Roman (gel)

(Ji Çîgan hat beralîkirin)
Ji bo maneyên din li Roman binêre.

Roman, bi zimanê romanî: rom (yekhejmar); roma (pirhejmar), navê berekê ji Hindistanê derketine û li cîhanê belavbûne ye. Ev peyv ji bo gelek komên civakî tê bikaranîn ku koka wan a etnîkî yek e. Li gorî vê yekê roman ji gelê dom a bakur-rojavayê Hindistanê pêk hatine.[1][2] Li gorî lêkolînên genetîk roman di sedsala 5'mîn de ji welatê xwe yê eslî koc kirine.[3][4] Kocberiya wan ne bi awayeke homojen, lê li ser rêyên cuda û di periodên cuda de debas bûye. Ji zimanê wan a zikmakî re romanî tê gotin û ev ziman xwediyê gelek zaravayan e. Romanî dikeve nava koma zimanên hînt-ewropî û zimanê ku pirtir nêzikî ye zimanê domî ye. Gel û komên roman di dîrokê de pir caran ji ber koka wan a etnîkî, awayê jiyandina wan û rewşa wan a civakî rastî zext û zordariyê hatine, ewqas ku li gelek dewletên ku tê de dijîn hê jî dibin armanca zilma civakî, aborî û siyasî

Ala neteweyî ya Romanan
Romanên Spanyayê 1917

Bi nav kirin

biguhêre

Navê roman ku ji peyva rom (mirov) pêk tê bi gelemperî ji bo hemû komên vê etnîsîteyê tê bikaranîn. Yekîtiya Navneteweyî ya Roman a ku hewl dide hemû romanên cîhanê temsîl bike, peyva roman jî di heman watê de bikartîne û ji aliyê Yekbûna Navneteweyî ve tê qebûlkirin.[5]

Herwiha, ji bilî roman peyvên 'sîntî û 'sîgon' jî tên bikaranîn lê ev peyv ji peyva roman nûtir in.[6] Yekemîn kongreya cîhanî ya hereketa mafên welatîyên roman di sala 1971'an de li Londrayê pêk hat û wek encam biryar hate dayîn ku peyva 'roman' bila wek peyva fermî ya ew civakên cuda bê bikaranîn. Kongreya Neteweyî ya Roman (Roman National Congress RNC) jî peyva 'roman' wek navê fermî bikartîne.[7] Komîsyona ewropî ya dijî nijadperestî û nexweşbînîtiyê (ECRI) di sala 1998'an de pêşniyar kiribû ku bila ew nav bên bikaranin, yên ku di nava ew civakên cuda de têne bikaranîn.

Sîgon/çîgan/çîngen

biguhêre

Peyvên sîgon/çîgan/çîngen jî wek naveke giştî tên bikaranîn, lê bêhtir ji bo biçûkxistina wan. Koka van peyvan bi tevahî nehatiye ronîkirin, lê tê zanîn ku ew ji peyva yewnanî 'atsinganoi' pêk hatine. Ev peyv di çavkaniyên dîrokî yên Gregorios II. Kyprios, patrîkê Konstaninolopûsê yê 1283-1289, derbas dibe.[8]

Peyva 'atsinganoi' ku tê wateya 'destnedayî' naveke dîrokî ye ji bo gelên roman û bi taybetî ji bo biçûkxistin û cûdakirina nijadperest dihate bikaranîn. Di Elmanyaya Nazîstan de ev peyv wek navê fermî ji bo qewirandin û tinekirina vî gelî dihate bikaranîn. Ji ber van sedeman ev na xweşiyê komên romanî nayin. Hêjayî gotinê ye ku peyva sîgon di bingeha xwe de - wek peyva 'nigger' ("zincî") - her çiqas nîjadperestî be jî, nehatiye qedexekirin û hê jî tê bilêvkirin. Roman xwe pirranî bi navê Roman binavdikin.

Li Kurdistanê

biguhêre

Li Kurdistanê gelek binavkirinên wan hene:

Aşiq, Begzade,Dom, Cengene, Cingene, Çîgan ,[çavkanî hewce ye] Çîngen, Dome, Elekçî, Gewende, Meriyê boşe, Mirtib, Mirtiv, Mitirb, Mitrib, Qerec, Qereçî, Sûzmanî, Lûtî, "Tirk" ,[çavkanî hewce ye] "Tirkên sinnetê dikin û diranan çêdikin" [çavkanî hewce ye]

Li Kurdistanê gelek deveran ji wan re "Tirk" jî tê gotin. Dibe ku ev ji ber hatina tirkan ya ji rojhilatê derketiye û kê ji rojhilatê hatibin mezinên kurdan gotine tirk. Cara pêşîn di destpêka 1500´î de li rojavayê Ewropa di qeydên dîrokî de navê wan derbasbûye. Tê texmînkirin ku romanan di destpêka 1000´î destbi koçberiyê kirine. Herçendî roman êdî ne ewçend wekî berê koçber bin jî wisa tên zanîn.

