Torio~kuwiki
Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî!
biguhêreWîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi alîkariya çavkanî û jêderan û bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Dema ku tu di gotarekê de tiştekî biguherînî, divê tu bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîsî. Çavkaniya agahiyê jî ji bir neke!
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 87.471 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
--MikaelF (gotûbêj) 12:41, 25 berfanbar 2013 (UTC)
ZÊRKA ZÊRA
Zêrka Zêra û sê keçikên hevalê wê bi hevre diçine daran. Dayîka Zêrka Zêra tûrikê wan ji mewîja, helîl, basîk û noka tijî dike, dibêje hunê li çiyê birçî bibin, vana ji xwe re bixwin. Zêrka Zêra û hevale xwe diçine çiyê, darê xwe dikin û hejikê xwe kom dikin. Piştre dirûnin nok û mewîjê xwe dideynin ser lateke paqij, xwe bi wa miştûxil dikin û ji xwere xeberdidin. Piştî ku xwarina xwe dixwin, dirabin piştiyê xwe yê dara çêdikin, dijdênin. Hinekî diwestin, dibêjin ka em serê hevdu seh kin. Hemû serê hevdu seh dikin. Wextê serê Zêrka Zêra seh dikin xew dikeve çavên Zêrka Zêra de û ew diraze .Hevalê wê kir û nakin Zêrka Zêra ji xew ranekir. Roj jî a li ber avaye, ji êvarî ra nîv seat mayî ye. Hevalê wê cilika Zêrka Zêra dikine bin serê wê de, piştiyê xwe didine pişta xwe û berê xwe didine gund, diçine mala xwe. keçik têne malê. Diya Zêrka Zêra dibêje: -ma kanî keça min? Hevalê wê dibêjin -wella Zêrka Zêra razabû û me kir û nekir ji xew ranebû wext nemabû, em jî mecbur man, me dev jê berda û em bilez hatin malê.
Axir, Zêrka Zêra di wê reşa nîve şevê de li çiyaye Cûdî bi tenê ye û di xeweke şîrîn de diraze, heya wê ji bayê feleke tune ye. Zêrka Zêra ji xew dirabe ku va nîvê şevê, reşê heyvê ye… Ji tirsa behitiye, dirabe ser piyên xwe û diraje piştiya xwe, dixwaze bide pişta xwe. Dike û nake nikare piştiya xwe ji êrdê rake. Mâluma Hût xwe kiriye nav piştiya wê de… Dirabe milek hejik ji piştiye xwe diaveje û dike go bide pişta xwe, lê dîsa nikare ji erdê rake. Dido-sisê milê dî jî, ji hejikê xwe diavêje heta ku takek hejik bi tenê dimêne… Hê di vî halî de, Hût diraje Zêrka Zêra dide milê xwe û dibe wê dike şikefta xwe ya di qûntara çiyayê Cudî de. Şikefteke gelekî kûr û asê ye, ji bo vê yekê Zêrka Zêra nikare ji şikeftê derkeve. Hût jî her roj diçe neçîrê. Dîsa rojekî ji va rojan, Hut çûye nêçîrê…. Wexta ku ji neçîrê tê, kopalekî dirêj li ser milê wî ye, kopalê xwe ji rûviyan, ji kîvrojkan, ji teyrikan, ji turikan û ji kewan dagirtiye. Hût nezîkî şikeftê dibe û kopale xwe yê dagirtî dibe mirrrr diavêje şikeftê. Hût her roj di vî mîadî de diçe neçîrê û tê. Şivanê pezê malbavanan Zêrka Zêra jî her roj pezê xwe têne mêrga mezin, ji bo ku bide çêrandin. Mêrga mezin jî, li nezîkê şikefta ku Zêrka Zêra têde hepiskirîye. Şivan nizane ku Zêrkazera a li nezîkî wî ye. Nêriyekî wî Şivanî heye, her roj wextê ku dibe nezîkê berêvarê wûnda dibe, lê piştî nîv seetî tê. Şivan ecêbmayî dimêne, dibe yaw li serî vî çiyayî ev nêrî bi kûde diçe, çi dixwe? Rojekî Şivan dibe wellah ezê li pey vî nêrî çim bê ka diçe kû derê. Berêvarkî dîsa nêriyê me dikeve ser rê de, berê xwe dide şikeftê di dora wê de diçe û te… Şivan diçe ser şikeftê dibakê ka hinek di vê şikeftê de hene an na. Dengek ji şikeftê tê, deng dengê Zêrka Zêra ye… Şivan deng nas dike. Zêrka Zêra dibêje: Wa Şivano, şivanê mala bavêêê minoooo, pez