Berû

(Ji Darberû hat beralîkirin)
Berû, berî, darberû
Berû
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Filûm: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Fagales
Famîle: Fagaceae
Cins: Quercus
L.

Berû, berî an darberû navê darên emirdirêj ya ji famîlyeya narewanan e. Jîngeha darberûyan derbasî herêmên Deryaya Navîn heta çiyayên Zagrosê dibe. Kevnarbûna darberûyan ji 1.000 salî zêdetir e.

Ji fêkiyên wê re dibêjin pelût, pelît, belot yan jî şambelot.

Di nava kurdan de, di demên berê de tê gotin ku "qehweya berûyan" jî dihat çêkirin. Barû tehl in. Gava ku ew hişk dibin, tehlîtiya wan zêdetir dibe. Berû jî, weke behîvan, gava ku hêşîn in, têne xwarin û piştre, ´ku weke behîvan hişk bûn, Qaşûlên wan jî têne xwarin û li ser êgir têne biraştin û xwarin. Ku berû, hatine biraştin, rûnek jê tê. Ew rûnê wê, tê gotin ku bi mînaraliya xwe pir zêde tê nasîn. Darên berûyan, bi taybetî, li Kurdistanê li dora Cizîrê, Nisêbînê û hwd, pirr zêde hene.