Ewr
Ewr (carina wek ewir an hewr jî tê nivîsandin; bi sanskrît, abhrá-, "ewrê giregir"; avesta, aβra-, "ewrê giregir"; farisiya navîn, abr; soranî, hewr; zazayî, hewr) diyardeyeke seqa û hewayê ye.
Ewr peyda dibin wextê hilma avê bi awayekî neberçav tê guhirîn ji bo awayekî berçav di çînên esmanî yên bilind de. Ewr ji dilopên hûrik ên avê û krîstalên cemedê pêk tê û jêderkên serekî yên berf û baran e.
Cureyên ewran
biguhêreMirov ewran di çar cureyên bingehîn de dabeş dike.
- Ewrên ku di çînên esmanî yên bilind de ne: sîrus (Cirrus), sîrostratus (Cirrostratus) û sîrokumulus (Cirrocumulus);
- Ewrên ku di çînên esmanî yên navîn de ne: altostratus (Altostratus) û altokumulus (Altocumulus);
- Ewrên ku di çînên esmanî yên nizim de ne: kumulus (Cumulus), stratokumulus (Stratocumulus) û stratus (Stratus);
- Ewrên ku ji bingeha xwe bi dirêjahî belavbûyî ne: kumulonîmbus (Cumulonimbus) û nîmbostratus (Nimbostratus).
Navên zanistî
biguhêreNavên zanîstî yên ewran ji latînî çêbûne: sîrus û sîro- (Cirrus, anku gulî, pûrt), kumulus (Cumulus, anku rewake, lod), stratus û strato- (Stratus, belavbûyî, çînbûyî), nîmbus û nîmbo- (Nimbus, anku baran û gijlok û berf) û altus û alto- (Altus, anku bilind, berz).
Galerî
biguhêre-
Ewrên kumulonîbus
Çavkanî
biguhêre- Ferhenga Michael Chyet
- Ferhenga Zana Farqînî
- Neşwan Şukrî Hirorî. Binemayên cugrafiya giştî û cugrafiya Kurdistanê, 1. Spîrêz, Dihok.
Ev gotara li ser cihekî erdnîgariyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |