Nimêj
îbadetekî misilmanan
Nimêj, (limêj, mêj) an jî selat (bi erebî: صلاة الجماعة, lat. ṣalât-ul-câmiʿa) di Îslamê de cûnek duayan e ku li gor qalibek diyarkirî tê kirin.

Zilamine misilman ku li mizgefta Bangladeşê nimêj dikin rû dixin.
Nimêja di îslamê deBiguhêre
Nimêj yek ji penc ruknên ola Îslam ê ye û divê kesên bawer rojê pênc nivêjan bikin. Nimêj di dirokê da ji misilmanan ra li şeva Mîrac ê ferz bûye.
Curên nimêjêBiguhêre
- Nimêjên ku ferz in: pênc nimêjên rojane û nimêja roja înê yê.
- Nimêjên ku wacib in: Nimêja witr (sê riket nimêja ku piştî eşayê tê kirin) û nimêjên cejnan.
- Nimêjên ku nafile ne: Nimêjên ku xêçî ferz û waciban zêde tên kirin. Mînak: nimêjên sunnet.[1]
Rekatên nimêjêBiguhêre
Rekat nimêjê de yek rabûn, yek xwar bûn û du secdeyan ra tê gotin.
Dema nimêjê | Sunnetên ku berî ferzan tên kirin | Ferz | Sunnetên ku piştî ferzan tên kirin | Witr | Tevahî |
Sibe | 2 | 2 | - | - | 4 |
Nîvro | 4 | 4 | 2 | - | 10 |
Piştî Nivro/Esir | 4 | 4 | - | - | 8 |
Êvar/Mexreb | - | 3 | 2 | - | 5 |
Şev/Eşa | 4 | 4 | 2 | 3 | 13 |
Ferzên nimêjêBiguhêre
Ferzên nimêjê 12 in. Şeş ferz bi xwe di dervayê nimêj da ne û ji vana ra "şertên nimêjê" tên gotin. Şeşê din jî di nav nimêjê da ne û navê wan jî "ruknên nimêjê" ne. Ji bona ku nimêj were bi cîh, gerê hemû ferzên nimêjê werin şindê.
Li gora mezhebên Şafiî û Henefî şertên nimêjê:
- bi avê destnimêj girtin yan jî av li xwe kirin
- paqij kirina gemariyê li ser bedena xwe, kincên/cilên xwe û şinda nimêj kirinê.
- por kirina bedena xwe
- Her nimêj gerê di dema xwe da were kirin.
- gerê di hêla qibleyê da were nimêj kirin. Qible di hêla xaniyê pîroz Kabe yê li bajarê Mekke yê ye.
- nêt kirin: Gerê mirov bizanî ku kîjan nimêjê dike û bi dilê xwe bînî bira xwe. Gotina nêtê bi dêv jî sunnet e yanî kirina Mihemmed Pêxamber e.[4]
Ruknên nimêjê
- Tekbîra destpêkirinê: Bi gotina tekbîrê dest bi nimêjê kirin
- Qiyam: Di nimêjê da li ser nigan/piyan sekinîn
- Qiraet: Li ser piyan hinek Quran a Pîroz xwendin (Sûreya Fatihe û hinek ji sûreyeke din a Qur'anê)
- Rukû': Xwe xwar kirin
- Secde kirin: Mirov di secdeyê da çokên xwe, herdû destên xwe û eniya xwe didin ser erdê. Du secde tên kirin û di navbera herduyan da hinekî tê rûniştin (qasê ku bêjî Subhanellah)
- Qade (rûniştin): Di dawiya nimêjê da qasî xwendina duaya Ettehiyatû rûniştandin.
- Selam: Bi gotina Esselamu 'eleykum we rehmetullah' li ser milê rastê û çepê nimêj bi dawî dibe.[5]
Tiştên nimêjê xera dikinBiguhêre
- Qise kirin
- Xwarin yan jî vexwarin
- Bi dengekî bilind kenîn
- Ji yekî din re silav dan yan jî silava yekî din girtin
- Guherandina hêla Qible yê
- Girandin (lê ji tirsa Xwedê girandin nimêjê xera nake)
- Bi zanebûn kuxîn (lê bi kuxika dest mirov nîne nimêj xera nabe)
- Di nimêj da bi karekî din ra mijûl bûn
- Pifê tiştekî kirin
- Qurana Pîroz xera xwandin
- Xerabûna destnimêjê
- Gava di nimêja sibê da roj hil were
- Bîrva çûn û dîn bûn.[6]
ÇavkanîBiguhêre
- ↑ "Prayer in Islam - IslamiCity". www.islamicity.org. Roja wergirtinê: 23 nîsan 2022.
- ↑ "How many Rakat in Salat | Salah | Rakaat | Namaz". islamicacademy.org. Roja wergirtinê: 23 nîsan 2022.
- ↑ "Islamic Prayer Times in Mountain Time Zone · Penny Appeal Canada". Penny Appeal Canada (bi Canadian English). Roja wergirtinê: 23 nîsan 2022.
- ↑ "Prerequisites of the Prayer". Islamweb (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 23 nîsan 2022.
- ↑ "What Are The 14 Pillars of Prayer?". About Islam (bi American English). Roja wergirtinê: 23 nîsan 2022.
- ↑ "List of things that invalidate the prayer - Islam Question & Answer". islamqa.info (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 23 nîsan 2022.