Gotûbêj:Nova Scotia

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê Avestaboy ve di mijara Navê welat de

Navê welat biguhêre

Silav hevalno @MikaelF ,@Ferrus , @Penaber49 , @KelêÛxelfetî , @Ghybu @Gomada @Biyolojiyabikurdi , @Mehk63 Hûn çawanin? Başin ? Li gorî min ger em sernavê gotara Nova Scotia bikin Nû Skotlenda dê çêtir be. Mesela bi tirkî Yeni İskoçya , bi spanî Nueva Escocia , bi fransî Nouvelle-Écosse ,bi zazakî jî İskoçya Newiye tê gotin .

Avestaboy (gotûbêj) 10:16, 29 adar 2023 (UTC)Bersiv bide

Pêwîst e were guhertin Penaber49 (gotûbêj) 12:10, 29 adar 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav, gelo "Skoçyaya nû" baştir nin e? Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 13:05, 29 adar 2023 (UTC)Bersiv bide

@Biyolojiyabikurdi Sernavê gotar li ser Wîkîpediyayê bi kurmancî Skotlenda ye . Lewma Skotlenda jî Skoçya çêtir e . Avestaboy (gotûbêj) 14:02, 29 adar 2023 (UTC)Bersiv bide
Bi dîtina min, Nova Scotia yan Nova Skotya. Navê herêmê bi inglîzî Nova Scotia ye, ne New Scotland. Ne hewce ye em nav wergerînin. Wekî din, welatê ewropî Skotlenda jî baş e :) Silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 14:56, 29 adar 2023 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF Ew ne rast e . Nova Scotia wergera latînî ya Nû Skotlenda ye.Bi taybet kanadiyên îngilîzîaxêv ji parêzgehê re dibêjin Nova Scotia. Li Kanadayê ema zimanên cuda tên axaftin. Zimanê fransî li Kanadayê li gel inglîzî zimanekî fermî ye. Zimanên din jî hene. Bi fransî ji parêzgehê re dibêjin Nouvelle-Écosse û bi skotlendiya keltî (Scottish Gaelic )
navê parêzgehê Alba Nuadh e û ne Nova Scotia ye. Avestaboy (gotûbêj) 19:01, 29 adar 2023 (UTC)Bersiv bide
Diyar e ku piraniya zimanên nûlatînî navê ha werdigerînin, lê forma xwerû "Nova Scotia" (Nova Skotya) di zimanên germanî de bi vî rengî maye. Heke tu bixwazî sernav bikî Nû Skotlenda, Skotlendaya Nû, ew jî baş e. :) Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 21:46, 29 adar 2023 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF Wîkîpediyaya almanî Nova Scotia wekî sernav bikar tîne. Lêbelê, bi zimanê almanî peyva Neuschottland jî weke alternatîv he ye. Û almanî zimanekî germanî ye. Navê New Brunswick , mesela, beyanîkirina navê almanî ya berê Neubraunschweig

ye . Îro jî navê bi înglîzî New Brusnswick bi zimanê Almanî ji navê Neubraunschweig zêdetir bikaranîn (dibe ku ji ber sedemên siyasî ) . https://www.duden.de/rechtschreibung/Neuschottland?amp mAvestaboy (gotûbêj) 22:19, 29 adar 2023 (UTC)Bersiv bide

Di warê navên cihan de li Wîkîpediya bi spanî tistekî gelekî sosret çêbûye. Derveyî Wîkîpediyê, li Ketelonya hemû navên gund û bajaran, hemû bi fermî tenê bi ketelanî ne, piştî dîktatoriya Franco di 1975an de hemfehmî û biryara hemû (!) partiyên siyasî yên demokratîk wê gavê bû. Li Ketelonya gava mirov spanî diaxive û behsa navên bajaran dike, navên ketelanî bi kar tînin û rêz dikin ku bi ketelanî ne. Lê di Wîkîpediya bi spanî de hemû devernavên ketelanî werdigerînin bo zimanê spanî û bêhna dîktatoriyê (1939-1975) û dij-ketelanîtiyê tê pozê mirov û bikarîner û rêvebirên wê Wîkiyê vê rewşê diparêzin! Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 07:51, 30 adar 2023 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF , @Biyolojiyabikurdi , @Penaber49 @KelêÛxelfetî , @Balyozxane @Ferrus

Gelo hûn pêşniyara min qebûl dikin ? Heke hûn dixwazin em çend rojan dengdankî jî dikarin bikin. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 09:57, 30 adar 2023 (UTC)Bersiv bide

Peyva Nû Skotlenda li min xerîb tê. Lê heke pirranî vî navê dixwazin,bila wîsa be. Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 12:10, 30 adar 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav heval @Biyolojiyabikurdi Gelo tu bi tevahî li dijî bikaranîna sernavekî kurdî yî an pêşniyareke te ya din heye? Avestaboy (gotûbêj) 08:55, 1 nîsan 2023 (UTC)Bersiv bide
silav, peşniyara min "Skoçyaya nû" bû, lê dibe ko ez şaş difikrim. Bilêvkirina Peyva "Nû skotlenda" piçek xerîbê min hat. Navê Zelendaya nû jî wekî Nû Zelenda hatiye guhertin.Ji bo standartkirinê bila ev nav jî wekî "Nû Skoçya" an jî "Nû Skotlenda" were guhertin. Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 10:06, 1 nîsan 2023 (UTC)Bersiv bide
@Biyolojiyabikurdi Skoç na be.Ji ber ku Skoç navê Gele .Skoçya û Skotlenda herdu rastin . Lê sernavê gotarê Skotlenda û ne Skoçya ye .Em dikarin ema Nû Skoçya beralîbikin û wek hemwate binivîsin .

https://www.kdp.info/a/d.aspx?l=16&a=93949

Avestaboy (gotûbêj) 12:04, 1 nîsan 2023 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Nova Scotia".