Eslê romanan

biguhêre
 
Koçberiyên dîrokî yên gelê roman

Li gorî lêkolînên genetîk û lenguîstîk roman ji gelê domba (bi sanskrîtî 'domba') pêk hatine. Gelê domba îro li hemû Hindistanê belaw bûye, lê welatê xwe yê eslî li bakur-rojavayê Hindistanê ye.[9][10] Dombayên bakurê Hindistanê xwe îro wek 'dom' bi nav dikin. Ji bilî vî navî, navên din ên ku li gorî zaravayan diguhêrin wiha ne: Domaki, Dombo, Domra, Domaka, Dombar, Dombari û hwd.

Domba di civaka olî ya hîndû de dikevin kasta dalîtan (paria) û bi vî havî di bin her çar kastên sereke yên brahmanan, kşatriyan, vaişyan û şudran dimînin. Derketina wan a ji Hindistanê li gor lêkolînên genetîk li dora 500. P.Z. pêk hatiye. Hinek komên dom bi vî havî li Rojhilata Navîn mane û îro li welatên li dora Behra Spî dijîn. Di sala 1100 P.Z de komên din derbasî Balkanan bûne[11] û li wir bûne du beş: beşeke başûr-ewropî û yeka Ewropaya navendî.

Roman li kîjan welatî bijîn, pirranî zimanê wê welatî diaxivin lê dîsa jî dab û nêrîtên xwe, cejnên xwe û hinde jî zimanê xwe parastine. Zimanê romanan ango romanî ji malbata zimanên hind û ewropî ye.

Zilm, zext û zoredarî

biguhêre

Dema ola Îslamê li Hindistanê belav dibe ji ber ku wan di kasta herî nizm de dijiyan rastî tevkujiyan hatin û reviyan. Hinek jî dibêjin wan jî wekî berên tirk-mongolan ji ber sedemên jiyanê welatê xwe terikîne. Mixabin ev gelê aştîxwaz û rengerengîn îro jî li tevahiya cîhanê di bin pêkutî û zilmê de ne. Bi zimanê wan perwerde nîne û civakên romanan di xizanî, bêperwerdeyî û dafika sûcan de dijî. Ji ber ku welateke wan êdî nîne, zehmetiyên herî mezin dikişînin. Di Şerê cîhanî yê duyem de li Almanyayê bi tevî cihûyan hatin tunekirin. Îro li Tirkiyeyê bi hezaran roman bêî nasnameya neteweyî ne.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Gypsy roots to Doms – Discrimination survives, 1400 years on, 2012-12-14, ji orîjînalê di 18 adar 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 nîsan 2013
  2. ^ The International News Pakistan: Roma tribe linked to Indians, 07.12.2012, ji orîjînalê di 8 kanûna pêşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 nîsan 2013
  3. ^ Reconstructing the Population History of European Romani from Genome-wide Data.. nivîskar: Isabel Mendizabal et al. Rojnameya Current Biology. doi:10.1016/j.cub.2012.10.039
  4. ^ Roma brachen vor 1500 Jahren nach Europa auf (Roman berî 1500 sal berê xwe dane Ewropa). Rojnameya Der Standard, 07.12.2012
  5. ^ Mijarên têkildar: [1] Girêdana arşîvê 2011-08-20 li ser Wayback Machine (PDF; 11 kB). Ji ber ku zimane romanî bi gelemperî zimanekî axaftnê ye (u ne ya nivîsandinê), gotinên bingeh li gorî zaravayan diguhêre.
  6. ^ Di kovara mehî ya "Berlinische Monatsschrift" (hejmara 21, sal 1973) de peyvên Sende û Sinte ji aliyê Johann Erich Biester ve wek peyvên nûjên tên bilêvkirin
  7. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 18 gulan 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 kanûna paşîn 2021{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  8. ^ Viorel Achim: The Roma in Romanian Historiy, Central European University Press, Bukarest [u. a.] 2004, rûpel 9.
  9. ^ Roma tribe linked to Indians, dîtin: 07.12.2012, ji orîjînalê di 8 kanûna pêşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 nîsan 2013
  10. ^ Sinti und Roma – Erbgutanalyse bestätigt Indien als Herkunftsland. Nivîskar: Julia Merlot di kovara elmanî Spiegel Online de, dîtin: 07.12.2012
  11. ^ Kovara Der Standard: Roma brachen vor 1.500 Jahren nach Europa auf, dîtin: 2012-12-07

Girêdanên derve

biguhêre