Helsînkî

(Ji Helsinki hat beralîkirin)

Helsînkî (bi fînî: Helsinki, bi swêdî: Helsingfors) paytext û bajarê herî qerebalix ê Fînlendayê ye ku nifûsa bajêr 665.558 kesan pêk tê. Helsînkî li ser perava Kendava Fînlendayê hatiye avakirin ku bajêr navenda Herêma Uusimaa ya li başûrê Fînlendayê ye. Li qada metropola bajêr 1.5 milyon kes lê jiyan dike. Herêm yek ji dûr û dirêjtirîn devera bajarî ya Fînlendayê ye ku bajêr di warê siyaset, perwerde, darayî, çand û lêkolînê de navenda herî girîng a Fînlendayê ye. Helsînkî 80 kîlomêtre dikeve aliyê bakurê bajarê Tallinn a Estonya, 400 kîlomêtre li aliyê rojhilatê Stokholm a Swêdê û 300 kîlomêtre jî dikeve aliyê rojavayê Sankt Petersburg a Rûsyayê.

Helsînkî
Helsinki Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bajarên paytext, Ewropa
Helsingin kaupunki Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Katedrala Luterî ya Helsînkiyê
Helsînkî li ser nexşeyê
Map
Helsînkî li ser nexşeya Fînlenda nîşan dide
Helsînkî
Helsînkî
Koordînat: 60°10′15″Bk 24°56′15″Rh / 60.17083°Bk 24.93750°Rh / 60.17083; 24.93750
ParzemînEwropa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletFînlenda, Împeratoriya Rûsî, Swêd Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Uusimaa (1997–)
  • Southern Finland Regional State Administrative Agency Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Fînlenda (1917–)
  • Finnish Democratic Republic (1939–1940)
  • Grand Principality of Finland (Împeratoriya Rûsî, 1809–1917)
  • Finnish Socialist Workers' Republic (1918–1918)
  • Uusimaa Province
  • Uusimaa
  • Helsinki sub-region
  • Helsinki metropolitan area
  • Helsinki capital region Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê12 hezîran 1550 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DamezrînerGustav I Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarJuhana Vartiainen (2021–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî214.42 km2 (8279 sq mi)
Bilindahî
17 m (56 ft)
Nifûs
675.747 (2024) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda telefonê09 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.hel.fi/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Li gel bajarên Espoo, Vantaa û Kauniainen (û bajarokên rêwiyan ên derdorê, tevî şaredariya cîranê rojhilatê Sipoo), Helsînkî herêma metropolê ya Helsinkî ya Mezin pêk tîne ku nifûsa metropolê zêdetirî 1,5 milyon kes e.[1][2] Bi gelemperî bajêr wekê metropola yekane ya Fînlendayê tê hesibandin ku bajêr devera metroya herî bakur a cîhanê ye ku bi zêdetirî milyonek kes li bajêr heye û bajêr paytexta herî bakur a welatek endamê Yekîtiya Ewropayê ye. Piştî bajarên Kopenhag û Stokholmê, Helsinkî sêyem şaredariya herî mezin a welatên bakur e. Li bajêr zimanên fînî û swêdî her du jî zimanên fermî ne. Bajêr ji hêla Balafirgeha Navneteweyî ya Helsînkiyê ve ku li bajarê cîran a Vantaayê ye, bi karûbarê pir caran ji gelek deverên Ewropa, Amerîkaya Bakur û Asyayê re xizmetê dike.

Helsînkî bûye yek ji standardên herî bilind ên jiyana bajarî ya cîhanê ku di sala 2011an de, kovara brîtanî Monocle, Helsînkî di rêza bajarê herî zindî yê cîhanê de di navnîşa bajarên xwe de destnîşan kiriye.[3] Di anketa (rapirsî) kovaran Economist Intelligence Unit a sala 2016an de, Helsînkî di nav 140 bajaran de di rêza nehan de cih girtiye.[4] Di tîrmeha sala 2021an de, kovara amerîkî Time, Helsînkî di sala 2021an de wekî bajarek ku "dikare di pêşerojê de bibe hêlînek çandî ya şînayî" ku jixwe di cîhanê de wekî pêşengek jîngehê tê zanîn, Helsînkî di rêza yek ji mezintirîn deverên cîhanê de destnîşan kiriye.[5]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Wayback Machine". web.archive.org. 18 gulan 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 gulan 2013. Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Sipoo - kahden keskuksen kunta Helsingin tuntumassa". ta.fi. Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2023.
  3. ^ "Most liveable city: Helsinki - Film". Monocle (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2023.
  4. ^ "Global Liveability Ranking 2016". www.eiu.com. Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2023.
  5. ^ "Helsinki: The World's 100 Greatest Places of 2021". Time (bi îngilîzî). 20 tîrmeh 2021. Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2023.

Girêdanên derve

biguhêre