Cîhangir Ceyhan (jdb 6ê reşemiya sala 1989 li Edene) lîstikvanekî tirk e ku bi eslê xwe kurd ye.

Cihangir Ceyhan
Jidayikbûn6ê sibata 1989an (35 salî)
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
PîşeLîstikvan
Salên çalak2015-niha
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Cîhangîr, weke kurê malbateke ji Xarpêt û Amed li Edeneyê hatiye dinê. Cîhangîr, ku ji Fakûlteya Perwerdehiya Vekirî ya Zanîngeha Anadoluyê, Beşa Îdareya Karsaziyê mezûn bû, 2 sal û nîv li Stembolê lîstikvaniya li ber kamerayê xwend. Piştî xwendina xwe vegeriya Edeneyê û li wir ji dayik bû û mezin bû. Di sala 2015'an de di fîlma Yusuf de yekemîn ezmûna xwe ya lîstikvaniyê bi karakterê "Serdar" re derbas kir. Paşê bi karakterê "Cio" yê di rêzefîlma "Sıfır Bir" de ku di navbera salên 2016-2019an de pêşî li ser YouTube û paşê jî li ser BluTV hat weşandin, bal kişand. Di navbera salên 2019-2020’an de bi karakterê “Azer Kurtuluş” di rêzefîlma Çukur a ku di Show TV de dihat weşandin de cih girt û bi vê projeyê jî cara yekem derket televîzyonê. Di rêzefîlma Alev Alev de ku di navbera salên 2020-2021’an de jî li ser televîzyona Show TV’yê hat weşandin de karakterê “Ömer Ataycı” lîst. Herî dawî di rêzefîlma “Camdaki Kız” de ku di navbera salên 2021-2023’an de li Kanal D’ê hat weşandin de karakterê “Hayri Ersoy” lîst.

Fîlmografî biguhêre

Televîzyon

  • Çukur (Azer Kurtuluş) (2019-2020)
  • Alev Alev (Ömer Ataycı) (2020-2021)
  • Camdaki Kız (Hayri Ersoy) (2021-2023)

Înternet

  • Sıfır Bir (Cio) (2016-2018)

Sînema

  • Güven Bana (Özcan) (2023)

Çavkanî biguhêre

  1. https://www.hurriyet.com.tr/kelebek/hayat/cihangir-ceyhan-kimdir-evli-mi-kac-yasinda-42026938