Hesenawen an Husnawen eşîreke Lek li Luristana Piştê Kûh (Lekistan) e.

Eşîra Hesenawen
Agahiyên gelemperî
Hoz Kamsa
Dewletşah
Dohîbî
Gorcayî
Salar
Babasanim
Moamadrezayî
Bastem
Kakolwen
Rahmanşah
Fawled
Ciwanmerd
Hoz Abdal Alî
Hoz Kodayî
Ziman Lekî, Lurî
Herêmên dîrokî Lekistan
Demografî
Gelhe ~ 5.000
Bawerî
Dîn Misilman (şiî)

Nav biguhêre

Ev eşîr bi du navan tê naskirin. Hesenawen û Husnawen. Navê vê eşîrê di Şerefnameye de derbas nebe jî, li Kurdistanê gelek êl û eşîrên bi navê Husnawî, Husnanî hwd. hene. Navê vanan paşê yan li navên îslamî hatine lêanîn, wek Hesenan, an jî hatine guhartin, wek Xoşnawî. Di listeya Şîbab al-Din al-Umarî ya ji sedsala 14'emîn de eşîreke kurdan a bi navê Hasnanî tê binavkirin.

Dîrok biguhêre

Navê vê eşîrê cara evil di sala 1870yan de bi 16 qebîlên (tîreyên) xwe ve li başurê rojavayê Xurremabadê tê hildan. Di wê demê de gelheyê hesenaweniyan bi hezrî 2.500 malbat bûye. Sî sal şûn ve ev qasê 500 malbatan zêde bûne. Gorî H.L. Rabino di 1916an de hejmara malbatên wan gihîjtibûye 4.000an. Di 1930yan de gelheyê wan bibû qasê 5.000 malbatan, belê paşê eşîr pêde lihev belav bû ye, 1960an de tenê 1.500 malbatên hesenawenî li bakurê Xurremabadê mabûn. Hesenawen niha li dahestanên (gundistan) bakurî yên Xurremabadê yên bi navên Hasanvend (navê vê eşîrê bi farisî), Honam Bastam, Rîmala û Dehpîr dijîn.[1]

Çavkanî biguhêre