Flê Jiyan nivîskar, wergêr, civaknas û dadnasekî kurd e.

Flê Jiyan di sala 1990an de li bajarê Misirca girêdayî Sêrtê hatiye dinê. Ew li Misircê çûye dibistanên seretayî û navîn û li Sêrtê çûye lîseyê. Jiyan di 2009an de li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Civaknasiyê xwendiye lê ji ber sedemên siyasî di 2011an de dev ji zanîngehê berdaye û koçberî bajarê Frankfurt/Maina Almanyayê bûye. Li Zanîngeha Goetheyê li bajarê Frankfurt/Mainê di sala 2014an de dest bi Beşa Hiqûqê û di sala 2017an de dest bi Beşa Civaknasiyê kiriye û her du beşan di 2019an de serkeftî qedandiye. Di sala 2018an de li Akademiya Xebatkarên Perwerdehiyê ya Hessenê ji Azmûna Dewletê ya bo Wergêran derbas bûye û wekî wergêrekî sondxwarî û îcazetdar bo zimanê Kurdî ye.

Flê Jiyan di sala 2009an de bi Amed Çeko Jiyan re dest bi wergerandina her 600 Fablên Aysopos kirine û tevahiya Fablên Aysopos ji 2009an heta 2012an di Rojnameya Azadiya Welat de belav kirine. Di salên 2017 û 2018an de di Komîsyona Kovara Ronahî ya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de cih girtiye.

Flê Jiyan ji 2019an ve li Berlinê dijî, li ser zimanê Kurdî dixebite û di Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Almanyayê de berpirsyarê dostaniya bajarên Almanyayê û Kurdistanê ye.

Berhem biguhêre

Çavkanî biguhêre