Gotûbêj:Hiyeroglîfên misrî

Şiroveya dawî: 2 kanûna pêşîn 2023 ji aliyê MikaelF ve di mijara Misrî an Misiri ? de

Misrî an Misiri ? biguhêre

Êvar baş hevalno @MikaelF, @Ghybu@Penaber49 bi dîtina misirî ji guhertoya misrî çêtir e. Guhertoya misrî bandora zimanê erebî ye . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 18:53, 1 kanûna pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Ez jî wekê te difikirim Avestaboy. Penaber49 (gotûbêj) 20:51, 1 kanûna pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Bi ya min, bikaranîna "misrî" ti mesele ye, di ferhengan de ye. Gelo "misirî" ne hîperkorektî ye? Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 08:25, 2 kanûna pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy, @Penaber49, wekî din, gelo hûn dibêjin Diyarbekir, li Diyarbekrê/Diyarbekirê? Hewr/hewir (hewran/hewra, hewiran), befr/befir (befrê/befirê), berf, berif û hwd? Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 11:18, 2 kanûna pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF Min ne gotiye ku misrî çewt e . Min tenê got ku misirî ji misrî çêtir e. Navê welat Misir û ne Misr e. Hin mirov ji Tirkiyeyê ji Tirkiyê re dibêjin . Ew form derbasdar e ema ne rind e . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 12:41, 2 kanûna pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy mixabin, "çêtir" û "ne rind", ne zimanekî bêalî ye... :) çavkaniyan bide jkxr... MikaelF (gotûbêj) 18:50, 2 kanûna pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Hiyeroglîfên misrî".