Berpêbûniya zayendî

Mînaka dilkêşiya evînî an jî cinsî

Berpêbûniya zayendî (bi inglîzî: sexual orientation), çawaniyeke mayînde ye ku kesan dide nêzîkahiya romantik an jî têkiliya seksê bi hev zayendên xwe(jin an jî mêr), bi zayendê hemberî xwe(jin an jî mêr), yan jî bi her du zayendê (him jin û him jî mêr) ava bike. Ev nêzîkbûn gelemperî bi navên heteroseksuelî, hevzayendîtî yan jî bîseksuelî tê pênaskirin.[1][2] Digel vê aseksuelî jî (kêmasiya yan jî tunebûna xwestinên nêzîkbûna romantik an jî sekse bi yekî/ê din re) wekî kategoriyekî çaremin tê pêvekirin.[3][4][5][6] Berpêbûniya zayendî ji aliyê American Psychological Association (Yekîtiya Derûnnasî ya Amerîkan), American Psychiatric Association (Yekîtîya Psîkyatrîk a Amerîka) û National Association of Social Workersê (Saziya Karkerên Civakî ya Netewî) ve ne tenê taybetiyeke cihêbûyî, ji xêndî wê wekî gerdûna kesên ku dixwazin bi kesên din re ji bo tetmînbûnê têkilîya zayendî avabikin, pênasdikin.[7]

Tercîha zayendî piranî bi têgiha berpêbûniya zayendî re bi aheng e lê sînorên wan bi gelemperî di vekolînên derûnnasî de tê cudakirin. Tercîha zayendî hilbijartina minêkarî jî tîne bîran.[8][9][10] Lê di qada zanyarî de nêrîna ku berpêbûniya zayendî ne tercih e, çawaniyeke mayînde ye, tê pejirandin.[11][12][13]

Di nav zanyaran de nêrîneke hevpar bo avakirin û pêşxistina berpêbûniya zayendî çawa pêktê, tune ye.[1] Digel vê zanyaran teoriyên biyolojiye ya hatiye delîlkirin çêtir dibînin.[14] Van teorî rê dide ku têkiliyê wan an jî bi tenê sere xwe bandorî li ser berpêbûniya zayendî dikin wekî gen, hormonên berê zayînê û bastûra mejiyê. Pê ve hin zanyar qala faktor û bandorên hawirê, şiklê mezinkirina dê-bav û serpêhatiyên kesan jî dikin, lê delîlên xûrt b ovan îdîayan tüne ye.[15]

Sedemên egerî ya berpêbûniya zayendî biguhêre

Faktorên biyolojîk biguhêre

Lêkolîner mimkûn dîtine ku bandora têkiliyên çend faktora li ser berpêbûniya zayendî ve hebin wekî gen, hormonên berê zayînê û bastûra mejiyê.

Zanyar fikirîne ku berpêbûniya zayendî bi ne tenê faktorek hema bi hevpariya faktorên genetîk,[16][17] hormonal û hawirî diyar dibe û ew bawerkirine ku berpêbûniya zayendî girêdayî di dema malzarokê de hevbandora kompleksê ya faktorên bîyolojîk û genetîkê ye û ji yên din zêdetir van teorî pejirandine.[13][18]

Li gorî zanyaran berpêbûniya zayendî ne encama bijartin e. Kes heteroseksuelî, hevzayendî, bîseksuelî yan jî aseksuelî bi xwe hilbinajêrin.

Delîl û îspatên girîng a bandordarbûna serpêhatiyên zarokatî, şikla mezinkirinên malbata, tacîz û bûyerên xerabî ji berpêbûniya zayendî ve tune ye.

Lê belê bandora ramanên dêûbav a qala berpêbûniya zayendî li ser ecibandina tevgerên berpêbûniya zayendî ya zarokê heye ku zanyar ev tişt bi encamên vekolînên xwe dîtine.[19][20]

Ramanên berê ya bi qala berpêbûniya zayendî ya mirov, mîna serpêhatiyên xerabî ya zarokatî û geşedana çewtî ya psîkolojîk, piranî xwe dispêrin agahiyên çewt û pêşbiryaran.[21]

Vekolînên nuha bandora faktorên bîyolojîk li ser pêkhatina berpêbûniya zayendî digerin. Lê vekolînên zanyarî yê hatiye dubarekirin qet piştgirî nadine hebûna etiyolojiya taybet a berpêbûniya zayendî. Aliyê din vekolînên zanyarî rêdane ku cudahiyên bîyolojîk di navbera kesên heterosksuel û hevzayend de hene. Ev cudahiyên biyolojîk mimkûn e ku dispêrin di heman sedemên pêkhatina berpêbûniya zayendiyê.

