Gotûbêj:Mele

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Gomada ve di mijara Navê gotarê: "Mela" an "Mele" de

@Xwedêda, Ghybu, û Bikarhêner: Gotar ne ensîklopedîk e. Ji ber wê min şablona jêbirin lê zêde kiriye!--Balyozxane (gotûbêj) 20:31, 21 adar 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Balyozxane. Erê gotar bêçavkanî ye feqet çavkanî hene (tên dîtin). Bnr. interikî, bo mînak: [1]--Ghybu (gotûbêj) 20:40, 21 adar 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Bira, di gotarê de ji aliyê ensîklopedîkbûnê ve pirsgirêkek nîn e. Gotar li ser îzahkirina têgeh - miesseseyeke dînê Îslamê ye û bi zimanên din jî heye (binêre: https://en.wikipedia.org/wiki/Mullah, https://tr.wikipedia.org/wiki/Molla). Lewma divê şablona jêbirinê jê were rakirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:41, 21 adar 2020 (UTC)Bersiv bide
Min li van nêrî. Li wan gotaran de çavkanî hene li vir tunne ye. Çavkaniyên interwîkî dibe?--Balyozxane (gotûbêj) 20:44, 21 adar 2020 (UTC)Bersiv bide
Divê li vir jî çavkanî hebin, lê hebûna înterwîkiyan nîşana biçavkanîbûnê ye. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:46, 21 adar 2020 (UTC)Bersiv bide

Birayê delal Wikipedia kurdî cîhê êynad (rik) nine, Gotara Mele ji xwe ansîklopedîk e. Qet tê de çavkanî tunebe jî dîsa ansîklopedîk e lê şablona bê çavkanî tê ser. Bê çavkanîbûn û ne ansîklopedîkbûn ji hev cûda ne. Ma ez bi niyetekî xirab gotara beralî nakim, bawer bike ez tenê yên ne ansîklopedîk beralî dikim Xwedêda (gotûbêj) 14:27, 22 adar 2020 (UTC)Bersiv bide

Navê gotarê: "Mela" an "Mele" biguhêre

@Xwedêda, Ghybu, Mohajeer, MikaelF, û Gomada: Merheba hevalino. Navê gotarê wek "mele" hatiye qeydkirin, lê di gelek çavkaniyan de forma rast wek "Mela" tê diyarkirin (Nimûneten: Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya M. Malmîsanij û yên din, Weşanên Rûpel, Çapa Yekem, Stenbol 2012, r. 180). Û di gelek çavkaniyan de jî forma "Mela" tê bikaranîn. Lewra divê navê vê gotarê jî wek "Mela" were guhetin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 09:22, 5 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide

Herdu jî tên bikaranîn, mînak Melayê Cizîrî re Mela tê gotin, ji Mele Mehmûdê Bazîdî û Mele Mistefa Barzanî re jî Mele dibêjin, yanê herdû jî dibin. Lê bi texmîna min Mela zêdetir e.( Ji di gotarê de herdû jî derbas dibe) Xwedêda (gotûbêj)
@Xwedêda û Bikarhêner: Wek tê zanîn herdu peyv jî li Kurdistanê tên bikaranîn. Ez bixwe bikaranîna peyva Mela baştir dibînim. Silav û rêz.Mohajeer (gotûbêj) 16:25, 5 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Ez jî bi peyva mela re me. Qewet be!—Gomadapeyam 11:06, 20 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Mele".