Gotûbêj:Ehliyet

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê Avestaboy ve di mijara Nav de

Nav biguhêre

@Avestaboy, MikaelF, Guherto, û Bikarhêner:

Bikaranîna peyvê "Ajoname" gelek kêm e. Divê nav wekî Ehliyet were guhartin. --Balyozxane (gotûbêj). 18:26, 1 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Bikaranîna peyva "ehliyet"ê di praktîkê de jî zêdetir e, xisûsen li Bakur. Lewma bi min divê sernav bibe "ehliyet". -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:37, 1 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Ez jî dibêjim ehliyet çêtir e, em nikarin gotinên ko wiqasî kêm hatine şuxilandin weke nav binivîsênin. Divê karibê werê fêmkirin -- Guherto (gotûbêj) 23:29, 1 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav@Balyozxane, MikaelF, Guherto, û Bikarhêner: Zimanê kurdî zimanekî bindest e, lewma gelek kes wê peyvê nas nakin . Piraniya kurdên Bakurê Kurdistanê/Tirkiyê peyva bername jî nizanin ji ber ku tirk program dibêjin. Ji ber vê yekê guhertina sernavê bê wate ye. Min jixwe peyva ehliyet bi her awayî beralî kir da ku mirov vê gotarê bibînine. Ajoname jî wek ehliyet peyveke derbasdar e. Di peyvê de peyvên kurdî yên ajotin û name hene. Lewma piraniya Kurdan dizanin ku wateya peyv çi ye . Silav û rez

https://www.goethe.de/prj/mwd/ku/indeutschlandleben/deu/passundvisum.html

https://dogruhaber.com.tr/mobil/haber/195159-idiaya-li-nisebine-sixure-uris-hat-girtin/ Avestaboy (gotûbêj) 11:13, 2 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav @Avestaboy. Mixabin zimanê me bindest e û li ber sikratê ye. Mektebên me û medyaya me ya mezin (wekî tirkan) tine ku em peyvên çêkirî ji xelkê xwe re hîn bikin. Divê em di vî warî de hişyar bin. Piraniya xelkê me dema dest bi xwendinê dikin, dibêjin ew "zimanê aqademîq" e, jê ti tiştî fêm nakin û dest ji hînbûna xwendinê berdidin. Min berê digot qey ji ber peyvên devokî wisa dibêjin lê mixabin na (herçiqas ew jî roleke mûhim bilîze). Problema herî mezin peyvên çêkirî û soranî/farsî ne. Wextê kesek peyveke erebî/tirkî/inglîzî ya ku êdî di kurdî de bûye xwemalî dibîne, hema dest bi nijadperestiya peyvan dike ji ber ku ji tirk û ereban hîn bûne dixwazin zimanê xwe ji peyvên biyanî paqij bikin. Ew jî dibe sedem ku zimanekî çêkirî çêbe. Niha ti ferqa zimanê nivîskî ya kurdî û zimanê osmanî tine ye. Çawa ku osmanî bi peyvên farisî û erebî yên ku xelk bi kar nedianî tijî bû, îro kurdî jî bi peyvên farisî û soranî tijî ne. Nivîskarên me zimanekî çêkirî bi kar tînin û tenê kesên wekî tu û ez yên ku hewleke mezin ji bo hînbûna wan peyvan didin ji wan fêm dikin. Peyva ajoname herçiqas fêmkirina wê ji te re hêsan be jî, ji bo kesên din ne hêsan e û mirov nizane behsa çi dike. Ger peyveke wekî ehliyet hebe ya ku herkes jê bêyî ti zorî fêm bike, çi derdê me heye ku em peyveke wekî ajoname çêkin? --Balyozxane (gotûbêj). 17:45, 2 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Êvar baş hevalê @Balyozxane: Sedemên ku peyvên nû çêdibin pirr in. Ez nabêjim ku em hemû peyvên biyanî ji ziman derxin. Mafê her kesî heye ku peyvan çê bike .Peyv ne tenê ji hêla mirovên asayî, lê ji hêla mirovên rewşenbîr ve jî tên çêkirin. Ez jî mesela mîna mirovên asayî jî ji hemî gazozên porteqalî re Fanta dibêjim. Lêbelê, ew çewt e. Fanta tenê markeyek e. Ez di jiyana rast de ji hesteyê re jî çeqmaq (tirkî) dibêjim. Lêbelê, ez peyva heste jî nas dikim ji ber ku ez xwe agahdar dikim. Berê televizyona kurdî hwd. tunebû û . Niha çend kanal hene û li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî zimanê kurdî zimanê fermî ye. Û kurdiya osmanî jî zimanekî çêkirî (kurdiya medresî) bû. Qelem, kitêb û hwd. bûne peyvên xwemalî. Lê di rastiyê de tu kurd nabêje Ellah, Ekrad an Etrak. Avestaboy (gotûbêj) 19:54, 2 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy: li şûna sernavê gotaran hewl bide ku naveroka wan baştir bikî. Wîkîpediya kurdî pir li paş e ji aliyê kalîteya naverokan ve. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:06, 2 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy: Wîkîpediya ne cihê standardkirina gotinên nû ye, çi herî gelek di nav xelk de hebê ew ya herî baş e. Belê îḧtîmal heye "ajoname" werê fêmkirin lê ka ji mi re bêje, ez îro herim Wîkîpediyaya înglîzî û "Driver's license" bixim "Car control proof card" ma kes 'ediz nabê? Heke tu dixwazê gotineke nû ji bonî vî tiştî hebê divê ew gotin di nav xelk de hebê û werê şuẍilandin, lê gava pêşî ne li Wîkîpediya dest pê dikê. Guherto (gotûbêj) 22:23, 2 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide


@Penaber49, MikaelF, Guherto, û Bikarhêner: Kî biryar dide kîjan peyv çewt e û kîjan rast e? Mesela bi Almanî peyvên Astronaut ( astronot ) û Komonaut ( kozmonot ) jî ji hevwateya Raumfahrer ( esmanger ) pirtir tên bikaranîn. Digel vê yekê, sernavê gotarê dîsa jî Raumfahrer e ji ber ku kozmonot esmangerekî rûs/sovyetî û astronot esmangereke rojavayî ye. Bo nimûne, eger pirtûkek çend sernav hebin, nivîskarê Wîkîpediyayê dikare yekê hilbijêre. Min di gotarê de herdu peyvan jî nivîsand. Û peyva Ajoname ne tenê îro çêbû. Di ferhengan de, li ser Wîkîferhengê ye û di înternetê de jî tê bikaranîn. Ew hemî pîvanên peyvek derbasdar pêk tîne. Ji ber vê yekê ew ne peyveke xeyalî ye wekî ku hin li vir îdîa dikin. Avestaboy (gotûbêj) 00:04, 3 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav@Balyozxane: . Tu dikarî ji min re bibêjî çima te tenê navê gotarê wisa guhert? Rastnivîsîn rast e. Ji ber vê yekê sedemek baş tune ku tu peyvek derbasdar biguherînî. Avestaboy (gotûbêj) 14:00, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Ehliyet".