Vekolînên genetîk biguhêre

Çend xebatên li ser cêwiyan bi armanca berawirdkirina girîngiyên faktorên hawirî û genetîk çawa bandorî li ser pêkhatina berpêbûniya zayendî dikin, hatiye çêkirin.

Bailey û Pillard bi encamên vekolînên xwe yê di sala 1991ê de çêkirin, gihaştin ku ahengiya hevzayendî di cêwiyên lawikên a monozygotic de rêjeya ji % 52 ye û di cêwiyên lawikên a fraternal de ji % 22 ye.[22] Vekolîna Bailey, Dunne û Martinê jî ku di sala 2000ê de li ser 4901 cêwiyên Awistiryayî hat çêkirin[23], heman encam da. Ew dîtin ku di cêwiyên lawikên a monozygotic de rêjeya ji % 52 û di cêwiyên keçikên a fraternal de rêjeya ji % 24 ahengî hene.

Hershberger (2001) di vekolîna xwe de 8 vekolînên ku li ser cêwiyan hatiye çêkirin, berawird kiriye. Di nav 6 vekolîn de li gorî cêwiyên fraternal, ahengiyeke mezin di cêwiyên monozygotic de hatiye dîtin. Ev daneyan piştgirî didin bandora faktorên genetîk a li ser pêkhatina berpêbûniya zayendî.[24]

Vekolînên berê ya Bearman û Brücknerê (2002) ji ber ku hejmarên kobayan(100) hindik bûn, hatine rexnekirin.[25][26] Bearman û Brückner, vekolîna xwe ya li ser 289 cêwiyên monozygotic û 495 cêwiyên fraternal çêkirine, di cêwiyên monozygotic de tenê ji % 7.7 û di cêwiyên keçikan a fraternal de % 5.3 ahengiya hevzayendî dîtine.

Di encama daneyan hatiye îdîa kirin ku bêyî hawira civakî bandora genetîk tuneye. Di vekolîneke ku di sala 2010an de li Swêdê hatiye çêkirin, hatiye dîtin ku tevgerên hevzayendî mimkûn e ku him bi faktorên genetîk û him jî bi faktorên hawirî ya ji kesê/î re xweser (hawira malzaro ya demên zû, nexweşî û tramva, komên heval û serpêhatiyên zayendî) bê diyarkirin. Di heman demê de ev vekolîn dîtiye ku faktorên hawirî wekî hawira malbatî û helwesta civakî jî her çiqas hindik be jî bandor dikin.[27]

Faktorên genetîk pir hindik bandorî berpêbûniya zayendiya jin dikin ya mêr qet bandor nakin. Li gorî daneyên modela bîyometrîk, faktorên genetîk di nav mêran ji % 34-39, faktorên hawirî ya parvekirinê ji % 0, faktorên hawirî ya ji kesê/î re xweser ji % 61-66 bandorî li ser berpêbûniya zayendî dikin; dîsa faktorên genetîk di nav jinan ji %18-19, faktorên hawirî ya parvekirinê ji %16- 17, faktorên hawirî ya ji kesê/î re xweser ji %64-66 bandorî li ser berpêbûniya zayendî dikin.[27]

Xebatên pêwendiya kromozom û berpêbûniya zayendî hebûna faktorên genetîk rê didin Dean Hamer û hemkarên wî di sala 1993an de daneyên analîza li ser 76 gay’ên bira hev du û malbata wan weşandiye. Hamer û hemkarên wî dîtine ku mêrên hevzayend li gorî aliya bavê, ji aliya dayik ve xwediyê gelek xalê/n gey û zarokên xalê ya gey in. Bi van birayên gey ên binemala dayikî nîşan didin, pêwendiya kromozom a X bi bikaranîna genên nîşankirî hatiye testkirin.[28]

