Rindalyan

Gundekî Gimgima Mûşê

Rindalyan (bi tirkî: Buzlugöze) yek ji gundên Gimgima Mûşê ye.

Rindalyan
Buzlugöze
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mûş
Navçe Gimgim
Nahiye Gimgim (navend)
Demografî
Gelhe (2010) 493[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 39°7′37″Bk 41°18′25″Rh / 39.12694°Bk 41.30694°Rh / 39.12694; 41.30694
Bilindayî 1.840 m
Koda postayê 49600
Koda telefonê (+90) 436
Rindalyan li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Rindalyan
Rindalyan
Rindalyan (Tirkiye)
Map

21 km ji Gimgim, 69 km ji Mûşê dûr dikeve. Aboriya gund li ser xwedîkirina ajalên malê û alîkariya koçberbûyan e.

Gundên nêzîkê Rindalyan in, Hebîban (Hebîbaba), Darebî (bi tirkî Dutözü), Goma Hus in.

Seydayê Rindalyan biguhêre

Li herêmê bi serê vê malbatê tê sond xwarin. Seydayê Rindalyan navê mirovek zanyar, olzan, fîlozofekî ye. Ji bera şêxan in. Ji malbata wan re Mala Seydayê Rindalyan tê gotin.

Seyda bawermendekî gelek hezkirî bûye. Ol ji kevneperestî û berjewenperestiyê parastiye, bi gel daye hezkirin. Miroveke birehm, dadperwer bûye. Xelkê ji hezkirina xwe navê Seyda pîroz kiriye û pê sond dixwin. Dibêjin Seyda bi xwe gelek ji tiştinên wisa aciz bûye, nedixwestiye xelk wisa bikin. Beytên Seyda hene, destnivîsên wî hene.

Niştecihên gund bi zaraveyê kurmancî diaxivin û ji aliyê olî ve sunî ne. Bilindahiya axa gund ji rûyê avê 1.860 m ye. Şer û xizaniyê bandora xwe li Rindalyan jî daye, gelekan mecbûr mane bar bikin. Gelheya wê niha ji hezar kesan kêmtir e.

Bi havînan derdikevin zozanên Şerevdînê, Warê Rindalyan.

Bi kirmanckî (dimilkî, kirdkî) biguhêre

Rindalyan (bi tirkî: Buzlugöze) yew dewê Gimgimê (Varto) yo. Cay xo zerî tixûbê (sinirê) Gimgim a Mûşê dera.

Navdarên Rindalyan biguhêre

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe[2]
2008 485[3]
2000 504
1990 746
1985 779

Çavkanî biguhêre

  1. tuik, 2010
  2. Yerelnet, Buzlugöze, ji orîjînalê di 6 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 23 gulan 2011
  3. tuik, 2008[Girêdan daimî miriye]