Gotûbêj:Mewlûd Oguz

Dîrokzan li kîjan zanîngehê derdariyê dike, kîjan pirtûkên wî hene û ISBNyên wan ka? Di gotarên ensîklopedîk de agahiyên bingeh jiyan, mirin, pîşe, berhem in. Çavkanî pêwîst in. Helbestan nekin gotarê, ew jî nabe lewra helbest heger fîlozofiya kurt û mînak a jînenîgariyekê dide, girîng in. Xêra xwe gotarê ji nû ve binivîsînin û saz bikin. Bi vê awayê dê were jêbirin. Xebat xweş.. --Bablekan 14:47, 10 rêbendan 2012 (UTC)

Dîploma zanîngehê girîng e lê têra gotarên ensîklopediyê nakin. Min du zanîngeh bidawîkirine, lê navê min nakeve ensîklopediyekê. Salê 100 hezaran kes zanîngehên dîroknasî, psîkolojî ûêd bidawî dikin. Bawer dikim we taybetî û mentiqa ensîklopediyê û Wîkiyê baş tênegihîştiye. Hejmarên ISBN yên pirtûkan? Lînkên xebat û lêkolînên dîroknasiyê? Nûçeyên derbareyê konferansên helbestvanan ûêd? --Bablekan 14:53, 10 rêbendan 2012 (UTC)
Li ser Xarpêtê, Kercosê, gund, xwarinên herêmê, li ser têgînên dîroknasiyê, wargehên balkêş ên herêmê, jînenîgariyên dîroknas, dîrokzanên mezin ên cîhanê ûêd binivîsîne. Wîkîpediya kurdî wiha dewlemend dibe. Mirov li ser xwe nanivîsîne, dîhêle gel an dîrok binivîsîne. Gotaran de reklama profîlên torên têkiliyê nabe, reklam qedexe ye. Ji ber ku di warê dîrokzanî û helbestvaniyê de berhem, lêkolîn, konferans hwd ên te nînin, gotara te vê gavê dikeve bin kategoriya "kurd". Heger rojekê berhem bûn, dê werin aktûalîkirin. Nebin jî dê were jêbirin. Li hêviya xebata te bo ensîklopediya kurdî. Dem baş.. --Bablekan 07:51, 11 rêbendan 2012 (UTC)

Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî! biguhêre

--MikaelF (gotûbêj) 07:04, 18 berfanbar 2014 (UTC)

Vegere rûpela "Mewlûd Oguz".