Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim (pirtûk)

Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim navê pirtûka nivîskarê galîsyayî Séchu Sende ye. Pirtûk ji 42 çîrokan pêk tê[1] ku bi awayekî kolektîv hatine wergerandin. Di sala 2010an de wergera kurdî gelek serketî bû û şeş çapên pirtûkê derketin.

Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim
Nivîskar Séchu Sende
Sernavê xwemalî Made in Galiza
Wergêr Wergera kolektîv e
Şêwe Çîrok
Welat Tirkiye
Ziman Kurdî
Dîrok Gulan, 2010
Weşanxane Weşanên Avesta
Rûpel 140
ISBN ISBN 978-605-5585-29-7

Naveroka pirtûkê biguhêre

  1. Axaftin, wergêr Fatma Savci;
  2. Kurtefîlm, wergêr Selahattin Bulut;
  3. Li buroya alavên windabûyî, wergêr Husên Duzen;
  4. Dizê peyvê, wergêr Mahmûd Lewendî;
  5. Axîn, wergêr Lorîn S. Doğan;
  6. Jinika ku li pêşerojê dijî, wergêr Lorîn S. Doğan;
  7. Fabrîkaya peyvan, wergêr Zana Farqînî;
  8. Agahiyên pratîk ji bo destpêkirina axaftîna galîsyanî, wergêr Şerif Derince;
  9. Min bi rihê Castelao ouigha kir, wergêr Mehmet Aktaş;
  10. Peyveke bi rêzê, wergêr Şivan Perwer û A. Keskin;
  11. Dîmenek bedela gelek tiştan e, wergêr Ergîn Opengîn;
  12. Derziya Pusûleyê, wergêr Ergîn Opengîn;
  13. Pîvana peyvan, wergêr Ergîn Opengîn;
  14. Lêkolîna sosyo-zimannasiyê li cem xortên di bin tesîra dermanan de, wergêr Sacha Ilitch;
  15. Zilamê xwekuj, wergêr Salih Yillik;
  16. Zimanê herî dijwar, wergêr Fewzî Bîlge;
  17. Li ser rê jinek û mêrek, wergêr Dîlber Hêma;
  18. Peyivîna di xewê de, wergêr Hesenê Metê;
  19. Ewr, wergêr Hesenê Metê;
  20. Kûçikê Sabûcedo, wergêr Mehmet Dicle;
  21. Serê ku difire, wergêr Îrfan Güler;
  22. Mirovên ku kukurdê difişfişandin, wergêr Îrfan Güler;
  23. Madrith (bi tirkî), wergêr Îrfan Güler;
  24. Welatê ku diaxive, wergêr Remezan Alan;
  25. Gotinfiroş, wergêr Songul Keskin Duraker;
  26. Metoda otohîpnoz ji bo axaftina galîsyanî, wergêr Abdullah Keskin;
  27. Warekî lal, wergêr Rûken Bağdu Keskin;
  28. Ez ê tu caran nebim ''ben'';
  29. Huşşşş, wergêr Arjen Arî;
  30. Zilamê bi bedlê gewr, wergêr M. Ali K.;
  31. Mehîn û mij, wergêr Yakup Karademir;
  32. Diyojen, wergêr Ismail Dindar;
  33. NH Pozîtîf, wergêr Osman Özçelik;
  34. Pitika pêlîstok ya ku cara pêşîn bi galîsyanî peyivî, wergêr Mûrad Dildar;
  35. Laboratûwarên civakî yên normalbûna ziman, wergêr Gulîzer;
  36. Zimanên dû, wergêr Şukran Çaçan;
  37. Zimanê li bendê bû ku jê re bibêjin ew ê çawa bike, wergêr Receb Dildar;
  38. Plaja jûjiyên bejî, wergêr Mehmet Dicle;
  39. Li welatê xwe carna hest dikim ku gotin tune ne, wergêr Metin Kaygalak;
  40. Paraşût, wergêr Silêman Demir;
  41. Ez bi te re me, wergêr Ferhad Birûsk;
  42. Madrith (bi kurdî), wergêr Fahriye Adsay.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim. Wergera kolektîv ji zimanê galîsyayî bo kurdî, Weşanên Avesta, 2010.