David Robert Jones an bi navê xwe yê hunerî David Bowie[1] (jdb. 8ê kanûna paşîn a 1947an - m. 10ê kanûna paşîn a 2016an) stranbêj, strannivîs û lîstikvanekî îngilîzî bû. Ew îro wek kesayetiyekî pêşeng di pîşesaziya muzîkê de tê qebûlkirin û wekî yek ji muzîkjenên herî bi bandor ên sedsala 20an tê hesibandin. Kariyera wî ji bo nûvekirin û pêşkêşkirina dîtbarî dihat nasîn, û muzîk û hunera wî ya qonaxê bandoreke girîng li muzîka populer kir.

David Bowie
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Mirin
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (69 salî)
Manhattan (en) ou New York CityLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê jidayikbûnê
David Robert JonesLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Nasnav
David BowieLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Ravensbourne University London (en)
Ravens Wood School (en)
City Literary Institute (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Wênesaz, stranbêj û strannivîs, gîtarjen, saxophonist, awazdaner, aktor, berhemhênera/ê muzîkê, strannivîs, stranbêj, piyanîst, mime artist, vocalist, manufacturer, occultist, music video director, fîlmçêker, art collector, muzîkvan, rêvebera/ê banda muzîkê, librettistLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Salên çalak
Hevjîn
Angela Bowie (en) (ji heta )
Iman (en) (ji heta )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Duncan Jones (en)
Lexi Jones (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qadên xebatê
Muzîk, hunerên dîtbarî (en), acting (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Endamê
The Arnold Corns (en)
Tin Machine (en) (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Tessiture
Instruments
Saksafon, ARP 2500 (en), musical keyboard (en), keybord (en), gîtar, piyano, drum kit (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Labels
Iso (record label) (d), Mercury Records (en), RCA Records (en), Bertelsmann Music Group (en), Rykodisc (en), Parlophone (en), Pye Records (en), Virgin Music (en), EMI (en), Columbia Records (en), RCA (d), Decca (en), Deram (en), Vocalion (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyên hunerê
Pop, Muzîka rock, glam rock (en), rocka psîkodelîk (en), experimental rock (en), art rock (en), hard rock (en), pop rock (en), psychedelic pop (en), alternative rock (en), soul, new wave (en), ambient music (en), caza pêşeng (en), art pop (en), Rap, electronic music (en), blue-eyed soul (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bandorbar
Pink Floyd, The Beatles, The Velvet Underground (en), Bob Dylan (en), Andy Warhol, Jacques Brel, Scott Walker (en), Little Richard (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper
Xelat
Lîsteya berfireh
Ordre des Arts et des Lettres (en)
Commander of the Order of the British Empire (d)
Commandeur des Arts et des Lettres‎ (en)
Star on Hollywood Walk of Fame (d)
Honorary doctor of the Berklee College of Music (d)
Saturn Award for the Best Actor (en) ()
Rock and Roll Hall of Fame (en) ()
Grammy Hall of Fame (en) ()
100 Greatest Britons (en) ()
Rolling Stone's 100 Greatest Artists of All Time (en) ()
Xelata Grammy Lifetime Achievement ()
Webby Lifetime Achievement Award (d) ()
Science Fiction and Fantasy Hall of Fame (en) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Fîlmên navdar
David Bowie filmography (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Dîskografî
David Bowie discography (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xebatên navdar
All the Young Dudes (d), Labyrinth (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
David Bowie, sal 1974

Bowie ji temeneke piçûk ve bi muzîkê ve eleqedar bû. Wî huner, muzîk û sêwiranê xwend berî ku di sala 1963an de dest bi kariyera profesyonel a muzîkjeniyê bike. Albuma "Space Oddity", ku di 1969an de derket, yekem serkeftina wî ya mezin bû li ser UK Singles Chart. Piştî heyameke ceribandinê, ew di sala 1972an de di serdema glam rock de bi alter egoya xwe ya balkêş û androjen Ziggy Stardust ji nû ve derket ser dikê. Karakter bi rêya kilamên "Starman" û albûma The Rise and Fall of Ziggy Stardust and the Spiders from Mars gelek populer bû. Di sala 1975an de, wî şêwaza muzîka xwe carek din guherî û wek "plastic soul" binav kir. Bi strana "Fame" û albûma Young Americans wî yekem serkeftina mezin a li DYAyê bi bi dest xist. Di sala 1976an de, Bowie di filmê kult The Man Who Fell to Earth de lîst û albuma Station to Station derxist. Di sala 1977an de, wî dîsa bi albûma Low şêwaza muzîka xwe ber bi elektronic ve guhert û digel vê yekê albûmên "Heroes" (1977) û Lodger (1979) bûn serkeftinên mezin.

Piştî serkeftina bazirganî di dawiya salên 1970î de, Bowie sê hejmarên number-one derxist piyasê: strana "Ashes to Ashes" (1980), albûma wî Scary Monsters (and Super Creeps), û "Under Pressure" (hevkariya sala 1981an a bi Queen re). Wî di salên 1980î de bi Let's Dance (1983) serkeftinek din bidest xist. Di navbera 1988 û 1992an de, wî pêşiyê koma hard rock Tin Machine kir berî ku di sala 1993an de kariyera xwe ya solo ji nû ve bide dest pê kirin. Di salên 1990î û 2000î de, Bowie ceribandina şêwazên muzîkê berderwam kir, di nav wan de industrial û jungle. Wî her wiha lîstikvaniya xwe domand û di gelek fîlmên cuda de rolên wî hebûn. Di sala 2013an de, Bowie piştî navberek deh salî albuma The Next Day tomar kir û heta mirina xwe ji pençeşêra kezebê li mala xwe ya li bajarê New Yorkê di warê muzîkê de çalak ma. Ew du roj piştî 69 saliya xwe û derxistina albûma xwe ya dawîn Blackstar (2016), ji kanserê mir.

Di dema jiyana xwe de li seranserê cîhanê zêdetirî 100 mîlyon tomar hatin firotin. Bi vê yekê Bowie bû yek ji muzîkjenên herî firotanê yên hemî deman. Li Brîtanyayê, wî deh belgeyên platîn, yanzdeh zêr û heşt sertîfîkayên albûmê zîv wergirtin û 11 albûmên number-one derxist. Li Dewletên Yekbûyî, wî pênc sertîfîkayên platîn û neh zêr wergirtin. Ew di sala 1996an kete nav lîsteya Rock and Roll Hall of Fame. Rolling Stone wî xiste nav hunermendên herî mezin ên dîrokê. Di sala 2022an de, Bowie hunermendê vinylê yê herî firotanê yê sedsala 21ê bû.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "BBC - Magazine Monitor: How to say: Bowie". web.archive.org. 8 adar 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 adar 2021. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

Girêdanên derve biguhêre