Hîvda Koç
Hîvda Koç, stranbêj û strannivîseke Kurd e ku di sala 2022an de bi yekem albuma xwe ya bi navê "Siya Spî" dest bi muzîkê kiriye.[1]
Hîvda Koç | |
---|---|
Jidayikbûn | Bazîd, Agirî, Bakurê Kurdistanê |
Netewe | Kurd |
Pîşe | Mîmar (avahîsaz) stranbêj |
Amûr | Tembûr |
Salên çalak | 2022–niha |
Malper | hivdakoc.com/ |
biguhêre |
Jînenîgarî
biguhêreHîvda Koç li navçeya Bazîd a bi ser parêzgeha Agiriyê hatiye dinyayê û di temenekî biçûk de bi malbata xwe re koçî bajarê Stenbolê bûye.[2] Di temenê zarokatiya xwe de bi muzîkê re eleqedar dibe û temenê zarokatiyê de li navenda saziya perwerdeya muzîkê ya Arif Sağê perwerdehiya muzîka gelêrî û tembûrê wergirtiye. Berê despêkiriya wê ya muzîkê pîşeya wê ya sereke mîmariya hundurîn e û di heman demê de bi muzîkê re jî eleqedar bûye.
Di hevpeyvîneke de dibêje: "Mîna mûcîzeyekê bû ku muzîk piştî demeke dirêj dîsa ket nav jiyana min. Muzîkê wekî sîberek spî dev ji pey min berneda û min bi vê yekê bi albûma “Siya Spî” bi awayek profesyonelî min dest bi karê muzîkê kir."[2]
Piştî demeke dirêj bi albûma xwe ya yekem a profesyonel bi navê "Siya Spî" ku 9 stranan pêk hatiye derxistiye.[1] Albûma "Siya Spî" ku ji 9 sitranan pêk tê de bi sitranên albumê bi sê zaravayên Kurdî, Kurmancî, Zazakî, Soranî hatiye gotin.[1] Hîvda Koç bi vê şêwaza muzîkê armanc dike ku "kompozîsyon û stranên gelêrî yên kevin bigihîne roja îro ku bi vê yekê re nifşên paşerojê çanda xwe nas bikin û biparêzin.[3]
Dîskografî
biguhêreAlbûmên studyoyê
biguhêre- Siya spî (2022)
Single
biguhêre- Pullu tepe (bi tirkî)
- Welat
Klîb
biguhêre- Heyve ronî
- Lê dayê
- Welat
Çavkanî
biguhêre- ^ a b c Sîya Spî (bi îngilîzî), 24 hezîran 2022, roja gihiştinê 29 adar 2023
- ^ a b "SANATÇIMIZ HİVDA KOÇ". Malpera rojnameya Bazîdê (bi tirkî). Roja gihiştinê 29 adar 2023.
- ^ "Malpera fermî ya Hîvda Koç".
Girêdanên derve
biguhêre- Li Spoifyê Hîvda Koç
- Li YouTube Hîvda Koç Girêdana arşîvê 2023-03-29 li ser Wayback Machine
Ev gotara ji bo stranbêjeke/î kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |