Gotûbêj:Rojavaya Kurdistanê

Şiroveya dawî: 28 gulan 2023 ji aliyê 188.119.13.182 ve di mijara Başûrê Kurdistanê û Rojava. de

Bawer dikim em vî navî weke Rojavayê Kurdistanê biguherin çêtir e. Rastiya peyvê mê ye yan na tiştekî din e. Di nav gel de çawa tê bikaranîn ew muhîm e. Li ser înternetê jî diyar dibe; 6.760 encam bo Rojavaya Kurdistanê û 262.000 encam bo Rojavayê Kurdistanê hene.—Gomadapeyam 15:31, 3 adar 2016 (UTC)Bersiv bide

Birêz Gomada, li înternetê 443.000 encam bo Roboski hene; 5.130 bo Robozik û 3.320 jî bo Robozkê. Bi vî awayî, divê em gotara Robozik jî biguherînin bo Roboski? Bi dîtina min Rojavaya Kurdistanê baş e, li Wîkîferhengê jî forma sereke wisa ye. Silavên germ bo te, xebetxweş --MikaelF (gotûbêj) 16:55, 3 adar 2016 (UTC)Bersiv bide
Min destpêka gotarê wisa guherand: "Rojavaya Kurdistanê (herwiha Rojavayê Kurdistanê tê gotin)" Silav --MikaelF (gotûbêj) 16:59, 3 adar 2016 (UTC)Bersiv bide

Ez mebesta cenabê te fêm dikim lê bikaranîna Roboski ya li ser înternetê bi giştî ji çavkaniyên biyanî (tirkî) ye, ango ne ku bikaranîna bi kurdî ye. Herwiha bikaranîna xelet a navê cihekî û mînaka ez didim ne eynî tişt in. Nêrbûna peyvên aliyên erdnîgarî ya di nava gel de, ji malê destpê dike, lê gotinek wek Roboski tenê bihîstina ji înternet û televizyonan e. Lêzêdekirina awayê nêr fikrekî baş e. Silafên germ!—Gomadapeyam 08:26, 4 adar 2016 (UTC)Bersiv bide

great Irân = great Kurdistân biguhêre

I am devotee of you. God help you. I expect Turkish government would be collapsed and Kurds would be the ruler of Anatolia.do not let your language be forgotten. break a leg.

Sirûda Rojava biguhêre

Sirûda netewî ya rojava Kendal Manişe ne Ey Reqîb'e.Mehk63 Peyam 07:20, 1 tîrmeh 2016 (UTC)Bersiv bide

Gotara Bijartî biguhêre

Ev rûpel a gotara bijartî ye u çima di nav zimanên de stêrka wi naye nişandayin ?.

Mirov dema bikeve zimaneki din li ber zimanê kurdî * stêrk naye xuyandin gelo çima ?.

Bikarhêner:MikaelF Bikarhêner:Ghybu Bikarhêner:Gomada Xwedêda (gotûbêj) 11:03, 10 rezber 2016 (UTC)

@Xwedêda: Na, Mixabin kêmasiyên mezin hene: agahî, çavkanî...--Ghybu (gotûbêj) 18:57, 10 rezber 2016 (UTC)

Perwerde biguhêre

Behsa perwerdeya wê nehatiye kirin. Ji seretayî heya zanîngehê bihata nivîsîn dê gelekî sûdmend be.TÎRÊJ ZANA (gotûbêj) 22:05, 24 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide

Başûrê Kurdistanê û Rojava. biguhêre

Di nivîsê de hatiye nivîsandin ku başûrê Kurdistanê (Hikûmeta Herêma Kurdistanê) li dijî rêveberiya Rojava ye. Lêbelê, tu çavkanî nehatiye zêdekirin. Li gel van hemûyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dost û hevalbendê eşkere yê rêveberiya Rojava ye. Ez ji bo rakirina qada têkildar pêşkêşî agahdariya we dikim.

- Kurmancê Mêrdîn. 188.119.13.182 16:06, 28 gulan 2023 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Rojavaya Kurdistanê".