Hejar
Nivîskarê kurd
(Ji Evdirehman Şerefkendî hat beralîkirin)
Ebdurehman Şerefkendî an jî Mamoste Hejar (jdb. 1920 li Mehabad, Rojhilata Kurdistanê - m. 22ê sibatê 1990 li Kerec, Îran), nivîskar û helbestvan û wergerekî kurd bû. Hejar Mem û Zîn û Şerefname û Quranê jî wergerandine zimanê kurdî.
Hejar | |
---|---|
Navê rastî | Ebdurehman Şerefkendî |
Jidayikbûn | 1920 |
Mirin | 22ê sibatê 1990 (70 Salî) Kerec, Îran |
Esil | Kurd |
Bernav | Mamoste Hejar, Hejar |
Hevwelatî | Komara Mehabadê |
Pîşe | Helbestvan û werger |
Bandorbar | Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Wefayî û Hecî Qadirê Koyî |
biguhêre |
Di zaroktiyê de wî dişînin perwerdeya olî. Di 17 saliya xwe de dawî dide vê perwerdeyê lewra bavê wî dimire. Sala 1940ê dest bi nivîsandina helbestên kurdî dike.[1]
Tevlî şoreşa Mahabadê û xebatên komarê dibe. Piştî hilweşîna Komara Mehabadê dibe penaber. 30 salan li welatên cuda dijî. Tevlî refên Mele Mistefa Barzanî jî dibe. Sala 1975ê vedigere Rojhilatê Kurdistanê.[2]
Berhem
biguhêre- Alekok
- Wergêra Mem û Zîn bi soranî
- Wergera Şerefnameyê bo kurdî
- Dîwana helbestan bo Kurdistan
- Çarînekanî Xeyam
- Henbane Borîne (Ferhenga Kurdî-Farisî)
- Wergêra Qur'anê bi Kurdî
- Wergêra pirtûka bijîşkî ya Ibn Sîna ji erebî bo farisî
- Şerha Dîwana Melayê Cizîrî
- Sifra bê biraneve (Wergera One and Zeroes without end ji Elî Şerîatî)
- Çêştî Micêvir (Xwejînenîgarî)
Çavkanî
biguhêre- ^ "28'emîn salvegera mirinê Hejar hat bîr înan". www.gulan-media.com. Ji orîjînalê di 23 sibat 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 sibat 2019.
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 30 çiriya pêşîn 2005 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 tebax 2015
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |