Bîbera reş
(Ji Filfil hat beralîkirin)
Bîbera reş | |
---|---|
Bîbera reş a negihayî | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
(ne aşkera ye): | Angiosperms |
(ne aşkera ye): | Magnoliids |
Kom: | Piperales |
Famîle: | Piperaceae |
Cins: | Piper |
Cure: | P. nigrum |
Navê zanistî yê latînî | |
Piper nigrum L.[1] |
Bîbera reş an jî filfilê reş (Piper nigrum) hêşînahiyek daran e û ji famîleya bîberên reş (Piperaceae) e.
Şayes
biguhêreBejna wê 5- 10 m bilind dibe. Bi kêmanî 100 cûreyên wan hene û li dar û dîwarên derdora xwe diale. Pelên wê hêkane yan jî dilane ne. 8-16 cm dirêj 5- 10 cm fireh in. Aliyê derve keskê tarî, yên hûndir keskê vekirî ne û pelên xwe naweşîne. Kulîlkên wê spiyê hûrik 50-150 lib bi hev re li ser koçanekê ne. Fekiya wê ya hûrik berê kesk, sor û paşê jî zer dibe.
Bikaranîn
biguhêreJi bo biharbêhn (biharat), çayê, tentûr, dermanên xweristî, rûnê wê ji bo tedawiyên aroma tê bikaranîn.
Çavkanî
biguhêre- ^ "Piper nigrum information from NPGS/GRIN". www.ars-grin.gov. Ji orîjînalê di 23 kanûna pêşîn 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 adar 2008.
Girêdanên derve
biguhêre Piper nigrum, ser Wîkîcureyê.
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Bîbera reş de hene