Tîpên mezin biguhêre

Silav Tütig Seg tîpên mezin ji bo navên taybet tê bikaranîn. kurdî soranî hewd ne nav in, peyv in. Ji kerema xwe guhertinên bi vê awayê neke. Penaber49 (gotûbêj) 10:20, 21 tebax 2023 (UTC)Bersiv bide

Ez fam nakim ka ew çawa ne nav in? Bo nimûne (Soranî) navê zaravayê Kurdî ye, (Kurdî) navê ziman e, ev hemû nav in bira Tütig Seg (gotûbêj) 10:34, 21 tebax 2023 (UTC)Bersiv bide
Belê, nav jî nav e, tu Nav nanivîsî, ji ber ku navekî rêzimanî ye, nimûne jî nav e, zarava jî nav e, bira jî; lê mezin rengdêr e û kirin jî lêker e, lê dema tu li navê kesî dipirsî, navê te çi ye?, mirov bersiv dide te, navê min Azad e, navê min Azadê Kurdî ye. Azadê Kurdî, navekî taybet e, bi kurdî dizane, zimanê wî kurdî ye. Bi almanî, hemû nav bi tîpên mezin tên nivîsin, heke ez ne çewt bim, fransî hemû rengdêr jî bi tîpên mezin dinivîsin. Lê kurdiya îro hindek pratîktir û hêsantir e:
Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 11:48, 21 tebax 2023 (UTC)Bersiv bide
Min nizanibû, lê ez bawer dikim çêtir e ku meriv her navek bi herfek mezin binivîsîne da ku meriv ferqdîtinê hêsantir bibîne, Lê eger tu wisa bibêjî ez ê wek ku tu dixwazî ​​bihêlim. Tütig Seg (gotûbêj) 12:17, 21 tebax 2023 (UTC)Bersiv bide

Bikaranîna ı/i yan i/î biguhêre

Silav Tütig Seg, tu çawan î? Di warê zimanê kurdî yê başûr de, gelo çavkaniyên te hene ji bona bikaranîna ı/i yan i/î? Standard heye, yan na? Kitêbên bi tîpên latînî hene? Spas. --MikaelF (gotûbêj) 07:32, 21 adar 2024 (UTC)Bersiv bide

Silav û rêz heval, Sîstema nivîsandinê ya standard ji bo kurdiya başûrî tune ye, alfabeya latînî û erebî tune, ji ber ku tu carî wekî zimanekî edebî nehatiye bikaranîn, ez kurdiya başûr im û tenê bikaranîna İi û Iı tercîh dikim ji ber ku ew bêtir li kurdiya başûr tê, Heya ku ji bo kurdiya başûrî pergala nivîsandinê ya standard tunebe, em kîjan sîstemê bixwazin dikarin bi kar bînin û ez bi xwe jî bi awayê nivîsandina zazakî tercîh dikim, Heger min xeletî kir min bibore û ji bo Kurmancîya xwe ya xerab bibore :') Tütig Seg (gotûbêj) 22:16, 22 adar 2024 (UTC)Bersiv bide
Birêz @Tütig Seg, zor spas ji bo bersiva te. Hertim serkeftî bî! MikaelF (gotûbêj) 08:52, 23 adar 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav Tütig Seg niha ji bo kurdî tenê yek alfebeyek latînî ya standard heye ew jî alfabeya Mîr Celadet Bedirxan e. Zazakî jî ji xeynî rêveberên wîkîpediya zazakî li gelek cihan bi alfabeya Celadet Bedirxan tê nivîsandin. Ji wîkîpediyayê bigire heya medya û pirtûkên kurdî hemî yek alfabe bikar tînin divê em jî bi heman alafabeyê berdewam bikin. Silav û serkevtin. Penaber49 (gotûbêj) 12:20, 23 adar 2024 (UTC)Bersiv bide
tu rast dibêjî lê ev baştir e bi taybetî ji bo Kurdîya başûrî
Kurdîya başûrî dengê "Ii" pir bikar tîne
Weku "Zimanê Kurdî" bi Kelhurrî "Ziwani Kurdî" Eger "Iı" bikaranîn "Zıwanı Kurdi"
"Iı" baştir e ji bo paşgira "Ii" li Kurdîya başûrî
bi rastî İi û Iı baştir e ji bo hemû zaravayên zimanê Kurdî. Tütig Seg (gotûbêj) 16:49, 23 adar 2024 (UTC)Bersiv bide
Ev tenê nêrîneke. Dibe ku ji bo te tîpa ı ji i çêtir be lê nayê vê wateyê ku mirov bi serê xwe bikar bîne. Penaber49 (gotûbêj) 17:06, 23 adar 2024 (UTC)Bersiv bide
Temam e bira tenê pêşnîyarek bû 👍 Tütig Seg (gotûbêj) 17:15, 23 adar 2024 (UTC)Bersiv bide