Hebîban
Hebîban, (bi tirkî: Haksever) gundekî navçe Gimgima Mûşê ye.
Hebîban | |
---|---|
Haksever | |
Koordînat: 39°6′23″Bk 41°20′2″Rh / 39.10639°Bk 41.33389°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Gimgim |
Nahiye | Gimgim (navend) |
Bilindahî | 1.900 m (6200 ft) |
Nifûs (2010) | 811[1] |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
biguhêre |
Dîrok
biguhêreGund navê xwe ji kesayetiyeke destanî (an jî rastî) "Hebîbaba yan Heyîbaba" digire ku yek ji 3 birayên Efsaneya Sê biran e. Birayên din Koçkarbaba yan Goşkarbaba û Qolîbaba ne.
Gund di qûntara Çiyayê Şerevdînê de ye û bi havînan herwekî derdikevin lûtkeyên Şerevdînê bo çêrandina pez. Gundên cîran Qeremêş, Goma Hus, Rindalyan û Darebî ye. Pirraniya niştecihan ji eşîra Ezdînî ne û di serhildana Şêx Seîd û Berxwedana Yado de roleke mezin lîstine. Ji ber siyaseta dewleta Tirk a "Geşkirina birakujiyê di nava Kurdan de" di sala 1978'î de ev gund tevlî şêrê rûreşî ya mêrkujiyê bû. Lê dîsa jî nivşên nû yên gund êdî li dijî mêrkujiyê têdikoşin û problemên gund safîdikin.
Van salên dawî gelek gundî koçberî metropolên Tirkan û Ewropa bûn. Hebîbayiyan pirranî çûr û çavşîn in û lîstika navdar a goga ço gelek dilîzin. Ev lîstik wekî beyzbolê ye lê prînsîbên wê cûda ne.
Erdnîgarî
biguhêre15 km ji Gimgim, 63 km ji Mûşê dûr dikeve. Axa gund 1.900 m ji rûyê avê bilindtir e. Koordînat, hêlîpan: 39.106389, hêlîlar: 41.333889
Avhewa
biguhêreAborî
biguhêreAboriya gund li ser xwedîkirina pez e.
Wargehên balkêş
biguhêreNavdarên Hebîbabayê (Hebîban)
biguhêre- Akîf Kendal (Ercan Tekin), şoreşgerekî kurd, 2008 hat şehîdxistin.
Çavkanî
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |