Open main menu
Children of Iran Of qom کودکان ایرانی، کودکان قمی 29.jpg

Destnimêj yek ji ferzên ola Îslam ê ye. Di pêş nimêjê yan jî xwendina Quran a Pîroz da bi avê tê girtin. Gava ku av neyê diyîn, mirov dikanî bi qûmê yan jî xaliyê jî destnimêj bigirî. Ji ber ku mirov çû huzûra Xwedê , divê mirov pir paqij be. Paqijiya cismê mirovan, rihetiya dilê mirovan e.

Wateya Destnimêj êBiguherîne

Hîkmetê destnimêjê ew e ku; mirov xwe ji bilî bûna hemû kar û xebatên dinê dûr bixine û xwe bi her awayê ji bona îbadetên ji Xwedê ra amade dike. Destnimêj girtin sembola paqijiya hemî cism û dilê mirovan e, ji çavreşî, hesûdî, fesadî û derewan e.

Destnimêj girtin, emrê Xwedê ye û di Quran a Pîroz da ayetên ji bona destnimêj girtinê hene. Destnimêj di sûra Maîde yê da di ayeta 6 an da derbaz dibe; " Gelî bawermendan, dema we xwest rabin Nimêj bikin, serçavên xwe û herdû milên xwe bi înişkan ve bişon û serê xwe mesih bikin û herdû lingên xwe bi gûzekan va jî" (Sûra Maîde 5/6)

Ferzên Destnimêj êBiguherîne

  1. (1) Rû (Heta bin çenê, ber ê û gûhan ) carek tê şûştîn.
  2. (2) Her dû dest heta enîşka bi carekî tê şûştîn.
  3. (3) Tûncik mesh kirin.
  4. (4) Lîngan, gûzek jî tev carek şûştîn.

Sûnnetên Destnimêj êBiguherîne

  1. (1) Dest pê kirina destnimêj ê de Êûzû Besmele tê anîn.
  2. (2) Nîyet kirin.
  3. (3) Destan heta hêz ê şûştîn.
  4. (4) Sê cara dev(mazmaza) û poz(îştînşak) re av hildandin.
  5. (5) Mîsvak bi kar anîn.
  6. (6) Bi şûştîna dest û lîngan de tilîyande dest pê kirin.
  7. (7) Goh, qirik û stû mesh kirin.
  8. (8) Porên ser berê jî mesh kirin.