Haftbefehl

rapperekî elman-kurd e

Aykut Anhan an jî Haftbefehl (jdb. 16ê kanûna pêşîn a 1985an, li Offenbach am Main, Almanya) rapvanekî alman e ku bi eslê xwe kurd e.

Haftbefehl
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Navê jidayikbûnê
Aykut AnhanLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Nasnav
HaftbefehlLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Rapvan, hunermenda/ê tomargehêLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Salên çalak
Dp. Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Label
Urban (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyê hunerê
Hip-hopa almanî (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cezayê birrî
Sextekarî (en) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper
Dîskografî
Haftbefehl discography (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Jiyan û pêşveçûn

biguhêre

Anhan, Di 16 Kanûn 1985 de li Offenbach am Main, Almanya ji dayik bûye.[1] Dayika wî ku bi eslê xwe Tirk e, ji parêzgeha Giresunê ya herêma Behra Reş a Tirkiyê ye, Bavê wî, ku bi eslê xwe kurd-zaza ye, ji Dêrsimê parêzgeha Bakurê Kurdistanê ye.[2][3]

Bavê wî dema ku ew tenê 14 salî bû xwe kuşt. Bi firotina tiryakê li kolanan debara xwe dikir. Di sala 2005’an de dema ji bo wî “Biryara girtinê” hat derxistin, ji destê rayedarên Elman reviya û hat Stenbolê. Piştî ku demekê li Stenbolê ma, çû cem pismamê xwe yê li Holandayê.

Piştî demekê li Hollandayê ma, berê xwe da Almanyayê û teslîmî rayedaran bû. Piştî serbestberdana xwe dest bi muzîka rap kir.

Paşê vegeriya Almanyayê û dest bi muzîka rapê kir. Wî dest bi ragihandina navê albûma xwe ya yekem 'Azzlack Stereotyp' kir. Labelê muzîka Azzlacks bi Universal Music Group ve girêdayî bû. Ew jî bi navên wek Azzi Memo dihate binavkirin

Birayê wî Capo jî raperekî alman e.[4]

Rapvaniya wî û taybetmendiya şêwaza wî

biguhêre

Haftbefehl, Bi gelemperî, ew muzîka hip-hop, trap û rap-a normal çêdike. Ew bi gelemperî Rapa Almanî tercîh dike. Her wiha diyar kir ku hin kilamên wî ji kurdî, zazakî, tirkî û erebî wergirtine.

Bi taybetî di gotinên hin stranên wî de gotinên weke Kurdistan û Dêrsimê hene. Wek mînak di gotinên strana 'Chabos wissen wer der Babo ist' de peyvên wek 62 Tunceli, Dersîm, Kurdî û Bijî Bijî Kurdistan hene.

Dîskografî

biguhêre
  • Azzlack Stereotyp (2010)
  • Kanackiş (2012)
  • Blockplatin (2013)
  • Russisch Roulette (2014)
  • Das weiße Album (2020)
  • Mainpark Baby (2022)

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Haftbefehl - Munzinger Biographie". www.munzinger.de. Roja gihiştinê 23 tîrmeh 2023.
  2. ^ "Haftbefehl spricht über den Selbstmord seines Vaters". Hiphop.de (bi almanî). Roja gihiştinê 23 tîrmeh 2023.
  3. ^ ""Er war besessen" - Haftbefehl spricht über den Selbstmord seines Vaters". Raptastisch (bi almanî). 11 nîsan 2021. Roja gihiştinê 23 tîrmeh 2023.
  4. ^ "Biografie von Capo Azzlack". Last.fm (bi almanî). Roja gihiştinê 23 tîrmeh 2023.