Elwendî
Elwendî (bi tirkî: Ortaşar), gundekî girêdayî navçeya Amedê Çinarê ye. Du heb mezreyê gund heye. Mezreya Seydekê li başûrê gund, mezreya Şeytanokê li bakurê gund dikeve. Li dora gundê Elwendiyê, gundên wekî Qerqatkê, Bedûlyê, Girê Qazux(bi tirkî: Kazıktepe), Qancoxwazkê, Melkîş, Kanîsipiyê û Caferkê hene. Şêniyên gundê Elwendiyê gelemperî ji herêma Mêrdîn Qoserê hatine.
Elwendî | |
---|---|
Ortaşar | |
Koordînat: 37°44′37″Bk 40°17′19″Rh / 37.74361°Bk 40.28861°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Diyarbekir |
Navçe | Çinar |
Hejmara mezrayan | 2 mezra |
Bilindahî | 715 m (2346 ft) |
Nifûs (2018) | 950 |
Koda postayê | 21750 |
Koda telefonê | (+90) 412 |
biguhêre |
Erdnîgarî
biguhêreDûraniya gundê Elwendiyê ji bajarê Amedê 25 km, ji navçeya Çinarê 13 km ye. Di gund de 2 çemên ji aliyê çiyayê Qerejdaxê tê hene. Ava her dû çem di demsala havînê de kêm dibe. Ev her dû çem xwe ji aliyê Pirareş (bi tirkî: Karaköprü) digêjîne Çemê Dîcleyê. Her wekî din çemekî ku bi navê Xurxurkê tê nasîn di jêra gund derbas dibe. Ev çem ji aliyê başûrê rojavayê gund tê. Ava Xurxurkê di demsala zivistan û di serê biharê de zêde dibe.
Dîrok
biguhêreDi derbarê dîroka gund de heta niha tu çavkaniyek nehatiye dîtin.
Gelhenasî
biguhêreLi gor hejmarên fermî ê sala 2018'an, gelheya gundê Elwendiyê 950 kes xuyanî dike. Di gund de gelheya ciwana zêdetir in.
Sal | Gelhe[1] | Gelhe<ref>[1] |
---|---|---|
2018 | 950 | |
2017 | 951 | |
2016 | 950 | |
2015 | 928 | |
2014 | 927 | |
2013 | 894 | |
2012 | 921 | |
2000 | 710 | |
1990 | 694 | |
1985 | 839 |
Çavkanî
biguhêre- ^ Yerelnet, Ortaşar, ji orîjînalê di 24 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2017
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |