kurdistanê xizmet kir. Paşra, salek û mehekê li Pîrmam ma. Li Reşemeha 2000î ji bû rahînaneka pizişkî ji bo heyama heyvekê li Elmanyayê ma. Li payîza 2000î bû rêveberê karûbarên teknîkî li dîwana saxlemî ya istana (parêzgeha) Hevlêrê. Du salan şûn ve, ji ber karên xwe yên rêvebirinê, pileya wî ya karî hat berizkirin û bû Rêveberê Giştî yê Plandananê û Fêrkirina Saxlemiyê li Wezareta Saxlemiyê li Hukmeta Herêma Kurdistanê. Niha jî ew her di wê karî da ye.

Yek ji karên wî kirî ew bû ko bi arîkarî ya pizişkên awstriyayî anko nemsayî çend zaroyên kurdan, ko çaresera nesaxiyên wan (mîna kunbûna dilî) li Kurdistanê nebû, ji bo çareserkirinê şandin wî welatî. Hijmara wa zarowan gehişt 12 zarowan.

Li sala 2001ê ve bi arîkariya rêkxistiyeka swîsî ya bi navê Centrale Sanitaire Suisse romande (CSS-Romande) li bajêrê Jênêvayê bû sernivîskar û serperiştîkarê projeyeka wergerandina (paçvekirina) kitêbên pizişkî bo ser kurdiyê. 12 kitêb ji wan kitêban jî bi zehmetiyeka zor belav bûn û ew proje ji ber hindek egeran nehat dawîkirin.[2]

Li dema şerê Azadî ya Îraqê li bihara 2003an, wî wekî rêkxerê (koordînatorê) hemî rêkxistiyên Ne-Hikûmetî (NGO) yên ko li Herêma Kurdistanê di warê saxlemiyê da dixebitîn kar kir.

Ji zivistana 2003an heta niha sernivîskarê kovara heyvane ya Tendirustî û Komelê ye ko ji aliyê wezareta saxlemiyê bi herdu zaravên soranî û kurmancî derdikevit.

Li dema dirêja karê xwe da çend carekan wekî endam an serokê şanda Kurdistanê pardarî di gelek sêmînar û konferans û rahînan da kiriye. Ew li vê heyama bihurî her wekî koordînatorê serekî yê wezareta saxlemiyê digel aliyên herêmî û navneteweyî xebitiye. Koordînatorê destpêk digel damezrandina Tîpa Zeytûnê ya Leşkirê Korêya Başûr li Hevlêrê ew bû.

Ji sala 2003ê heta 2007ê, bi alîkariya rêkxistiyeka ne-hukumî ya Amerîkayî bi navê WiRED International dest bi zengînkirina kitêbxaneyên nexweşxaneyan û bingehên saxlemiyê û kolêjên pizişkiyê li her 3 parêzgehên Başûrê Kurdistanê kir. Pişt ra, ji bo cara yekê li Kurdistanê û Îraqê, 4 navendên pizişkiya ji rêya dûr anko telemedîsînê li bajaran Hevlêrê, Bexdayê, Mûsilê û Besrayê damezirandin.[3]

Ew li sala 2007ê, piştî yekgirtina herdu rêveberî anko hukmetên Hevlêr û Silêmaniyê, tevî zêdetri ji 35 rêvebreên giştî û wezîrên dî hat xanenişînkirin. Ji wê demê ve heta niha di çi karekê hukmetê da nexebitiye.

Ew ji civîna Buhara 2010ê heta niha yek ji endamên Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye.

Lezgînê Çalî yek ji endamên Desteka Emîndaran ya Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê ye.[4] Ew yek ji endamên desteka damezirîner ya televizyona kurdî Kurdistan24ê bû.

Heta niha gelek gotarên wî di kovar û rojnameyan da belav bûne. Ew li ser babetên wekî zimanê kurdî, saxlemî û revanzanistî dinivîsit. Çend kitêbên wî ji bo zarokan jî belav bûne.

Ew zewicî ye û pênc zarên wî hene.

Berhemên wî

biguhêre
  1. Kêm-xwîniya kêm-asiniyê, 2003 (Iron deficiency Anemia)
  2. Fêrkirin ji bo fêrbûneka baştir: rênumaya dersdêrên karmendên saxlemiyê, 2005 (Teaching for better learning: a guidline for the teachers of primary health care staff)
  3. Taya Nobeyê (Malariay), 2001 (editor) (Malaria)
  4. Kontrolkirina Kolêrayê (bi Kirmancî), 2002 (editor) (Guidelines for Choera Control)
  5. Kontrolkirdinî Kolêra (bi Soranî), 2002 (editor) (Guidelines for Choera Control)
  6. Çareserî Zikçûn (bi Soranî), 2002 (editor) (Treatment of Diarhhea)
  7. Rewşenbîriay Saxlemiyê, 2003 (editor) (Health Education)
  8. Çaresera Nesaxiyan ji bo Karmendên Bingehên Saxlemiay Destpêkî, 2003 (editor) (Treatment for Primary Health Care Staff)
  9. Zarokbûna Asayî, 2004 (editor) (Normal Delivery)
  10. Tomarî Malaney Daykan (bi Soranî) 2005 (editor) (Home Based Maternal Record)
  11. Çawdêrî Dayk û Mindal (bi Soranî), 2005 (editor) (Mother and Child Care)
  12. Kalê Befrîn, 2004 (kitêb ji bo zarokan).[5]
  13. Zeng û Beng, 2003 (kitêb ji bo zarokan)
  14. Çiyayên Spî, 2006 (roman ji bo sinêleyan) paçive anko wergerra kitêba White Mountains a nivîskarê Birîtanyayî John Christopher e.[6]
  15. Înflûenzaya Mirxan, 2006.
  16. Hindekên Jînfireh, Gelekên Mandî, 2007 (Prospeous Few, Restless many by: Noam Chomsky)
  17. Zêr ji Axê Mişetir e, 2007 (Every Street is Paved with Gold by: Kim Woo Chung).[7]
  18. Kurd û Kurdistan, 2008 (Kurd and Kurdistan by Derk Kinnane)
  19. Peykerê Bûdayî li Efxanistanê nehat Xirabkirin, ji Şerman Herifiya, 2011 ya nivîskarê Îranî Mihsinê Mexmelbaf(مجسمه بودا تخریب نشد از شرم فرو ریخت نوشته ی محسن مخملباف).[8]
  20. Hunerê Evandinê, 2009, (The Art of Loving by: Erich Fromm).[9]
  21. kîmyager, 2009,(The Alchemist by: Paulo Coelho).[10]
  22. Dîroka Zêdegaviya Kurdan, 2010, li ser Şoreşa Şêx Ubeydilayê Nehrî(تاریخ طغیان اکراد نوشته ی اسکندر قوریانس ارمنی)
  23. Serhatîya Felsefeyê (The Story of Philosophy by: Will Durant)
  24. [[Dîn û Cihana Nû]], komeka gotarên Dr. [[Ebdilkerîmê Sirûş]], feylesofê Îranî ye, Weşanxaneya Xanî, Dihok, 2023.

Çavkanî

biguhêre