berdaye mêrga mezinoooo…” û dûv re hal û meselê, ya ku hatiye serê wê, ji Şivan re dibêje. Zêrka zêra: Wa Şivanê mala bavê mino, here gund bêje bavê min û heft birayê minoooo, bila werîsê heft gundan, heft bêran û heft tevran bênin û werin min ji vê şkeftê derênin û ji Hût xelaskin. Di nava vê sala derbasbûyî de, heft zarokê Hût û Zêrka Zêra çebûne. Zêrka Zêra dibêje zarokê xwe “Ez ê çime mala xalo, kevçîkê kuto kuto ji were bînim.” Şivanê mala bave Zêrka Zêra diçe gund, ji dê û bavê wêre dibêje, - min keça we li çiye dîtiye, hal û mesela wê ev e. Wextekî ku Hût diçe neçîrê, malbata Zêrka Zêra kar û barê xwe dikin û tên wê ji şkeftê diderênin û dibine malê. Hût ji neçîrê tê ku va Zêrka Zêra ne li malê ye… Dibêje zaroka: - Ka diya we?
Zarok dibêjin - wellah diya me got, ezê çime mala xalo, kevçîkê kuto kuto ji were bênim. Hût dikê here, dibe çawa be û çilo be jî ez ê dîse birevênim. Hût cilne feqîra yê mîna ku ewên li gunda digerin, li xwe dike û tûrikekî dide milê xwe diçe gundê Zêrka zêra, li devê deriyê mala Zêrka Zêra disekine…Li derî dide (teq…teq…teq). Dayika Zêrka Zêra derî vedike. Hût dibêje “Ez feqîrekî Xwedê me, ez ji xwe re digerim li gundan û bajaran, bi xêra xwe hun karin hinek nîsk, savar an jî pera bidin min?” Dayika Zêrka Zêra dibêje -Ser sera û ser çava, ma insanetî miriye. pênc deqeya li vir bisekine ezê herime hindirû ji tere tiştna bênim. Zêrka Zêra tê, dimêzêne ka kîye li devê derî, ku çawa çav bi wî zilamî dikeve nasdike ku va Hût bixwe ye… Zêrka Zêra qîra dide : - Wa yadêêêêêê va Hût e, wê min bibe!… Ciya Zêrka Zêra îşê xwe Ji Zêrka Zêra na êne, dibe - Hûtê çi û halê çi, ew feqîrekî xwedê ye… Û li hindirê malê tiştna hazir dike ji bo feqîr! Lê ma çi , Hût xwe zer dike Zêrka zêra, wê digre û wê careke din direvîne. Çiroka me li nav zeviyan rehm li dê û bavê me hemuyan.
Your account will be renamed
biguhêreHello,
The developer team at Wikimedia is making some changes to how accounts work, as part of our on-going efforts to provide new and better tools for our users like cross-wiki notifications. These changes will mean you have the same account name everywhere. This will let us give you new features that will help you edit and discuss better, and allow more flexible user permissions for tools. One of the side-effects of this is that user accounts will now have to be unique across all 900 Wikimedia wikis. See the announcement for more information.
Unfortunately, your account clashes with another account also called Torio. To make sure that both of you can use all Wikimedia projects in future, we have reserved the name Torio~kuwiki that only you will have. If you like it, you don't have to do anything. If you do not like it, you can pick out a different name.
Your account will still work as before, and you will be credited for all your edits made so far, but you will have to use the new account name when you log in.
Sorry for the inconvenience.
Yours,
Keegan Peterzell
Community Liaison, Wikimedia Foundation
03:11, 18 adar 2015 (UTC)
Renamed
biguhêreThis account has been renamed as part of single-user login finalisation. If you own this account you can log in using your previous username and password for more information. If you do not like this account's new name, you can choose your own using this form after logging in: Taybet:GlobalRenameRequest. -- Keegan (WMF) (talk)
09:22, 19 avrêl 2015 (UTC)