Berdehol

gundê Kercewsa Batmanê

Berdehol (1928:  برداهول [1] (Berdahol), 1946: Berdahol[2], bi tirkî: Poyraz), gundekî bi navçeya Kercewsa Batmanê ve girêdayî ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye valakirin. Qismekî mezin ên gundiyan barkirine navenda Êlihê (Batmanê).

Berdehol
  • Gund Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
37°39′57″Bk 41°38′14″Rh / 37.6658°Bk 41.6372°Rh / 37.6658; 41.6372
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Saet
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Berdehol ji Batmanê 95 km û navçeya Batmanê Kercoşê 35 km dûr e. Di sala 1993an de gund ji destê dewletê hate vala kirin. Berî ku were valakirin dora 90-100 mal tê de dijiya û jiyana xwe tê de derbas dikir. Heştwan (bi tirkî: Çalışkan), Êzdara (bi tirkî: Dereli) û Xerbekûr (bi tirkî: Palamut) cîrane Berdeholê ne. Di navbera çiyayî mava de ye. Geliyê hewka di neqebêna Berdehol û Xerbekûr de ye.

Neqebêna Berdehol û Heştwan û Êzdara jî deştê. Aboriya ve pir cotkari bû lê belê ye ku heywana ji xwedî dikin hebûn.

Piştî ji deste dewletê hate valakirin û kedexe kirin. Gundiyan pir malên xwe bar kirin Batmanê. Di sala 2003a de kedexe rabû. Gundî çarekî dî vegerane ser milkê xwe. Gund ji deste gundiyan hate avakirin. Extiyarên berê vegerane gund û vega ji 20-25 mal di gund jiyane xwe derbas dikin û aboriya xwe berdewam dikin.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  2. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.