Gundê Îskender

Gundekî Gimgima Mûşê

Gundê Îskender, Dewa Eskender, Gundê Eskender, (bi romî kirine: Ünaldı), gundekî navçeya Mûşê Gimgimê ye.

Gundê Îskender
Gundê Îskender li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Gundê Îskender
Gundê Îskender
Koordînat: 39°08′44″Bk 41°41′37″Rh / 39.1456°Bk 41.6936°Rh / 39.1456; 41.6936
DewletTirkiye
Map
biguhêreBelge

Dîrok biguhêre

Di sala 1960î de 90 mal hebûn li gund. Erdheja sala 1966ê ziyanek mezin da gund. Niştecihên gund bi giranî xelkê êla Lolan in (Lolij). Mixabin asta pişavtinê gelek e ku sedemê viya jî dibistanên starbûnê (dibistanên şevmayînê) ye. Zarokên ji van dibistanan dîplom wergirtin, êdî ji gund dûr ketin, zimanê xwe jibîr kirin. Heya bigire wan jî di pişavtinê de cih girtin. Gund navê xwe ji xirabeyên Kela Eskender digire.

Dîroka gund û ya herêmê ji hev ne cûda ne. Urartû, Mediyan, mîrîtiyên kurd, Sasanî, Bîzans, Roma, Rûsan desthilatî kirine. Êla Lolanan di serhildanan de herçendî ne Sunnî bûn jî alîkarî dane Şêx Seîd û yên din. Ji ber wê jî rastî gelek dijwariyan hatine.

Erdnîgarî biguhêre

30 km ji Gimgim, 78 km ji Mûşê dûr dikeve.

Avhewa biguhêre

Klîmaya gund çiyayî ye. Bi havînan ziwa û tavî, bi zivistanan ziwa û berfî ye. Zivistan dirêj û sar in.

Aborî biguhêre

Aboriya gund xirab bûye. Ajalvanî û kêm be jî çandinî tê kirin.

Wargehên balkêş biguhêre

Navdarên Eskenderê biguhêre

Girêdanên derve biguhêre