Di vekolîneke din de (li ser 40 birayên cêwî hatiye çêkirin) di 33 birayên cêwî de alelên wek hev du di herêmên dûrî Xq28ê, hatiye dîtin. Ev rêje ji bo birayên lawik gelek bilind e. Ev encam ji aliyê gelek kesan ve wekî “gena gey” hatiye bi nav kirin û bû sedema nîqaşan. Her çiqas daneyên li ser pêwendiya kromozom encamên girîng rê didin jî ji bo diyarkirina faktorên genetîk a bi tenê serê xwe bandorî pêkhatina berpêbûniya zayendî dike, divê genên din jî bê kifşkirin.[29]

Di vekolîneke de (li ser 894 heteroseksuel û 694 mêrên hevzayend hatiye çêkirin) pêwendiya kromozom nehatiye dîtin.[30]

Vekolîn û teoriyên epîgenetîk biguhêre

Vekolînek pêwendiyeke di navbera bastûra genetîk a dayîk û hevzayendiya lawikên wan dîtiye. Jin xwediyê du kromozoma X in û yekî jê tê înaktîve.

Bocklandt û hemkarên wî dîtine ku înaktîvasyonên kromozoma X a dayikên ku xwediyê lawikên hevzayend in, bi rêjeyeke gelek bilind ji dayikên ku ne xwediyê lawikên hevzayend in, asîmetrî rêdidin.

Ji % 4ê dayikên ku ne xwediyên lawikeke hevzayend in, di înaktîvasyonên kromozoma xwe ya X’ê de asîmetrî rêdidin. Aliyê din asîmetrî rêdan di dayikên ku xwedîyê lawikekê hevzayend in, ji % 13 ye û ev rêje di dayikên ku xwediyê zêdetir lawikên hevzayend in, dibe ji % 23.[31]

Di dema avisî û piştî zayîn, kontrola epi-marksên li ser derbirinên gen, bi demeke diguhere. Epi-marks, modîfikasyona komên metil û asetil in ku ew xwe bi histonên DNA û proteînên histon grêdidin.[32] Ew peywira proteîn diguherin û bandorî li derbirina gen dikin.[33]

Epi-marks ji bo fetus têkeve geşedaneke zayendî, alî wê dikin. Lê dema mitosis pêka e ku ev derbasî zarok bibin. Eger ev epi-marks ji dê derbasî lawik an jî ji bav derbasî keç bibe, pêkan e ku taybetmendinên jin maskulen; yên jin jî feminen bibin. Çepgerîna feminenbûn û maskulenbûn dibe ku bibe sedema çepgerîna berpêbûniya zayendî jî.[34]

Hormonên berê zarokanînê biguhêre

Teoriya hormonal a berê zarokanîn, dibêje ku hormonên binîşan mîna bandorkirina fetus li cudabûna zayendê, bandorî berpêbûniya zayendiyê jî dikin. Hormonên berê zarokanînê pêkan in ku diyarkerên yekemîn a eşkerebûna berpêbûniya zayendiyê ne yan jî ligel gen, faktorên bîyolojîk, helwestên hawirî û civakî faktoreke alîkar in.[35]

Tê bawerkirin ku hormonên ligel şaneyên mejiyê ya pêşdikevin re hevbandorî ne û cudatiyên li bastûra mejiyê ya gen bandorî wan dikin, bingehên tevgerên bêjimar mîna berpêbûniya zayendî ne.[36] Hormonên berê zarokanînê, dibe ku bandorî tevgerên li zayendên zarokan tê (sex-typed behaivor), bikin.[36] Ev hîpotez, piştî bi encamên xebatên ku li ser ajalên şîrdaran hatiye çêkirin, hatiye darpêşkirin.[37]

Vekolînên neurologî biguhêre

Di sala 1991ê de Simon LeVay, 4 komên neuronan ku bi navê INAH1, INAH2, INAH3 û INAH4 in, vekolandiye. Ev beşa mejiyê girîng e. Ji ber ku hatiye peyitandin ku ev beş li darxistina tevgerên zayendî yên ajalan roleke dilîze û hatiye rapordan ku li jin û mêran cudatî rêdide. Simon LeVay, dîtiye ku mezinahiya INAH3 ya mêrên heteroseksuel du qet ji yên mêrên hevzayend û jinên heteroseksuel mezin in.[38]

Faktorên hawirî biguhêre

Lêkolînerin dibêjine ku faktorên hawirî ji faktorên hormonal cuda ne û hinek jî dibêjine faktorên bîyolojîk mîna hormonên berê zarokanîn yek ji beşên faktorên hawirî ne. Vekolîn nîşan didin ku pêkan e ku berpêbûniya zayendî kombînasyona faktorên genetîk, hormonal û hawirî ne.[39][40]

Bergehên werarî biguhêre

Hîpoteza apê gey îdîa dike ku kesên ku nexwediyê zarokeke, bi riya peydekirina tiştan (xwarin, lê xwedî derketin, parastin, temînkirina penagehê hwd) ji bo zarokên merivên xwe yên nêzîk, dikarin genên xwe yê malbatê ji nifşên nû re veguhêzin. Ev hîpotez, firehkirina teoriya hilbijartina mervatî (kin selection theory) ye. Hilbijartina mervatî ji bo şîrovekirina çalakiyên fidakarî yên binîşan ku wekî bêahengî xuyadikin, hatiye perisandin.

Fikra yekem di sala 1932an de ji aliyê J.B.S. Haldane hatiye derpêşkirin. Piştî jî ji aliyên John Maynard Smith, W.D. Hamilton û Mary Jane West-Eberhard ve hat biteferuatkirin. Vekolîn îdîa dikin ku genên nêzîkî hevzayendî avantaj ji bo gayîn a heteroseksuelan didin. Ev jî werara hevzayendî û domandina wan li populasyonê ravedike.[41]

Vekeolîneke di sala 2008an de hatiye çêkirin, rê daye ku zarokanîna jinên ku ji aliyê dayik merivên hevzayend in gelek bilin in.[42]

