Gotûbêj:Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê MikaelF ve di mijara Navenda Çandî ya Kurdî ya Ahmet Kaya de

Navenda Çandî ya Kurdî ya Ahmet Kaya biguhêre

Silav @MikaelF "Navenda Çandî ya Kurdî ya Ahmet Kaya"—Çavkaniyê lê bigere: Google (kitêb · nûçe · zanyarî · wêneyên azad · WP çavk· JSTOR · NYT · Kitêbxaneya WPyê

Qet nayê bikaranîn loma ne hewce ye tevlî bikî. Qewet be! --Balyozxane (gotûbêj). 19:08, 24 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Silav Balyozxane, mixabin forma Navenda Çandî ya Kurdî ya Ahmet Kaya jî hewce ye. Navendeke kurdî ye, yan navendeke kurdan e, lê ne navendeke kurd e. Bimîne di xweşiyê de û qewet be! --MikaelF (gotûbêj) 19:21, 24 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Birêz MikaelF, Ferq nake navendeke çi ye, bi vî navî tê nasîn û ne hewce ye bi navekî din serê mirovan em gêj bikin. Herwiha li ser gotûbêja te dibêje Ensîklopediyek bê çavkanî, ne ensîklopedî ye ka çavkaniya vî navî? Dîsa jî min ê bigota bila bimîne ji bo xatirê te lê belê min dûre ferq kir ku te navê Êrîşa li dijî Navenda Çandî ya Kurdî ya Ahmet Kaya li Parîsê 2022 jî guhartiye. Qet nebe bila ew bi navê orîjînal bimîne. --Balyozxane (gotûbêj). 19:29, 24 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Hevalê min @Balyozxane:, ez spasiya te dikim ji bo vê şirovekirinê, lê ez nikarim titişt li dijî lojîka xwe bikim, min karê xwe kir, min nav guherand; aniha karê xwe bike, dîsa biguherîne, heke dilê te hebe bike navendeke kurd. Silavên germ. --MikaelF (gotûbêj) 19:47, 24 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF Axaftinên bi vî awayî yên tinazker dibin sedema ûsluba min a tûj. Min ji te re rave kir çi xelet e û çi ne li gorî "lojîka Wîkîpediyayê" ye. Niha dibêjî "heke dilê te hebe bike navendeke kurd". Welleh te niha gelek dilê min êşand û te gelek eyb kir. Ez jî spasiya te dikim. --Balyozxane (gotûbêj). 19:56, 24 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF: Merheba keko. Mixabin ku li her derî bi forma xelet a wek "Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya" hatiye nivîsîn. Lewma mecbûren em ê jî bi vî awayî çêkin, heya ku forma rast berbelavtir bû. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:01, 24 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: Gelek spas ji bo bersiva te. Her hebî. --MikaelF (gotûbêj) 21:13, 24 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: bira, li min bibore. Tu di Wîkîpediya kurdî karekî gelek baş û dirust dikî! Silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 21:13, 24 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya".