Dilxêrî (eşîr)

(Ji Dilxêran hat beralîkirin)

Dilxêrî eşîreke li herêma Serhedê ye. Dilxêriyan niha li Agiriyê, Erzîromê, Qersê û li Farqînê dijîn.

Eşîra Dilxêriyan
Agahiyên gelemperî
Hoz Donayî (li Xinûsê û Qereyaziyê)
Esil Kurd
Ziman Kurmancî
Herêmên dîrokî Farqîn
Belavbûn Xinûs
Xursîn
Qers
Farqîn
Kop
Mûş
Qereyazî
Bazîd
Dîxor
Agirî[1]
Bawerî
Dîn Sûnîtî

Nav biguhêre

Dibe ku navê dilxêriyan ji dil-xêrî, ango yê dilxwaz, ê xêrxwaz an jî heceya -xêr bi rêya asîmilasyona dengî ji peyva farisî ya har hatibe hole.[2]

Dîrok biguhêre

Şerefxan Dilxêriyan li ser êla Farqînê, eşirên ku li mîrgeha Silêmaniyan de jiyabûne jimartiye. Ev heşt eşîr darê pişta mîrgeha Silêmanî bûne. Dîsa gorî Şerefxan yek ji wan, eşîra Besiyan, li pêyê aẍayê xwe Şahsiwar ve koçberê Bazîdê bûne. Herwiha dilxêrî jî li deşta Bazîdê hene, belê mixabe naye zanîn ku wana di kîjan demê de li vê derê bicîhbûne. Her çibe jî destpêka belavbûna dilxêriyan li herêma Serhedê li Bazîdê ye. Dîroka wan a devkî peywendiyek bi Cemaldînan re didamezirîne. Di lîsteya êl û eşîrên kurdan a Mele Mehmûdê Bazîdî de ev eşîr jî qebîleke êla Zîlan, bi 80 konan ve li Bazîdê tê binavkirin.

Belavbûn biguhêre

Bilî 10-15 gundên li Bazîdê dilxêrî îroyî bi pirranî li Dîxorê û Zarûşadê dijîn. Dîsa di şerê cîhanê yê yekem de hin malbatên wan reviyane Xinûsê û Qereyaziyê. Dilxêriyên li Kopê û Mûşê dibe ku rasterast ji Farqînê koçberê van deveran bûne.

Navdar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ [1]
  2. ^ Malpereke li ser dilxêriyan, ji orîjînalê di 5 adar 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 hezîran 2012