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b http://www.apa.org/helpcenter/sexual-orientation.aspx
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 22 tîrmeh 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 22 tîrmeh 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ "Asexuality: Classification and Characterization" (PDF), Archives of Sexual Behavior, cild 36, rr. 341–356, doi:10.1007/s10508-006-9142-3, ji orîjînalê (PDF) di 27 îlon 2007 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 31 tebax 2007
  4. ^ "Asexuality gets more attention, but is it a sexual orientation?". Contemporary Sexuality. 39 (11): 1, 4–5. çiriya paşîn 2005.
  5. ^ Marshall Cavendish Corporation, edîtor (2009). "Asexuality". Sex and Society. Cild 2. Marshall Cavendish. r. 82. ISBN 978-0-7614-7905-5. Roja gihiştinê 2 sibat 2013.
  6. ^ Bogaert, Anthony F. (2006). "Toward a conceptual understanding of asexuality" Girêdana arşîvê 2012-01-14 li ser Wayback Machine. Review of General Psychology 10 (3): 241–250. Retrieved on December 16, 2011.
  7. ^ http://www.courts.ca.gov/documents/Amer_Psychological_Assn_Amicus_Curiae_Brief.pdf
  8. ^ Rosario, M., Schrimshaw, E., Hunter, J., & Braun, L. (2006, February). Sexual identity development among lesbian, gay, and bisexual youths: Consistency and change over time. Journal of Sex Research, 43(1), 46–58. Retrieved April 4, 2009.
  9. ^ Friedman, Lawrence Meir (1990). The republic of choice: law, authority, and culture. Harvard University Press. r. 92. ISBN 978-0-674-76260-2. Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2012.
  10. ^ Heuer, Gottfried (2011). Sexual revolutions: psychoanalysis, history and the father. Taylor & Francis. r. 49. ISBN 978-0-415-57043-5. Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2011.
  11. ^ Frankowski BL; American Academy of Pediatrics Committee on Adolescence (hezîran 2004). "Sexual orientation and adolescents". Pediatrics. 113 (6): 1827–32. doi:10.1542/peds.113.6.1827. PMID 15173519.
  12. ^ http://www.rcpsych.ac.uk/workinpsychiatry/specialinterestgroups/gaylesbian/submissiontothecofe/psychiatryandlgbpeople.aspx Submission to the Church of England’s Listening Exercise on Human Sexuality
  13. ^ a b Garcia-Falgueras, Alicia, & Swaab, Dick F., Sexual Hormones and the Brain: An Essential Alliance for Sexual Identity and Sexual Orientation, in Endocrine Development, vol. 17, pp. 22–35 (2010) (ISSN 1421-7082) (authors are of Netherlands Institute for Neuroscience, of Royal Netherlands Academy of Arts and Sciences) (author contact is 2d author) (vol. 17 is Sandro Loche, Marco Cappa, Lucia Ghizzoni, Mohamad Maghnie, & Martin O. Savage, eds., Pediatric Neuroendocrinology).
  14. ^ Frankowski BL; American Academy of Pediatrics Committee on Adolescence (June 2004). "Sexual orientation and adolescents". Pediatrics 113 (6): 1827–32. DOI:10.1542/peds.113.6.1827. PMID 15173519.
  15. ^ http://www.rcpsych.ac.uk/workinpsychiatry/specialinterestgroups/gaylesbian/submissiontothecofe/psychiatryandlgbpeople.aspx#history
  16. ^ Kopîkirina arşîvê, Ji orîjînalê di 8 tebax 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 8 tebax 2013{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  17. ^ http://pediatrics.aappublications.org/content/113/6/1827.long
  18. ^ Vare, Jonatha W., and Terry L. Norton. "Understanding Gay and Lesbian Youth: Sticks, Stones and Silence." Cleaning House 71.6 (1998): 327-331: Education Full Text (H.W. Wilson). Web. 19 Apr. 2012.
  19. ^ "Different aspects of sexual orientation may be influenced to a greater or lesser degree [p. 303:] by experiential factors such that sexual experimentation with same-gender partners may be more dependent on a conducive family environment than the development of a gay or lesbian identity." Susan E. Golombok & Fiona L. Tasker, Do Parents Influence the Sexual Orientation of Their Children?, in J. Kenneth Davidson, Sr., & Nelwyn B. Moore, Speaking of Sexuality: Interdisciplinary Readings (Los Angeles, Calif.: Roxbury Publishing, 2001) (ISBN 1-891487-33-7), pp. 302–303 (adapted from same authors, Do Parents Influence the Sexual Orientation of Their Children? Findings From a Longitudinal Study of Lesbian Families, in Developmental Psychology (American Psychological Association), vol. 32, 1996, 3–11) (author Susan Golombok prof. psychology, City Univ., London, id., p. xx, & author Fiona Tasker sr. lecturer, Birkbeck Coll., Univ. of London, id., p. xxiii).
  20. ^ "Whereas there is no evidence from the present investigation to suggest that parents have a determining influence on the sexual orientation of their children, the findings do indicate that by creating a climate of acceptance or rejection of homosexuality within the family, parents may have some impact on their children's sexual experimentation as heterosexual, lesbian, or gay." Do Parents Influence the Sexual Orientation of Their Children?, ibid., in Speaking of Sexuality, id., p. 303 (adapted per id., p. 303).
  21. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 9 çiriya paşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 tebax 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  22. ^ http://www.ncbi.nlm.nih.gov/pubmed/1845227
