Gotûbêj:Míriam Nogueras
Şiroveya dawî: 5 hezîran 2024 ji aliyê Avestaboy ve di mijara Ew ketelan e de
Ev rûpela gotûbêjê ji bo nîqaşên li ser pêşvexistina Míriam Nogueras e. Ev ne forumek e ku li ser mijara gotarê nîqaşên gelemper li dar bixin. |
Polîtîkayên gotaran
|
Çavkaniyê lê bigere: Google (kitêb · nûçe · zanyarî · wêneyên azad · WP çavk) · JSTOR · NYT · Kitêbxaneya WPyê |
Ew ketelan e
biguhêreBirêz @Avestaboy, ma tu çima Míriam dikî "spanî"? Ji bona paspora wê? Ew ketelan e. :) MikaelF (gotûbêj) 20:36, 4 hezîran 2024 (UTC)
- Silav hevalê @MikaelF
- Ew mi mijarek zor e . Jixwe min nivîsandiye ku ew bi eslê xwe ketelan e . Ez gelê ketelan hez dikim. Mixabin Ketelonya aniha ne serxwebûn e . Lewma Miriam li gorî qanûnan spaniya ketelan e. Gelo tu li ser vê mijarê çawa difikirî ? Avestaboy (gotûbêj) 05:29, 5 hezîran 2024 (UTC)
- @Avestaboy, ne mijareke dijwar e, hêsan e, mirovê ku li Ketelonyayê çêbûye û bi zimanê ketelanî dizane ketelan e. Ketelan xwedî ziman û çandeke cuda ne, piraniya ketelanan xwe wek spanî nahesibînin. Welatê ketelanan Catalunya ye, berî mirov jî digot Països Catalans (Welatên Ketelanî), ji ber ku li derveyî Ketelonya, li Valensiya, giravê Balear, li Rosselló (Fransa) û li rojhilatê Aragonê jî mirov zimanê ketelanî xeber didin. Ketelonya îro di nav dewletên spanî, fransî û îtalî de ye.
- Di pey referendûma 2017an re rewşa ketelanan giran bû, stemkariya siyasî ya dijketelanî xurtir dibû û dîsa tirs kete nav ketelanan, civat hindik dezmobîlîze û jihevdeketî bûye. Ketelan, wek gelê kurd, bi tahdeya psîkolojîk ya giran ve rû bi rû ne.
- Tiştekî sosret ê Wîkîpediyên mezin wek ya bi ingilîzî ew e, li gorî wan ketelan spanî ne, ji ber ku xwedî hevwelatiya Spanyayê ne. Lê mirovên navdar ên wek Richard Burton ("aktorekî walesî" bû), Tom Jones ("stranbêjê walesî" ye), ne brîtanî ne... Ez bi vê baweriyê me, ku di Wîkîpediya bi inglîzî de lobîstên spanî û spanîxwez jî hene, Wîkîpediya bi spanî jî di bin bandora spanyolperestan de ye. Ez dizanim projeya Wîkîpediya ne platformeke siyasî ye, lê berçav e ku hin Wîkîpediya jî di bin bandora îdeolojiyên siyasî de ne û bikarînerên wana ne ewqas azad in. Bi kurt û kurmancî, heke em mirovek wek kurd pênase dikin, divê em bikarin mirovên din wek ketelan, bask, bretanî û hwd jî pênase bikin. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 07:40, 5 hezîran 2024 (UTC)
- @Avestaboy heke Míriam spaniya ketelan biwa, ez çewt ne bim, kurd jî tirkên kurd/tirkên çiyayî bibana. MikaelF (gotûbêj) 07:44, 5 hezîran 2024 (UTC)
- @MikaelF Min ne gotiye ku ew ne ketelan e . Her wiha ez na fikirim ku Wîkîpediyaya bi îngilîzî ji bo netewparêzên spanî karê lobî dike . Mesela İbrahim Tatlıses jî kurd e . Lê li ser Wîkîpediyaya bi almanî tê nivîsandin ku ew stranbêjeke tirk bi eslê kurd-ereb e. Îro mirov zêde li ser hemwelatiyên xwe û ne ji aliyê nijadê xwe ve tên hesibandin. Mesela li ser Wîkîpediyên din hemû siyasetmedarên Tirkiyeyê weke tirk û hemû mirovên Hindistanê wek hind têne kategorîzekirin. Lê li ser Wîkîpediyaya kurdî kategoriyên wek mînak siyasetmedarên Tirkiyeyê an jî aktrîsên hindistanî hene . Her wiha Ketelonya ne têne li Spanyayê ye . Ketelonyaya Bakur heta îro bêşeke Fransayê ye . Avestaboy (gotûbêj) 10:47, 5 hezîran 2024 (UTC)