Ebas Ferhadî Topkanlû

Ebas Ferhadî Topkanlû (bi farisî عباس فرهادی توپکانلو), wergêr û nivîskarekî kurd[1] e.

Ebas Ferhadî Topkanlû
Jidayikbûn1980 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ebas sala 1980î li bajarê Qoçanê yê bakurê Xorasanê ji dayik bûye. Ji eşîra Topkanlû û binemala Ferhadxanî ye.

Jiyan û kar biguhêre

Ferhadî di sala 2001ê de li zanîngeha Meşhedê endezyariya makîneyan kuta dike û piştre mijûlî xebat li hêzgeha kerebeyî bû. Sa siwarkirina hêzgehên kerebeyê ji bo çend salan li Sûrî û Iraqê xebitî û xwendin û nivîsandina xwe bi kurdiya kurmancî kemiland.

Di sala 2012an de, pirtûka Nîşan û Dawet nivîsa nivîskarê kurd, mamoste Amed Tîgrîs ji kurmancî bi farisî û di sala 2014an de jî pirtûka Serpêhatiyên Kurda nivîsa Seydayê Tîrêj di gel wergera wî ya farisî çap kiriye. Wî di sala 2015an de pirtûka Tarîxa Edebiyata Kurdî jî wergerand ser farisî. Hemî pirtûkên werger a xwe li weşanxaneya Emû Elewî daye weşandin. Ew bi erebî, îtalî û îngilîzî dizane û karê wergeriyê dike. Nivîsarên ku der barê zimannasî û bi taybet Kurdî Kurmancî ne bo farisî werdigerîne û li kovarên Kurdên Xorasanê ku bi zimanê farisî tên weşandin, wek Etrekê, Soweydayê [2] û Qoçanşinasiyê tên çap kirin. Ji bilî van, li nivîsên xwe der heqê erf û edeta Kurdên Xorasanê li Rizgarî û Zend (kovar)ê [3] çanda Kurdên Xorasanê dide nasandin.

Xebatên niha biguhêre

Ew niha lêkolînên meydanî li ser zargotin û edebiyata devkî li nav kurdên Xorasanê dike û biryar daye ku lêkolînên xwe wek pirtûk bide çapkirin.[2] Girêdana arşîvê 2016-03-08 li ser Wayback Machine[3] Girêdana arşîvê 2016-03-15 li ser Wayback Machine

Berhemên wergerandî biguhêre

Berhemên wergerrandî amade ji bo çapê biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Hevpeyvîn bi rojnameya Azadiya welatê re, ji orîjînalê di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2015
  2. ^ Mehnameya Soweyda, ji orîjînalê di 16 îlon 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2015
  3. ^ Hejmara 23'an a Zendê, Bûka Baranê, ji orîjînalê di 22 tîrmeh 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2015
  4. ^ "PORTALA WÊJE, ÇAND Û HUNERA KURDÎ". Ji orîjînalê di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 kanûna paşîn 2015.
  5. ^ Rizagri Online [girêdan daimî miriye]
  6. ^ Malpera RIATAZA[girêdan daimî miriye]
  7. ^ [1][girêdan daimî miriye]

http://www.rizgari.com/ebook/gustil%20ebas%20ferhadi%20topkanlu.pdf Girêdana arşîvê 2016-03-04 li ser Wayback Machine