Gola Gulê

Gundekî Şemrexa Mêrdînê
(Ji Golagule hat beralîkirin)

Gola Gulê an jî Golagulê (bi tirkî: Arısu) gundekî girêdayî navçeya Şemrex a girêdayî Mêrdînê ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye şewitandin. Gundekî ku ji eşîra Metînan e. Di sala 1992an de hatiye valakirin ji aliyê leşkerên tirkan ve.

Gola Gulê
Arısu
Gola Gulê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Gola Gulê
Gola Gulê
Koordînat: 37°30′4″Bk 40°18′19″Rh / 37.50111°Bk 40.30528°Rh / 37.50111; 40.30528
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMêrdîn
NavçeŞemrex (navend)
Bilindahî
934 m (3064 ft)
Nifûs
 (2010)
114[1]
Koda postayê
47700
Map
biguhêreBelge

Piraniya malbatên vî gundî koçî bajarên wekî Amed û metropolên tirkan kirine. Aboriya gund li ser çandinî û xwedîkirina pez bûye. Beriya ku gund were xerakirin ji gund gelek kesî zanîngeh xwendiye û kuta kiriye, lêbelê piştî ku gund xera bûye û şûnde hema bibêjin xortên vî gundî li hemû beşên zanîngehan xwendine û ji her cure pîşeyî çend kes derketine ji vî gundî.

Wekî rêje di nava gundên Mêrdînê de herî zêde kesên ku zanîngeh xwendine ji vî gundî derketiye. Çîroknûs û wergerê navdar Sîdar Jîr jî li vî gundî ji dayik bûye. Beriya ku gund were xerakirin jimara malbatên li gund li dora 150 malan bûye.

Wekî cî 17 km yan li rojavayê Şemrexê ye. Li doraliya Golagulê gundê Şemika- li rojhilatê Gulagulê ye-, Girêsor -li rojava yê Golagulê ye û ev gund (Girêsor) gundê cerdewanan e, li başûrê Golagulê Banqîr û li bakurê gund jî gundê Çinar a navçeya Amedê Celika heye. Piştî sala 2003an hin gundiyên ji vî gundî piştî 11 salan bi derfetên xwe li gundên xwe vegeriyane.

Çavkanî biguhêre