Êzdara
gundê Kercewsa Batmanê
Êzdara (1928: ایزداره [1] (Îzdare), 1946: İzdara[2], bi tirkî: Dereli) gundekî ku bi Kercewsa Batmanê ve girêdayî ye. Di salên 90î de ji aliyê dewleta Tirkiye ve hatiye valakirin û şewitandin. Piştî sala 2005an dewleta tirk destûra vegera li gund da. Bi vî awayî çend mal vegeriyan gundê xwe. Axlebê gundiyan li bajarê Batmanê dijîn, her wiha yên ku li Qonye û Stembolê dijîn jî hene.
Êzdara | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Şêniyên gund ji eşîra basqil in û devoka torî diaxivin. Gundî çar bavik in, navê wan Mala Hisî (Mala Hacî jî tê gotin), Mala Zaza, Mala Îsikî û Mala Şêxik.
Çavkanî
biguhêre- ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
- ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |