Gotûbêj:Kîmyaya nukleer

Şiroveya dawî: 28 gulan 2023 ji aliyê Avestaboy ve di mijara Wîkîdane û standartkirina sernavan de

Wîkîdane û standartkirina sernavan biguhêre

Roj baş @Penaber49 , @MikaelF , @KelêÛxelfetî Ev gotar bi zimanên din jî he ye . Lê mixabin gotara bi kurdî bi tenê li ser Wîkîdaneyê tomarkirî ye . Her wiha ez difikirim ku sernav formel bibe wizeya atomî an jî wizeya navokî . Gotar û kategoriya Wize he ye. Em dikarin enerjiya atomî ji wek hemwate binivîsin . Ji ber ku sernav werin standardkirin û serên bikarhêneran tevlihev nebin. Silav û rêz https://www.kurdistan24.net/kmr/news/e1e80dab-ef19-4c44-ba47-82bbc61cfcae

https://www.dengeamerika.com/a/Iran-iaea-agreement-/6223274.html Avestaboy (gotûbêj) 09:07, 26 gulan 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav hevalno @MikaelF ,@Penaber49 , @KelêÛxelfetî û @Xaneqînî hûn çawa difikirin? Avestaboy (gotûbêj) 11:55, 27 gulan 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav Avestaboy, enerjî peyveke hind û ewropî ye. Di vê pêvajoyê de divê wîkîpediya di derbarê peyvan de neyê şidandin. Ez wiha difikirim navê gotaran bi navê ku herî hêsan ji aliyê xwendevanan ve tê zanîn bimîne êdî çêtir e. Di naveroka gotarê de, di nav despêka gotarê mirov dikare navên alternatîv lê zêde bike. Mînak: Enerjiya atomê yan jî wizeya atomê . Penaber49 (gotûbêj) 12:06, 27 gulan 2023 (UTC)Bersiv bide
Dembaş! Gelo wize (power) hevmaneya enerjî (energy) ye? Gelo Nuclear Power (wizeya nukleer) heman Nuclear Energy (enerjiya nukleer/atomê) ye yan na? Silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 16:34, 27 gulan 2023 (UTC)Bersiv bide
Êvar baş hevalno @Penaber49 , @MikaelF
Enerjî peyveke yewnanî ye ku bi form û riya zimanê fransî derbasî zimanên din dibe. Erê rast e hevalê Penaber49 ku zimanên kurdî , fransî û yewnanî zimanên hind û ewropî ne . Lê dîsa jî ew peyveke fransî/yewnanî ye .Peyvên hindûewropî peyvên ku serî de di zimanên hindûewropî de bûne . Mesela peyvên (bi inglizî new) an jî stêr ( bi inglizî star ) peyvên hindûewropî ne . Peyva enerjî di sedsala 18an de ji zimanê fransî derket. Mesela ew peyv derbasê zimanê tirkî jî bûye . Lê zimanê tirkî dîsa jî ne zimaneke hindûewropî ye . Ez naxwazim peyva enerjî qedexe bikim . Ji bo min hemû 3 peyv wize , enerjî an jî vejen
weke hevok û navên alternatîv û beralîkirin derbasdarin. Ez tenê dibêjim ku ji bo sernav , rastnivîs û paşgiran standartkirin pêwîst e . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 17:55, 28 gulan 2023 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Kîmyaya nukleer".