Hebîban

Gundekî Gimgima Mûşê

Hebîban, (bi tirkî: Haksever) gundekî navçe Gimgima Mûşê ye.

Hebîban
Haksever
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mûş
Navçe Gimgim
Nahiye Gimgim (navend)
Demografî
Gelhe (2010) 811[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 39°6′23″Bk 41°20′2″Rh / 39.10639°Bk 41.33389°Rh / 39.10639; 41.33389
Bilindayî 1.900 m
Koda postayê 49600
Koda telefonê (+90) 436
Hebîban li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Hebîban
Hebîban
Hebîban (Tirkiye)

Dîrok Biguhêre

Gund navê xwe ji kesayetiyeke destanî (an jî rastî) "Hebîbaba yan Heyîbaba" digire ku yek ji 3 birayên Efsaneya Sê biran e. Birayên din Koçkarbaba yan Goşkarbaba û Qolîbaba ne.

Gund di qûntara Çiyayê Şerevdînê de ye û bi havînan herwekî derdikevin lûtkeyên Şerevdînê bo çêrandina pez. Gundên cîran Qeremêş, Goma Hus, Rindalyan û Darebî ye. Pirraniya niştecihan ji eşîra Ezdînî ne û di serhildana Şêx Seîd û Berxwedana Yado de roleke mezin lîstine. Ji ber siyaseta dewleta Tirk a "Geşkirina birakujiyê di nava Kurdan de" di sala 1978'î de ev gund tevlî şêrê rûreşî ya mêrkujiyê bû. Lê dîsa jî nivşên nû yên gund êdî li dijî mêrkujiyê têdikoşin û problemên gund safîdikin.

Van salên dawî gelek gundî koçberî metropolên Tirkan û Ewropa bûn. Hebîbayiyan pirranî çûr û çavşîn in û lîstika navdar a goga ço gelek dilîzin. Ev lîstik wekî beyzbolê ye lê prînsîbên wê cûda ne.

Erdnîgarî Biguhêre

15 km ji Gimgim, 63 km ji Mûşê dûr dikeve. Axa gund 1.900 m ji rûyê avê bilindtir e. Koordînat, hêlîpan: 39.106389, hêlîlar: 41.333889

Avhewa Biguhêre

Aborî Biguhêre

Aboriya gund li ser xwedîkirina pez e.

Wargehên balkêş Biguhêre

Navdarên Hebîbabayê (Hebîban) Biguhêre

  • Akîf Kendal (Ercan Tekin), şoreşgerekî kurd, 2008 hat şehîdxistin.

Çavkanî Biguhêre

Girêdanên derve Biguhêre