Hêrodotos
Hêrodotos, Hêrodot an jî Hêrodotê Halîkarnasosî (bi yewnaniya kevn: Ἡρόδοτος Ἁλικαρνᾱσσεύς, lat. Herodotos Halikarnāsseús "Hêrodotosê Halîkarnasosî"; bi latînî: Herodotus), (rawejî 484 b.z.), m. (425 b.z.) dîroknas û nivîskarek yewnanî bû. Qasî ku tê zanîn Hêrodot dîroknasê herî pêşî ye, Marcus Tullius Cicero ji bo wî gotîye "Bavê Dîrokê". Ew bi pirtûka xwe ya bi navê Dîroka Hêrodot tê naskirin.
| |
---|---|
![]() | |
Navê rastî | |
Jidayikbûn | ~ 484 b.z. ![]() |
Mirin | ~ 425 b.z. ![]() Thurii ![]() |
Hevwelatî | Halicarnassus ![]() |
Pîşe | |
Xebat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Jiyan biguhêre
Hêrodotos li Halîkarnasosê, Bodruma îro li Tirkiyeyê, hatiye dinê. Li gorî ensîklopediya bîzansî ya Sûda (Souda), li ser Dîrokê, wî hewldaye hikûmeta stemkar bide erdê, lê bi ser neketiye. Ji ber vê yekê, ew çû Girava Samosê xwe li wir veşart. Paşê ew derkete gerekê û çû welatên farisan, Misir, Babîl, Ûkrayna, Îtalya, Sîcîlya, Atînayê. Ew careke din venegeriya Halikarnasosê. Dema çûyî Atînayê wî bi kesên mezinên wê demê re pêwendiyên xurt danîn û di nav van kesan de Sofokles û Perîkles jî hebûn.
Pirtûk biguhêre
Hêrodotos pirtûkekê li ser dîrokê û gerên xwe bi nave Dîroka nivisand. Ev pirtûk para bêhtir li ser împeratoriya Farisan, Misira kevnare, Med û jiyana rojane ya gelên wî dîtî bû.
Binêre biguhêre
Çend gotinên wî biguhêre
“ | Qederka mirov heye û dimire û ji bo we hişên xwe jî hene. | ” |
“ | Kesî wekê bêhiş tune ko, ew şûna aşitiye cengê helbijire. Oudeis gar huto anoétos esti, ostis polemon pro eirénés hairëetai. |
” |
“ | Di aşitiyê de zarok bavên xwe gorî dikin, di cengê de jî bav zarokên xwe gorî dikin. | ” |
“ | Misir Nîl e û Nîl jî Misir e. | ” |
Giredanê Web biguhêre
- [1] Dîroka Herodot.
- [2] Girêdana arşîvê 2009-05-14 li ser Wayback Machine Li ser Herodot di About.com de.
- [3] Li ser Herodot di Livius.org de.
- [4] Pirsyarên li ser Herodot .
- [5] Dîroka Herodot bi yewnanî û îngilîzî.
- [6] Dîroka Herodot.