Gotûbêja Wîkîpediyayê:Kategorîkirin

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê Penaber49 ve di mijara Problemên kategorîkirinê de

Standard biguhêre

(ku demê te heye): Silav Gomada, Tu dikarî nivîseke ser standarda çêkirina kategoriyan me binivîsî.

  • Çima kategorî tê çêkirin?
  • Çito tê çêkirin?
  • Rêxistin: ([1], [2])

Navên kategoriyên kurdî, mînak ku jan rast/çêtir e:

Em hertim li vir nîninê, pirr bikarhêner hatine-çûne ema ne gotine çito karên xwe kirine; ji ber vê yekê, nav danên kategoriyên me kaotîk e (bikarhêner nizanin çito kategorî hatine çêkirin). Paşê, li gorî ew standarda kategorî tên çêkirin--Ghybu (gotûbêj) 18:12, 30 sermawez 2012 (UTC)

Silav Ghybu tu rast dibêjî, divê em xebatekê ji bo kategoriyan bikin. Mixabin dema min pir kêm e, lê hêvîdarim wextê min wê rojekê çêbe û ezê hal bikim. Xx—Gomadapeyam 16:16, 2 berfanbar 2012 (UTC)
Kategorî:Bajar li gorî welatan çêtir e, an jî ger mirov fêm bike Kategorî:Bajarên welatan kurttir e. Di gelek wîkiyan de, ev kategorî bi peyva welat hatiye çêkirin, loma peyva dewletê nehewceye. Û Kategorî:Nivîskar li gorî welatan.—Gomadapeyam 13:40, 14 berfanbar 2012 (UTC)
Nivîsên Kategorî:Nivîskar li gorî zimanan, Kategorî:Nivîskar li gorî neteweyên û Kategorî:Nivîskar li gorî gelên rast in?--Ghybu (gotûbêj) 14:26, 14 berfanbar 2012 (UTC)
Kategorî:Nivîskar li gorî zimanan, Kategorî:Nivîskar li gorî neteweyan û Kategorî:Nivîskar li gorî gelan. Lê ma Kategorî:Nivîskar li gorî gelan pêwîst e?—Gomadapeyam 14:31, 14 berfanbar 2012 (UTC)
Kategoriyek vitira pêwîst e.--Ghybu (gotûbêj) 14:46, 14 berfanbar 2012 (UTC)
Kategorî:Erdhejên li Spanyayê çêtir e.—Gomadapeyam 13:40, 14 berfanbar 2012 (UTC)
Li gorî çêkirina kategorîyên din yekjimar (Erdhej li Spanyayê) ne çêtir e? (X li Y'ê / X yekjimar)--Ghybu (gotûbêj) 14:07, 14 berfanbar 2012 (UTC)
Ev kar hinekî tevlîhev e  , lê ez halo ji te re bêjim. Hinga X li gorî Y'ê be, X yekjimar û notr, lê hinga X li Y'ê be, X pirjimar rindtir e. Lewma Erdhejên li Spanyayê rindtir e.—Gomadapeyam 14:21, 14 berfanbar 2012 (UTC)

Problemên kategorîkirinê biguhêre

@MikaelF, @Ghybu, @Balyozxane, @Gomada, @Bikarhêner, @Penaber49, @KelêÛxelfetî, @Biyolojiyabikurdi, @Ferrus, Guherto @Ahmetbeg, @Avestaboy

Silav hevalno. Botekî hevalê Sakura emad (g · b · a) heye ku li gorî kategoriyên wîkiya inglîzî kategoriyan li rûpelan zêde dike. (binêrin detayan). Lê belê çend problem hene.

  1. Wîkiyên din Kurdistanê qebûl nakin loma kategorîkirina bajarên Kurdistanê li wir qels e. Bnr. en:Category:Turkish Kurdistan ku li vir wek Kategorî:Bakurê Kurdistanê ye. Loma ez dibêjim Kategoriyên Kurdistanê em bixwe çêkin. Bot kategoriya Bakurê Kurdistanê lê zêde neke. Jixwe pirraniya wan li vir bi awayekî baş hatine kategorîkirin. Herwiha en:Category:Cities in Turkey bi awayekî xirab hatiye çêkirin, bajar/bajarok/navçe tevlihev kirine loma divê ew jî neyê zêdekirin.
  2. Kategoriya Wîkiya inglîzî ya en:Category:Turkish people li vir wek Category:Kesên ji Tirkiyeyê hatiye çêkirin. Loma ger bot wê kategoriyê zêde bike, dê Mehmet Uzun bikeve kategoriya Kesên ji Tirkiyeyê. Lê belê jixwe ew rûpel di kategoriya Kategorî:Kesên ji Sêwregê ye, yanî ne hewce ye were lêzêdekirin. Yan jî em dikarin vê kategoriyê bi kategoriya almanî de:Kategorie:Person (Türkei) girê bidin û kategoriyeke nû wekî Kategorî:Hevwelatiyên Tirkiyeyê çêkin ji bo ku em karibin kategorîkirina hevwelatiyê jî çêkin.
  3. Wekî ku birêz Ghybu li vir dibêje wîkiya inglîzî carinan rûpelan lîste dike yanî Colêmerg hem di kategoriya Kategorî:Colemêrg de hem jî di kategoriya Kategorî:Navçeyên Hekariyê de ye. Bi ya min em jî vê standardê bi kar bînin. Ji ber ku dema kesek li kategoriya Navçeyên Hekariyê binêre, karibe bêyî ku here binkategoriyan rûpelên navçeyên Hekariyê bibîne û dilê wê/î kîjanî bixwaze bixwîne. Jixwe wîkiya inglîzî hertim wisa nake. Loma bi ya min adaptekirina wê ti problem çênake.

Gelo fikrên we ji bo problemên li jor çi ye? --Balyozxane (gotûbêj). 17:30, 7 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav @Balyozxane, Sakura emad, û Ghybu: rastî divê em li ser wîkîpediya kurdî herdem behsa beşên erdnigariyên Kurdistanê bikin. (Mîn. Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilata Kurdistanê) Ez bi du awayan difikirim; yek piştî ku kategorî bi botê hate çêkirin hemî Kategoriyên erdnîgarî û kategoriyên kesan (mîn. kesên ji Bakurê Kurdistanê) biguherînin, didu kategoriyên erdnîgarî û jînenîgariya kesan bi awayê manuel çêkin, yên din tenê bila bi botê bêne çêkirin. Penaber49 (gotûbêj) 18:46, 7 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela projeya "Kategorîkirin".