Kristallnacht
Kristallnacht (bilêvkirina almanî: [kʁɪsˈtalnaχt]), anku Şeva Camên Şikestî, yan Komkujiyên Mijdara 1938ê, yan jî Pogromên Çiriya Paşîn, tedbîrên tundraw û nijadperest li dijî cihûyên Almanyaya Nazî bûn, ku ji hêla rejîma nasyonalsosyalîst ve hatin organîze kirin û rêvebirin.
Kristallnacht | |
---|---|
Dewlet | Almanyaya Nazî |
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di navbera 7 û 13 mijdarê 1938ê de, bi sedan cihû li seranserê Reichê hatin kuştin û herî kêm 300 kesan dawî dane jiyana xwe. Nêzîkî 1.400 hewra, odeyên nimêjê û odeyên din ên civînê yên cihûyan û her weha bi hezaran dikan, mal û goristanên cihûyan hatin hilweşandin. Ji 10ê mijdarê pê ve gelê cihû sirgûnî kampên komkirinê hatin kirin. Herî kêm 30 hezar kes hatin binçavkirin, bi sedan kes ji ber şert û mercên qirker ên girtîgehê mirin an jî bi cezayê mirinê hatin îdamkirin.
Komkujî destpêka derbasbûnê ye ji cihêkarîya li dijî cihûyên alman ji sala 1933ê de ber bi koçberkirin û zordestiya wan a sîstematîk ve. Bûyer wekî gavek ber bi Holokostê ve tê dîtin ku sê sal şûnda dest pê kiribû, ku tinekirina hemî jiyana cihûyan li Ewropayê kiribû armanc.