Gotûbêj:Agirî (parêzgeh)

MikaelF 10:32, 3 rezber 2007 (UTC) Navê bajêr Agirî ye an Qerekose? Navê herêma Agiriyê Agirî ye. Ji Qerekosê jî dibêjin Qerekîlîse, ev rast e, gelo?

Kara, qara, qera biguhêre

Peyva "Qere yan bi tirkî kara" ne bi tirkî ye, ji zimanê Grekî ye. Herwekî di tirkî de ticarî peyv bi tîpa "K an Q" destpênakin. Ango Qerekose-Karaköse ne bi tirkî lê bi Grekî ye. Mirov dikare bikarbîne, ne şaş e. Agirî dibe ku ji ber volkanan navê xwe girtibe.

Maneya navê "kara" bi grekî çi ye tu dizanî? Çend zimannas dibêjin dibe peyva "kara" hînd û ewropî be. Herweha, gava mirov zimanê tirkî bi tîpên erebî/farisî dinivîsand ev peyva ha "qera" an jî "qara" bû. MikaelF 13:34, 20 rezber 2007 (UTC)
Eslê peyva Qereçî çi ye, gelo? MikaelF 13:34, 20 rezber 2007 (UTC)
Eslê navên Qerekose û Qerekîlîse çi ye? Wîkîpedya tu dizanî?MikaelF 13:34, 20 rezber 2007 (UTC)

Rêhevalê hêja navê bajarê agirî yê herî kevn Şarbilax e ... dema jê re gotine şarbilax wê demê gund bûye. ez we re qala 400 an 500 sal berşya vê dikim. çavkanî recep maraşli dewleta osmanî navê şarbilaxê kiriye şorbulak... kurdî de: şar (bajar)bilax (cihê av, cihê avî) di kurdî de wateye şarbilaxê çavkaniya ava bajêr e (şehrin su kaynağı.

navê agirî di nava kurda de dîsa hebûye. neteva kurd tim gotiye agirî. lê gundiyên agiriyê hineke gotine şarbilax. hineke qereks, qerekose, qerekilîs, qerekilîse. lê ev navên mîna qerekose û qerekilîsê kurdî nîn in. navê wê yê herî kevn şarbilax e. navê wê yê herî kevn yê fillekî (ermenkî) jî vanadzor e.

Wîkîpediya hêj nezan e :) biguhêre

"Qereçî" navê bajarekî li Hindistanê ye. Çîgan (Mitirb, mirtiv, aşiq, qereçî, elekçî hwd) jî bi heman navî tên binavkirin. Çîgan bi xwe jî tê gotin, ji Hindistanê belav bûne. Ferhengeka meya etîmolojîk nîne (mixabin.. zanayên me bes sloganan davêjin, teral, bêkêr, bêber û beyom in) Ez bawer nakim ku bajarê Agirî yê niha xwedî dîrokeke kevn be. Gelek bajar wextekê bi heman navî lê li nêzîkan cihekî ava bûne. "Kara" bi Grekî ye lê ez niha nikarim çavkaniyek nîşan bidim. Min xwandibû lê nizanim li kur.. Wateya wê bi Grekî çiye nizanim. Di zimanên Slavî de peyveke nêzîk heye û tê wateya "baş, xweş". Hevdubirinûanîn didome.. --Bablekan 15:23, 22 rezber 2007 (UTC)

hevalê hêja çawa tu dibêjî Agirî bajarekî dîrokî nîn e ? binêrin ez wera çend navên Agirî dijmêrim

Agirî
Ararat
Qerekose
Qereks
Şorbilax
Masîs
Vanadzor

bajarekî dîrokî nebe çawa evqas navê wê çêdibin ?

ya din li navenda bajarê Agirî gelek dêrên dîrokî hebûn hemû bi destê dewleta tirk hatin hilşandin, ya herî dawî jî çend sal berîya wê hate hilşandin dewsa wê bû banke (banka)zîyareta oldarekî misliman (kurd) jî navenda agirîyê heye, dîroka wê herî kêm 500 sal e...

Silav û rêzên kurdewarî.Ev peyama bêîmze ya 88.252.101.88 (gotûbêjbeşdarî) e.

Serjimar (1997) û navçeyên biguhêre

  • Navend;106.695
  • Giyadîn;37.410, pivana erdê 1274 km² ye. Li Rojhilatê bajêr e.
  • Bazîd;91.994, pivana erdê 2383 km² ye. Navçe 93 km li rojhilatê Ag
  • Xamûr;20.738, pîvana erdê 898 km² ye. 15 km li başûrê bajar e.
  • Panos;119.958, pivana erdê 1421 km² ye. 82 km li başûrê bajar e.
  • Avkevir;19.606, pîvana erdê 798 km ² ye. Navçe 32 km dûr ji Agirî li ser rêya Erzirom - İranê ye
  • Dûtax;30.594, pîvana erdê 1562 km² ye. 43 km ji Agirî dûr e.
  • Tevahî ya serjimar herêmê (tevli gundên); 466.059 e.
Vegere rûpela "Agirî (parêzgeh)".