Banu Güven

rojnamevanê tirk

Banu Güven, (jdb. 15ê gulana 1969an li Stembol, Tirkiyê) rojnamevan, nivîskar û pêşkêşvana nûçeyan e ku bi eslê xwe tirk e. Banu Güven di sala 2011ê de hevpeyvîna wê yê bi parlamenterên kurd Leyla Zana re li ser kanala NTVyê nehate weşandin û bi vî pirsgirêkê piştî xebata 14e salan dest ji karê xwe yê kanala NTVyê berda ye.[1]

Banu Güven
Jidayikbûn15ê gulana 1969an (54 salî)
Stembol
PîşeRojnamevan, nivîskar
Zimanê nivîsinêTirkî
NeteweTirk
PerwedeZanîngeha Stembolê, Zanîngeha Bosforê
Salên çalak1994-niha
HevjînAykut Dokur (zw. 2011)
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Banu Guven, di sala 1987an de Lîseya Stembolê û di sala 1991ê de jî Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Fakûlteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Stembolê qedandiye. Di salên zanîngehê de bi rojnamegeriyê re eleqedar dibe. Piştî ku di kovara almanî Bizim a almanî-tirkî de ku ji aliyê Çagdaş Yayınları, beşek ji rojnameya Cumhuriyetê ve dihata weşandin, bi rojnamevanekî swîsreyî re dest bi xebatê kir.

Li Zanîngeha Bosforê mastera xwe di warê têkiliyên navneteweyî de qedand. Li Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî sê mehan staj wergirt û demeke kurt wekî erkdar a lêkolînê xebitî. Di sala 1994an de li servîsa nûçeyan a biyanî ya rojnameya Milliyetê dest bi karê rojnamegeriyê kir. Di vê demê de, li gelek deverên cuda geriya û bi taybetî bi Rojhilata Navîn re eleqedar bû.

Piştî rojnameya Mîlliyetê, ji sala 1997an heta 2011ê 14 salan di NTVyê de xebitî. Cara yekem li vir karê nûçegihaniyê kir, di bernameyên Geçen Hafta-Bu Hafta û 24 Saat amade kir û pêşkêş kir. Bûltena nûçeyan a bi navê 24 Saat di nûçeyên şevê ya NTVyê de, pêşî bi Mirgün Cabas re, piştre bi tena serê xwe pêşkêş kir. Di navbera salên 2009 û 2010an de nûçeyên êvarê ya heman kanalê û di navbera salên 2010 û 2011ê de bernameyeke hevpeyvînê ya bi navê Banu Güven'le Artı yê di kanala NTVyê de pêşkêş kir.

Piştî ku hevpeyvîna wê ya bi Vedat Türkali re di 2ê hezîrana 2011an de û hevpeyvîna wî ya bi Leyla Zana re hat astengkirin, neçar ma ku dev ji karê xwe yê li NTVyê ku 14 salan dixebitibû, berda.[2][3]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Banu Güven: Leyla Zana röportajı NTV'de otosansüre takıldı". T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 adar 2022.
  2. ^ "NTV, Banu Güven'in işine son verdi - Politika Haber - Online BirGün". web.archive.org. 11 tîrmeh 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 tîrmeh 2011. Roja gihiştinê 5 adar 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Banu Güven NTV'den neden ayrıldığını anlattı - Milliyet Haber". web.archive.org. 2 sibat 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 sibat 2014. Roja gihiştinê 5 adar 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)