Hiror
Hiror gundeke ji layê cografî (erdîngarî) ve di kevîte devera Berwarî Bala ser bi herêmdariya Amêdiyê û navça Kanîmasê û girêday parêzgeha Duhokê ya Kurdistana başûr e. Anku em di şêyn bêjîn Hirorê li ser nexşê di kevîte nav hêlên 37°15’14’ yên panî û 43°13’53’ yên stûnû. Bilindahiya vî gundî li ser astê deryayê 1130 metre û yê li cihekê çiyayî. Hirorê di kevîte di navbera 3 geliyan da (geliyê Tebala, geliyê Derarê û geliyê Hirorê ku di kevîte ser sinûrê gundê Çelkê. Dewrûberên gundî dapoşayne bi çend çiyayekan. Gundên hevsinurên Hirorê evenin: Kêste rojava bakur, Çelkê rojava, Qomriyê rojhelat, Dêşêş bakur rojhelat û Birîfka başur. Herwesa ev gunde ji layê hejmara daniştiyan ve êk ji mezintirîn gundên devera Berwarî Bala ye.
Hiror | |
---|---|
Koordînat: 37°15′14″Bk 43°13′53″Rh / 37.25389°Bk 43.23139°Rh | |
Welat | Başûrê Kurdistanê |
Dewlet | Îraq |
Parêzgeh | Dihok (parêzgeh) |
Navçe | Amêdî |
Bilindahî | 1.130 m (3710 ft) |
biguhêre |
Daniştiyên gundê Hirorê
biguhêreÊk ji mestirîn gundên Berwarî Bala ye. Hirorê ji 5 (pênc) ûcaxan pêkhatiye. Piraniya Hiroriyan li gundê Hirorê, gundê Bazîvê, bajêrê Dihokê û bajêrê Zaxo di jîn. Herwesa hejmarek ji xelkê vî gundî li dervey Kurdistanê di jîn, bi taybet li Elmaniya, Siwêd, Holenda, Emrîka, Keneda, Fînlenda, Frensa û Belçîka. Amara xelkê gundê Hirorê li gorey serjimêriya sala 1947, 719 kes bûn. Li gorey serjimêriya sala 1958 xelkê vî gundî 825 kes bûn. Herwesa li gorey sejimêriya 2018 xelkê vî gundî ji 1412 xêzanan û 6381 kesan pêkhatîye.[çavkanî hewce ye] Ev serjimêrîye hatîye tomarkirin piştî Hiroriyên hemî cihanê hatîne hejmartin.
Xandin li gundê Hirorê
biguhêreBo êkem car li sala 1931-1932 xwandingeh li gundê Hirorê hatiye vekirin. Ji sala 1931 heta sala 1975 gelek xwendekaran diploma seretay li vê xwandingehê bidest xwe ve inaye. Piştî niskoya sala 1975 gund hate xirapkirin û xalkê vî gundî ji ser cih û warê wan hatine dûrxistin. Piştî çendîn salên derbederiyê carekadî li sala 1991 xwandengeha vî gundî hate vekirin.
Jêderên siruştî
biguhêreGundê Hirorê yê dewlemende bi avê. Av jêderekê serekîye ji bo jîyana mirovan, gîyaneweran û rûweka. Hejmareka kaniyên avê li vî gundî hene, ku ev hejmare di gehîte nêzîkî 50-60 kaniyan. Zêdebarî van kaniyan 2 rûbarkên biçûk ku serûkaniyên wan ji di nav sinorê gundê Hirorê dane, di nav gundî ra di herikin. Ro navê rûbarkekî ji vana ye, serûkaniya wî di kevîte bakûr-rojhelatê gundî. Serûkaniya vî rûbarkî bi dûratiya 500 metra heta 1 kîlometre ji gundî dûre. Ro gundê Hirorê di kete 2 beş. Rûbarkê dî bi Gilale dihête navkirin. Ev rûbarkê navhatî di kevîte başûr-rojhelatê gundî. Beşekê mezin ji mêw û keskatiya vî gundî li ber vê avê dihête avdan. Ji berku Hiror ya têr ave, dîmenekê suruştî yê keskê ciwan yê hey. Herwesa ev gunde yê navdare li devera Berwarî Bala bi mêw û keskatiyê. Mêw(fêqî) ku li Hirorê jîn dibin: tirî, hejîr, hinar, sêv, hilûk, mijmije, xox, hirmîk, tireqî, zebeş, gundor... Keskatiyên berniyas: bacan, xiyar, tilozî, bacan-reş, kerefs, reşad, filfil, xes, şêlim, tivir, pitat, pîvaz, kolind, kelemî, baqilk, nok, fasolî ûhd. Li vî gundî darên gûza di mişene û simaq jî li nav gundî jîn dibît. Darên ku li nava gundî jîn dibin: çinar, spîndar, tawk, tû. Darên çiyayi: darberû, darmazî, dardîndar, kevot, Kezan, bahîv, kaçîne, guhûşk, û çendîn darên dî yên berhemdar li çiyayên Hirorê jîn dibin. Giyayên buharî: stûrk, tirşok, soryas, kivark, rêvas, tolk….
Mêjo
biguhêreJi layê mêjoyî ve, ev gunde gelek yê kevne ji berku şûnwarên gelek kevin li vî gundî dihêne dîtin. Zêdebarî van şûnwarên bi dehan navên bîyanî li vî gundî hene(Hurî, Mîtanî, Medî) wekî: Gewîse, Nava Dinse, Gemase, Tebala, Bîvî yê û heta domahî yê. Goristanên kevin jî li gundê Hiror hene, eve jî dîdevaniya kevnatiya gundê Hirorê diken. Şikefta Mendka gelek kevne çunkî diyarde û şêwê vê şikeftê diyardiket ko ya kevne. Dergehê vê şikeftê bi şêweyekê bazine yê hatiye çêkirin. Herwesa ev şikefte ya ji sê textên berî pêkhatiye. Herwesa gelek dîrgeh(dûrgeh) li dewrûberên gundê Hirorê dihêne dîtin, ev dîrgehe ji hindek dîwarên bi berên mezin hatîne çêkirin pêkdihêt. Zêdebarî van dîyardên dîrokî, Kelek jî di kevîte başûr rojhelatê gundî, êk ji kelên navdare li deverê. Şûnwarên vê kelê diyardiken ko vê kelê di dîroka xwe da bandor li deverê kiriye.
Çavkanî
biguhêre