  23. ^ Bailey JM, Dunne MP, Martin NG (adar 2000). "Genetic and environmental influences on sexual orientation and its correlates in an Australian twin sample". J Pers Soc Psychol. 78 (3): 524–36. doi:10.1037/0022-3514.78.3.524. PMID 10743878.{{cite journal}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  24. ^ Hershberger, Scott L. 2001. Biological Factors in the Development of Sexual Orientation. Pp. 27–51 in Lesbian, Gay, and Bisexual Identities and Youth: Psychological Perspectives, edited by Anthony R. D’Augelli and Charlotte J. Patterson. Oxford, New York: Oxford University Press. Quoted in Bearman and Bruckner, 2002.
  25. ^ This work was published in the American Journal of Sociology (Bearman, P. S. & Bruckner, H. (2002) Opposite-sex twins and adolescent same-sex attraction. American Journal of Sociology 107, 1179–1205.) and is available only to subscribers. However, a final draft of the paper is available here Girêdana arşîvê 2011-07-19 li ser Wayback Machine – there are no significant differences on the points cited between the final draft and the published version.
  26. ^ While inconsistent with modern findings, the first relatively large-scale twin study on sexual orientation was reported by Kallman in 1952. (See: Kallmann FJ (nîsan 1952). "Comparative twin study on the genetic aspects of male homosexuality". J. Nerv. Ment. Dis. 115 (4): 283–97. PMID 14918012.). Examining only male twin pairs, he found a 100% concordance rate for homosexuality among 37 monozygotic (MZ) twin pairs, compared to a 12%–42% concordance rate among 26 dizygotic (DZ) twin pairs, depending on definition. In other words, every identical twin of a homosexual subject was also homosexual, while this was not the case for non-identical twins. This study was criticized for its vaguely described method of recruiting twins and for a high rate of psychiatric disorders among its subjects. (See Rosenthal, D., "Genetic Theory and Abnormal Behavior" 1970, New York: McGraw-Hill.)
  27. ^ a b Långström N, Rahman Q, Carlström E, Lichtenstein P (sibat 2010). "Genetic and environmental effects on same-sex sexual behavior: a population study of twins in Sweden". Arch Sex Behav. 39 (1): 75–80. doi:10.1007/s10508-008-9386-1. PMID 18536986.{{cite journal}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  28. ^ Hamer DH, Hu S, Magnuson VL, Hu N, Pattatucci AM (tîrmeh 1993). "A linkage between DNA markers on the X chromosome and male sexual orientation". Science. 261 (5119): 321–7. doi:10.1126/science.8332896. PMID 8332896.{{cite journal}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  29. ^ Wilson, G.D., & Rahman, Q. (2005). Born Gay: The Biology of Sex Orientation. London: Peter Owen Publishers.
  30. ^ http://link.springer.com/article/10.1007%2Fs10508-009-9499-1
  31. ^ Bocklandt S, Horvath S, Vilain E, Hamer DH (sibat 2006). "Extreme skewing of X chromosome inactivation in mothers of homosexual men". Hum. Genet. 118 (6): 691–4. doi:10.1007/s00439-005-0119-4. PMID 16369763.{{cite journal}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  32. ^ Ruthenburg, A., C. Allis, and J. Wysocka. "Methylation of Lysine 4 on Histone H3: Intricacy of Writing and Reading a Single Epigenetic Mark." Molecular Cell 25.1 (2007): 15-30. Print.
  33. ^ Friberg, Urban, Sergey Gavrilets, and William R. Rice. "Homosexuality as a Consequence of Epigenetically Canalized Sexual Development." The Quarterly Review of Biology 87.4 (2012): n. pag. Print.
  34. ^ Rice, William, and Urban Friberg. "Study Finds Epigenetics, Not Genetics, Underlies Homosexuality."
  35. ^ Wilson, G., & Q. Rahman, Born Gay: The Psychobiology of Human Sex Orientation, op. cit.
  36. ^ a b Garcia-Falgueras, Alicia, & Swaab, Dick F., Sexual Hormones and the Brain, op. cit., p. 24.
  37. ^ Hines, Melissa (çiriya pêşîn 2010). "Sex-related variation in human behavior and the brain". Trends in Cognitive Sciences. 14 (10): 448–456. doi:10.1016/j.tics.2010.07.005.
  38. ^ LeVay S (tebax 1991). "A difference in hypothalamic structure between heterosexual and homosexual men". Science. 253 (5023): 1034–7. doi:10.1126/science.1887219. PMID 1887219.
  39. ^ "Sexual Orientation and Adolescents" (PDF). American Academy of Pediatrics Clinical Report. Ji orîjînalê (PDF) di 29 gulan 2006 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 sibat 2007. Sexual orientation probably is not determined by any one factor but by a combination of genetic, hormonal, and environmental influences
  40. ^ "Genetic and Environmental Effects on Same-sex Sexual Behaviour: A Population Study of Twins in Sweden". Archives of Sexual Behavior. Archives of Sexual Behavior. 39 (1): 75–80. 7 hezîran 2008. doi:10.1007/s10508-008-9386-1. PMID 18536986. {{cite journal}}: Ev parametre |authors= êdî nayê bikaranîn (alîkarî)
  41. ^ Mayr, E. (1982). The Growth of Biological Thought: Diversity, Evolution, and Inheritance. Cambridge: Harvard University Press. p598.
  42. ^ Zietsch, B., Morley, K., Shekar, S., Verweij, K., Keller, M., Macgregor, S.; û yên din. (çiriya paşîn 2008). "Genetic factors predisposing to homosexuality may increase mating success in heterosexuals". Evolution and Human Behavior. 29 (6): 424–433. doi:10.1016/j.evolhumbehav.2008.07.002.{{cite journal}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)